Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Di dîroka mirovahiyê de hezîrana herî germ’

14/07/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan Cizîrî

Îsal cîhan bi giştî havîneke rêjeya germahiya xwe herî bilind jiyan dike. Li gor daneyên Servîsa Guhertina Bahewayê ya Copernîcus a girêdayî Yekîtiya Ewropa (YE), meha hezîrana 2024’ê di dîroka mirovahiyê de wekî hezîrana herî germ derbasî qeydan bûye. Îfadeya “di dîroka mirovahiyê de hezîrana herî germ” ji rêzê nîn e û nabe mirov hema sere derbas bibe. Servîsa Guhertina Bahewayê ya Copernîcus ku di asta YE de xwedî nasname ye, dilxwede bi aqilekî zanistî tevdigere. Baş e ev saziya ku vê daneya evqas xeter tespît û eşkere dike, çima sedema wê destnîşan nake? Li gorî ku dikare vê encamê tespît bike, diyar e sedema wê jî baş dizane.

Bi taybetî ji sala 2018’ê ve her demsala havînê ji ya berê germtir derbas dibe. Lê rastiyeke din jî heye; ev germbûna di asta şewitandinê de jixweber, xwezayî nîn e! Tu saziyeke aqilmend û berdevkê hêzên modernîteya kapîtalîst nikare vê rewşê girêdayî felaketên xwezayê rave bike. Ya rastî ji sala 2018’ê ve çi diqewime?

Tenê li herêma me ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji sala 2018’ê ve her sal dewleta Tirk û çeteyên wê tam di meha Hezîranê de bênavber agir berdide zeviyên dexl û zadan, li herêma Efrînê ku bi zeviyên zeytûnan û darên fêkiyan ên cur bi cur dewlemend û rengîn bû, ji çaxê dagir kirî ve ew herêm kiriye çolistan. Li Bakurê Kurdistanê ji aliyekî ve agir berdide daristanên çiyayên Kurdistanê, ji aliyê din ve bê kontrol daristanan dibire, rojane çekan bikar tîne. Li çiyayên Başûrê Kurdistanê şerekî bê exlaq li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê dimeşîne, ji bo vê rojane çekên kîmyayî, gazên jehrî bikar tîne, agir berdide daristanan û li cihê derfet dibîne dest bi birîna daran dike. Li herêmên milê Derya Reş li cihên ku dixwaze kanên me’denan veke û gel li dijî derdikeve, agir berdide daristanan û paşê projeyên xwe dimeşîne û hwd. Ev tabloya kin a talankirin û wêrankirina xwezayê ya dewleta Tirk û çeteyên wê dimeşînin, ma rewşek xwezayî ye? Bi ser de şerê di navbera Rûsya-Ûkrayna de, şerê di navbera Îsraîl-Hamasê de çiqas çekên jehrî, bombeyên cur bi cur hatin şixulandin, li gelek gund û bajaran kevir li ser kevir nema. Bi ser de rojane xebatên endustriyalîzma modernîteya kapîtalîst ên cur bi cur ne sererd hiştiye, ne jî binerd. Ji bo sedema vê germahiya dijwar wekî van êrîş û kiryarên talankirin û wêrankirina xwezayê mirov dikare vê lîsteyê rêz bike û dawiya wê nayê.

Li hemberî vê rewşa xeter saziyên dilxwede ekolojîst ango jîngehparêz çi dikin? Li gor teoriya kaosê û bandora perperîkê dibêjin, “Li daristanên Amazonan perperîkek dema perê xwe dihejîne, dikare bibe sedema bahozekê ku li nivê dunyayê bigere.” Eşkere ye, şerê îro dewleta Tirk û çeteyên wê di Kurdistanê de li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dimeşînin, bandoreke mezin a xirabkar li ser tevahî xwezayê û mirovahiyê jî dike. Ji bo tespîtkirina van rewşên rojane li ber çavê alemê rû didin, pir pêwîstî bi navendên lêkolînê jî nîn e. Di vê wateyê de pêwîste tu kes li gor propagandayên derewîn ên dewleta Tirk bi navê “şerê li dijî terorê” xwe nexapîne, vê germbûna dijwar a xwezayê normal nebîne û di serî de saziyên ekolojîst, her wisa jin û dayîk bi navê xwedî li jiyan û jîngeha xwe derkevin demildest helwesta pêwîst li hemberî van şerên qirker û faşîst raber bikin.

Post Views: 113
ShareTweetPin

Herî Dawî

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye
NÛÇE

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye

17/05/2025
Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke
NÛÇE

Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke

17/05/2025
Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê
CIVAK Û JIYAN

Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê

17/05/2025
‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.