Birûc Resûl/Qamişlo
Yekîtiya Jinên Ciwan kongra xwe ya 5’ mîn li Rojavayê Kurdistanê bi duruşmeya Bi Şoreşa “Jin, jiyan, azadî” Azad bike Rêbertî li dar xistin.
Yeketiya jinên ciwan yan Rojavayê Kurdistanê, gongireya xwe ya 5`mîn li bajarê Hesekê bi dirûşmeya Bi Şoreşa ” jin, jiyan, azadî” Azad Bike Rêbertî û bi tevlîbûne sedan ji jinên ciwan û jinên saziyên Rêveberiya Xweser Li cihê TEV-DEM’ê Kongirê bi rêxistin kir. Di Kongirê de wêneyên şehîdan jinên pêşeng û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatibûn dalqandin û xemlandin.
Kongira bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdên şoreşê hat rawistandin. Her wiha axaftin vekirina kongirê ji aliyê Kordînasiyona Jinên Ciwan ve hat kirin. Piştira li ser kar û xebatên Jinê Ciwanên yên Rojavayê Kurdistanê a 5 salan û di heman demê de nameya pîrozbahiyê ji Çiyayê Azad ji aliyê Komeleya Jinê Ciwan bi rêya sineviziyonê hat temeşakirin. Her wiha rapora kar û xebatên 2 salan hate xwendin. Di heman demê de li ser rewşa siyasî, rêxistinî û bi taybet li ser pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat nirxandin.
Derbarê 5`mîn kongira Yekîtiya Jinên Ciwan yên Rojavayê Kurdistanê û Surî Hevseroka Desteya Ciwana û Werzîşê Hêva Bekir ji Rojnemeya Me re axivî.
’5`mîn kongireya jinên ciwan wê bibe azadikirina fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan’
Hêva Bekir axivî û wiha got: “kongireya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Rojavayê kurdistanê û Surî ya 5`mîn ku li bajarê Hesekê hat li dar xistin, her wiha di vê kongirêyê de kar û xebatên 5 salan wê were nerxandin, bi duruşmeya Bi Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Azad Bike Rêbertî. Ruxmî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê bê navber tê meşandin, lê em dibînin ku îro çawa jinên ciwan bi coş û heycanekî mezin tevlî kongirê bû, li vir hêz û îradeya jinê hat diyar kirin. Di vê kongirê de wê her jinek ciwan helwestê xwe bide nîşandan û gelek guhertin wê were çêkirin û di heman demê de sekin û nîzîkatiyê jinên ciwan di xeta Rêber Apo de were nîqaş kirin. Her wiha 5`mîn kongireya jinên ciwan wê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinên cîhanê. Em îro soza berdewam kirina tekoşîn û berxwedanê didin ku ber bi azadiyê ve biçin, em ê jî bi bîrdizoya Rêber Apo û felsefeya Jin Jiyan Azadî, azadiyê misoger bikin. Ji vê yekê re me weke jin tirs xistiye dilê pergalên mêr-dewlet, ji lewra jinên pêşeng bê navber tên hedefgirtin. Têkoşîn û berxwedana me ya li hember faşîzmê wê dewam bike, Her wiha şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin tê naskirin ji bo vê jî pêwîste em vê şoreşê bikin azadiya hemû jinan
Hêva Bekir di dawiyê de diyar kir ku ew vê kongirê diyarê Serok Apo û tevahî jinên cîhanê dikin. Rêber Abdullah Ocalan her tim behsa azadiya jin dike, lê jinên Kurd xwe îspat kirin û azadiya xwe mîsoger kirin. Lê bila dijmin bizanê be ku ew tu carî nikare bi siyaseta xwe ya qirêj jinên Kurd dûrî maf û serhildanan bixwe, ji ber ku ew wek jin li pêy fikir û felsefeya Rêber Apo ne.
5`mîn kongireya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Rojavayê Kurdistanê û Surî rêziknameya xwe ya nû xwend û hate erê kirin. Her wiha bi duruşmeya Jin,Jiyan,Azadî û Bê Serok Jiyan na be kongire hat bi dawî kirin.
Armanca Rêxistinê Yekîtiya Jinên ciwan a Rojavayê Kurdistanê û sûrî:
– Ji bo Azadiya fizîkî, ewlehî û tendûristi ya Rêber APO têkoşîn dike. Rêber APO ku avakerê Netewa Demokratik e dixe navenda armancê xwe yê têkoşînê.
- Li ser bingeha ideolojiya rizgariya jin li hemberî ferasetên civakî yên zayendperes û hemû çêkerên wê pêşxistina feraseta jin ya xwezayi û azadîxwaz xwe gihandina sekna alternatîf ya jiyanê armanc dike. Xwedî li mîrateya tevgera jin derdikeve.
- Li ser bingeha şoreşa azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn ku bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê pêş ket, di şoreşa jin a cîhanî de jî bi gavên pratîkî yên berbiçav ber bi jiyana azad ve, rola pêşengtiyê dilîze. Di xebat, çalakî û têkoşîna xwe de zanista jîneolojî ji xwe re bingeh digire.
– Li ser bingehên civaka exlaqî û politîk, demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de, jinên ciwan di çareseriya hemû pirsgirêkên civakî, netewî û zayendî de rolê pêşeng dilîze.
– Nasnameya jinên ciwan weke pirsgirêkeke civakî bi cewhera xwe ya şoreşgerî ve dike yek û baweriya ji feraseta netewa demokratîk, ji bo avakirina hevjiyana azad li ser esasên nirxên sosyalîstbûyîne têdikoşe.
- Di pêşxistina nirxên estetîk û exlaqî yên jin de, li dijî qalibên ku ji aliyê hişmendiya zayendperest ve hatine ferzkirin de, rola xwe ya pêşeng dilîze.
– Li diji feraseta malbatê ya li ser zihniyeta desthilatdariya zilam a ku li ser jinê serdest e, têdikoşe û ji bo avakirina malbateke demokratîk li ser bingehê hevjiyana azad û wekhev a jin û mer têdikoşe.
– Çalakgeriya jinên ciwan ji bo avakirina civaka exlaqî û polîtîk kanalîzê dike, xwe ji vê yekê berpisyar dibîne, alternatîfa çand û hûner û wêjeya heyî pêşdixe. Li hemberî politîkaya şerê taybet weke (huner, sexs, spor) yê kû êrîşe nirxê exlaqa civakê dike, kar û xebatên zanistî pêşdixe û bi awayekî çalak tekoşîn dike.
– Beramberî êrîşen modernîteya sermaydarî ji bo pêkanîna sekin û vîna azad û parastina hebûna xwe bi taybet li beramberî qirkirina çandî, sixûrkirin, fûhuş, zewaca temen bicûk, karkeriya zarokan ku weke rastiya şerê taybet û polîtîkayên zihniyeta dewlet li Kurdistanê û Surî pêşdikeve û jinên ciwan di pêşxistina berxwedana civakî de rista xwe ya pêşengtiyê dileyîze û di çarçoveya parastina cewherî de bersivên pêwîst dide.
– Li hemberî êrîşen modernîteya sermydar yên bi rêya şerê taybet li ser civakê pêşdixe, mirovan ji rê derdixe û civakê nexweş dixe weke, olperestî, netewperestî, cinsiyetperestî, zanistperestî û ferdperestî bi aweyekî radîkal têdikoşe û alternatîfa wê de hişmendîya netewa demokratîk avadike.
– Bi şiklê konfederalîzma demokratîk di hemû qadan xwe birêxistin dike û di hemû qadên civakê de li gorî rêgeza nûnertiya wekhev û bi tevlîbûna wekhev tevlî dibe.
– Li gel mafê parastina rewa, jinên ciwan hemû hewldanên êrîşê weke tundiya sîstematîk dinirxînin û di çarçoveya mafê parastina rewa de ji bo parastina hebûn û azadiya xwe serî li rêyên guncav û bi bandor didin. ji bo parastina nirxên maddî û manewî yên girêdayî jinan, li dijî hemû pêkanînên ku jinan dike armanc, çanda destdirêj bûn, qirkirina civakê, tundî û hemû cureyên cudakariyê yên ji hişmendiya dewletê û zihniyeta zayendperestiyê, bi bandor têdikoşe.