Rojnameya Ronahî

Trûmp zextên nû yên ‘gumrikê’ li Tirkiyê kir

Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp, baca ku ji gumrikan ji alimînyom û pola yên ji Tirkiyê dihatin kirîn du qat zêde kir.
Li gorî daxuyaniya Serokê DYA’yê ya li ser Twîtterê parvekirî, hate destnîşankirin ku baca alimînyom û pola yên ku ji Tirkiyê tên kirîn du qat zêde kiriye.
Trûmp di peyama xwe de wiha dibêje: “Lîreyê Tirkiyê li pêşberî dolarê me yê bi hêz her ku diçe nirx winda dike, min du qat zêdekirina baca gumrikê ya pola û alimînyoma ku ji Tirkiyê tê kirrîn, pejirandiye. Li gorî vê ji bo alimînyom ji sedî 20, pola jî ji sedî 50 ye. Têkiliyên me di vê demê de bi Tirkiyê re nebaş in!”
Piştî peyama Trûmp û şûnde, lîreyê Tirkiye nirxê xwe winda dike. Lîreyê Tirkiye li hember dolar, eûro û sterlîn rekorên nû dişkîne..