Kemal Necim
Tê zanîn ku çand ji bo hebûn û geşbûn û pêşketina kesayet û gel û civakan pir girîng e, ji xwe çand bi xwe berhemeke mirovî û civakî ye. Lewma çand bi awayên xwe yê meteryal û giyanî, ji tevger, têkilî û çalakiyên civakî re rêbernameyek alîkar pêşkêş dike û li gorî vê yekê tevgerên civakî yên asayî ji tevgerên ku nayên pejirandin diyar dike.
Li gorî vê girîngiyê, sazûmanên civakî, yên mîna dewlet û hikûmetan, hewil didin ku xebat û tevgerên çandî di bin siya sazûmaneke bi hêz û têgihiştî pêk bînin. Ev dezgeh yan sazî weke wezaret dibe yek ji kabîneyên hikûmet û rêveberiyan û rêveberekî bi asta wezîr kar û barên wê saziyê birêve dibe.
Erkê wê dezgehê jî, ango wezaretê ewe ku di civakê de pergalek nirxên çandî yên erênî saz bike, rê bide mirovan ku bigihîjin rêgezên bidestxistina zanînê, vekirina asoyên wan ku bi daneyên cîhana xwe ya hemdem re têkilî pêkbînin, dîrok û mîrateya xwe ya çandî têbighêjin. Her derfetan ji mirovan re pêk bîne ku hilbijartina azad bikin û mafê xwe yê pratîkkirin û hilberîna çandê bi dest bixin.
Wezareta Rewşenbîrî kar dike ji bo bilindkirina nirxên hemwelatîbûnê û kûrkirina dilsozî û nasnameya neteweyî û pêşxistina warên curbicur ên çandî û hunerî bi şêweyekî afirîner û nûjen û pêşxistina mirovên jêhatî û afrîner.
Ji bo pêkanîna van xebat û karan jî pêwîstî bi danîn û destnîşankirina siyaseteke rewşenbîrî ya li gorî rêgez û nirxên civakê heye, li gorî wê siyasetê jî plan û projeyên stratejîk û demdirêj bêne sazkirin.
Kesê ku van karan jî birêve bibe, ango em bêjin wezîrê rewşenbîrî, pêwîste mirovekî pêkhatî, rewşenbîr, afrêner be, pêwîsete haya wî/ê û nasîbûna wî/ê bi derdorên rewşenbîrî û tevgera rewşenbîrî ya wî welatî yan wê civakê re hebe û serxwestî arîşe û pirsgirêkên wa be da ku karibe siyaseta rewşenbîrî bi bername û pilan û projeyan birêve bibe û pêş bixe.
Li Rojava û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî di nava pergala Rêveberiya Xweser de saziyên ku erka wezaretan pêk tînin hene, weke deste têne nasîn, ji wan jî desteya çandê ye, ev deste li ser asta kantonan jî hene û desteya giştî jî li ser asta herêmê heye.
Li gorî çavdêrî û şopandinê, heta niha hevserokên van desteyên çandê ne ji nava civaka rewşenbîrî ya herêmê têne bijartin û erkdarkirin, her wiha kesên ku têne erkdarkirin haya wan ji tevgera rewşenbîrî ya vî welatî tune ye, têkiliya wan û nasîbûna wan jî bi rewşenbîr û ronakbîrên herêmê re jî qels û kêm e. Pirê caran weke diyar dibe, erkdarkirina hevserokên desteyên çandê li gorî dabeşkirin û kota partî û pergalên hevparê rêveberiyê têne destnîşankirin, ne li gorî zanebûn û serwxtiya wan û jêhatîbûn û afrêneriya wan têne destnîşankirin.
Ji ber van sedeman jî ta niha mirov nikare behsa siyaseteke rewşenbîrî ya civaka herêmê bike. Her wiha ji ber van sedeman xebatên rewşenbîrî bi plan û projeyên qels û seranser birêve diçe. Kar û xebatên rewşenbîrî jî bi piranî ji hêla hin yekîtî û saziyên rewşebîran ve birêve diçe, ew jî bê plan û bê siyaseteke rewşenbîrî ya diyar pêk tên.
Ji bo ku ev rewş were derbaskirin pêwîste rêveberiya xweser dema ku rêveberên desteyên çandê erkdar dike guh bide van rêgez û egerên li jor hatine diyarkirin.