Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girîngiya perwerdê ji bo civakê

10/07/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya perwerdê ji bo civakê
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Perwerde ji bo civakekê jiyanî ye. Civaka ku ji perwerdeya xwezayî û ya zaniztî bêpar be di xwezaya xwe de ji civakbûyînê jî derdikeve. Ya girîng ew e ku ji bo perwerdeyek bi nirx xebat guherînî û mayînde bên pêşxistin. Lewre perwerdeyeke baş dê pêşerojeke baş jî bi xwe re bîn e. Civakeke bi perwerde dikare bi her awayî xwe pêş ve bibe û xwe biparêz e. Li vir em tenê behsa perwerdeya pîşeyî nakin. Perwerdeya ji bo mirov û civakê bi giştî ye. Beriya her tiştî jî di warê hişmendî de perwerde gelekî girîng e. Heke di mirov de hişmendiyeke mirov parêz, civakî, wekhev û demokratîk pêş nekeve gelekî zehmet e ku civakeke pêşketî, xwedî pêşerojeke azad û bi ewle pêş bikev e.

Di heman demê de mafê hemû welatiyan e ku ji xizmetên perwerdehiyê sûd werbigirin û divê polîtîkayên perwerdehiyê di asta neteweyî de bên diyarkirin. Lê belê, divê karûbarên perwerdehiyê bi nêzîkatiyek ku pêşveçûna herêmî û hewcedariyên herêmî dihesibîne were meşandin. Ji xeynî zanîngeh, dibistana bilind û saziyên perwerdehiya taybet, veberhênan û plansaziya perwerdehiya seretayî û amadeyî divê di daraza rêveberiyên herêmî de be û peywira wan be.

Di heman demê de li vir erk û peywira şaredariyan jî girîng e. Wekî her saziyên civakî bi taybetî di warê xizmet û afirandina derfetan de şaredarî xwedî derfet in. Divê şaredariyên bajar û navçeyan bi taybetî ji perwerdehiya pêşdibistanê, qonaxên piştgirî û perwerdeya pîşeyî berpirsyar bin. Li gel perwerdehiya pêşdibistanê, piştgirî û perwerdehiya pîşeyî ya ku ji aliyê şaredariyên navçeyan ve ku yekeyên herî nêzî welatiyan in, bê dayîn, divê şaredarî di mijarên wekî çûn û hatin, xwarin û dabînkirina alavan ên girêdayî qadê de xebatên asankariyê bi rêxistin bikin. Her şert û mercên ji bo perwerdeyê bên veqetandin, di bingeha xwe de ji bo pêşerojê ye. Ya girîng jî ew e ku bi awayekî bê pere yanî bêheq be û her kes dikaribe jê sûdê werbigre.

Bi taybe jî dema ku mirov li rewşa heyî pergalên hegemon û rêveçûnê dinêre pir işkere dixuye ku pêwîstiya herî mezin perwerdeya civakê ye. Li hemberî rewşeke wiha encax mirov dikare bi perwerdeyê pêşî lê bigir e. Perwerde li gel ku dikare pêşî li pêşerojeke wekhev, demokrat û azad vebike jî di heman demê de dikare pêşî lê bigire.

Em tenê ji bo berjewendiyên civak û mirovan nefikirin. Di heman demê de divê bi pêşketina hişmendiyeke ku adilane ya ku mafên hemû zindîwarên  heyî bibîn e û çavdêriyê li ser bike pêş bikev e. Di hişmenediya ku li ser vê perwerdehiyê bê avakirin de divê hemû xweza bê fikirîn û nêzîkatiyeke ku hemû mafên zindîweran wekî yên xwe bê nîşandin. Heke di wê perwerdehiyê de parastina xweza û zindîwerên din nebe dîsa dê aliyê wê yê jiyanî kêm be û nebe. Civak û mirov parçeyek ji xwezayê ye, heke parastinek xwezayê bi hişmenediyeke giştî ya perwerdekirî nebe dê ew civak û mirov jî veguhere rewşa zindîwerên din ên li xwezayê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.