Farûk Sakik
Çend roj in li Almanyayê Li bajarê Kolnê, li nexweşxaneyekê terapî dibînim. 4 bijîşkan Kurd bi min re eleqeder dibin. Bi tedawiya min re ew mijûl dibin. Zimanê ku di tedawiya min de bi kar tînin Kurdî ye. Ew peyvên Latînî ji bo ku ez fam bikim çi xweş didan famkirin. Ev yek bala min kişand û min xwest vê heftê nivîsa xwe bi van bijîşkan bidim destpêkirin. Ez ê balê bikişînim ser vê mijarė di van salan de gelek rexne li ser zimanê Kurdî hene da ku çima di jiyana rojane de nayê bikaranin.
Ez ê ji van 4 bizîşkan dest pê bikim. Bersiva vê pirsê di jiyana van bizîşkan de veşartiye. Ji Bakurê Kurdistanê, ji bajarên cuda ne. Di destpêka salên 2000’î de li zanîngehê bûne yanî zarokên salên 1990’î ne. Min ji wan pirs nekir ku ji ku derê fêrî Kurdi bûne. Ji bo ku min ji bersiva vê pirsê re şahidî kiribû. Şerê ku di sala 1984’an de destpêkiribû misyona xwe di salen 1990’î de de temam kiribû.
Di sala 1992’yan de bi vebûna Enstîtiya Kurdî, derketina rojnameya Welat re, bi weşanên Med-Tv û Roj Tv re û bi zêdebûna nivîsên Kurdî de, zimanê Kurdî jî pêş ket. Ev 4 bizîşk di salên zarokatiyê de di MED-TV û ROJ-TV de Mamoste Mahmûd Abê (Onder), Rêşad Sorgul û Mazhar Gunbat guhdar kirin, zimanê xwe pêş xistin. Xwendin tune bû, bi tenê guhdar kirin.
Derbasî zanîngehê bûn. Bi xwendina kovar û pirtûkan dest pê kirin. Di dest wan de ferhenga Zana Farqînî û xebatên Samî Tan jî hebûn. Li gel wan di zimanê kurdî de roj bi roj pêşketin çêbû. Îroj ev 4 bizîşk Kurdiyeke pir paqij diaxivin. Ka civak dibêje; Kurdiya akademîk, belê bi wî awayî diaxivin.
Ev yek encama ked û têkoşînekê bû. Ji vê yekê re Tevgera Azadiyê pêşengî kir. Ev xebatên wê demê, xwedî qedir, qîmet û wateyeke girîng bûn. Bandora xwe jî hebûn. Di salên 1990’î de tiştek din jî hebû ku li wan bandor kiribû. Gund hatin şewitandın û Kurdan koçî bajêran kirin. Di kolanên bajaran de dengê zarokan bi Kurdî bilind dibû.
Lîstikên wan, çêrên wan, kenê wan, pevçûnên wan bi Kurdî bû. Dema tu ji kolanan derbas dibû, te dengê “kurêêê kerê” sedî sed dibihîst. Ev yek hetanî sala 2016’an dewam kir. Bi şerê ku AKP’ê da destpekirin re, asîmîlasyon jî dest pê kir. Dest danîn ser hemû amûrên ku ziman pêş ve dixin. Hemû saziyên bi ziman re eleqedar in hatin girtin. Qîm nekir medya dijîtal ket dewrê. Me dikarîbû li gorî vê sîstemê tevbigeriyana lê nebû.
Îroj tv nayê temaşekirin, rojname nayên xwendin. Ev yek jî bandorê li ser gelek, rojnemevan nivîskar û rewşenbîran (yên Bakur) dike ku di medya dijîtal de zimanê Tirkî diaxivin. Hin kes jî li du reqaman ketine. Dibêjin; Kurdî di Youtubeyê de pere nake.
Baş e, ew ciwanên ku nû dest bi tibê kirine, wê bi vî zimanê Kurdî çawa fêr bibin da ku bi Kurdî xizmeta tibbî bikin. Bi dijmin re, me jî dijminatiya zimanê xwe kir. Wa dîsa ji welat xeber tên. Tê gotin ku zimanê Tirkî li kolanan serdest bûye. Êdî zarok li kolanan peyva “kurêêê kerê” bi kar anîn. Dewsa wê gotinê de, gotina “ulen oxlim” bi kar tînin.