Amara Baran/ Qamişlo
Bi hevkariya PDK’ê û bêdengiya hikumeta Îraqê, êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî Başûrê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Berdevka PYD’ê Sema Begdaş diyar kir ku li hemberî destkeftiyên gelê Kurd êrişên dagirkeriyê zêde dibin û got, “Gelê kurd û Tevgera azadiyê bûye hêviya gelên azadîxwaz.”
Êrişên dewleta Tirk yên li dijî Herêmên Parastina Medya li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilstê Sûriyê bênavber dewam dikin. Di demên dawiyê de, bi hevkariya PDK’ê, dagirkeriyê jimareke mezin ji tang, top, erebeyên zirxî û leşkeran derbasî xaka Başûr kir. Li hemberî wê jî hikumeta Îraqê û tevahiya hêzên navneteweyî xwe bêdeng dikin.
Derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker, xiyaneta PDK’ê û bêdengiya hikumeta Îraqê ya li hemberî dagirkirina axa Başûr, berdevka Partiya Yekçtiya Demokratîk PYD’ê Sema Begdaş ji rojnameya me re axivî.
Bi bidestxistina destkeftiyan êrişên dagirkeriyê zêde dibin
Sema Begdaş diyar kir ku ji bo pêkanîna êrişeke berfirehtir, dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî yên li Başûrê Kudistanê roj bi roj zêde dike û wiha domandin: “Ev ne cara yekem e ku dewleta Tırk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrişî Qadên Berxwedanê li Başûr dike û hêzeke mezin ji artêşa xwe dişîne waê herêmê. Li ber çavê tevahiya cîhanê dagirkeriya Tirk bi 10’ê caran êrişî Qadên Berxwedanê li Başûr dike, li wir sînor derbas kiriye û cihê xwe ava kiriye. Lê herdem hikumeta Îraqê bêdenge û PDK’ê destkdayînê dide. Her ku destkeftiyên gelê Kurd zêde dibin, êrişên dewleta Tirk yên li dijî gelê kurd jî zêde dibin. Di roja îro de jî, dagirkeriyê hemû hêza xwe ya siyasî, dîblomasî, aborî û leşkerî ji bo têkbirina gelê kurd û Tevgera Azadiyê, xisteye dewrê.”
Dewleta Tirk bûye faşîsta sedsala 21’mîn
Sema Begdaş da zanîn ku dewleta Tirk faktoreke bingehîne yê têkbirina ewlehiya Rojhilata Navên e û wiha got: “Di giştî Rojhilata Navîn de, herwiha bi taybet li Kurdistanê, dewleta Tirk binpêkirinên xwe dewam dike û aramiya herêmê têk dibe. Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê gelek herêm dagir kirine. Dewleta Tirk bi kiryar û binpêkirinê xwe bûye faşîsta sedsala 21’emîn. Li hemberî wê jî yê ku berxwedanê dike Tevgera Azadiyê û gelê kurd e. Lê mixabin dixwazin bi riya bazaran Tevgera Azadiyê tesfiye bikin. Lê bi berxwedaniya Tevgera Azadiyê planên wan herdem têk diçin. Dewleta Tirk her ku planên wê yên dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk diçe, êrişî Qadên Berxwedanê li Başûr dike.”
Dagirkeriya Tirk bi hemû hêza xwe hewil dide şoreşê têk bibe
Sema da xuyakirin ku dewleta Tirk Ji destpêka avakirina xwe ve û heta niha her tim ji bo qirkirina gelê kurd hemû rêbazan bikar tîne û hewildanên xwe dike, lê îro em dibînin di vê sedsalê de li serasnerî cîhanê doz û têkoşîna gelê kurd ya ji bo azadî û demokrasiyê deng vedaye. Herwiha têkoşîna jinên kurd ji tevahiya jinên cîhanê re bûye sembola azadiyê. Berxwdana bêhempa ku gerîlayên azadiyê didin meşandin ji tevahiya gelên azadîxwaz re bûye hêviya azadiyê. Ji ber vê yekê, çiqas destkeftiyên gelê kurd zêde dibin û serkeftinan wan mezin dibin, êrişên dewleta Tirk a dagirker jî zêde dibin. Dagirkeriya Tirk ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve êrişên ser herêmê nedane rwestandin, li hemberî projeya Netewa Demokratîk êrişên xwe zêde dike û dixwaze vê projeyê têk bibe.”
Wê êrişên dagirkeriya Tirk dewam bikin
Sema Begdaş di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk siyaseta qirkirina gelê kurd dewam dike, dema di milê leşkerî şikandinan jiyan dike û bibin dikeve , bi riya şerê taybet û MÎT’ê pêşengên gelê Kurd û şoreşa 19’ê Tîrmehê dike armanc. Di sedsala 21’emîn de li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn gelên bindest li azadiyê digerin, di nava ewqas pevçûnan de gel dixwazin bi azadî jiyan dikin û ji bo vê yekê li projeyekê digerin ku cihê xwe tê de bigrin. Yê ku pêşengiya vê projeya azadiya gelan dike gelê kurd e, ji ber wê gelê kurd ji bo tevahiya gelên bindest bûye hêviya azadiyê. Ev jî dihêle em wekî gelê kurd erk û berpirsyartiya me mezintir bibe. Gelê kurd di hemû şêwazên qirkirinê û komkujîyan re derbas bûye; qirkirina siyasî, dîblomasî, Çandî, lê nehatiye pişaftin û xwe parastiye. Projeya Netewa Demokratîk ku bi awayekî pratîkî îro li Bakur û Rojhialtê Sûriyê tê meşandin, dikare bibe proje û çarenûs ji bo gelê kurd yên li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê. “
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek gavên girîng hatine avêtin
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk Sema Begdaş axaftina xwe wiha qedand: “Di warê siyasî û dîblomasî de gavên girîng hatine avêtin, gelek destkeftî jî hatine bidestxistin. Helbee Ev hemû encama ked, berxwedan û fikreke mezin bû, em îdeolojiyeke rast li gor vê sedsalê guncawe ji bo her kesî li ser pîvanên ekolojîk, azadiya jin û biratiya gelan didin pêş, îro em vê têkoşînê dikin. Ji ber vê pêwîste ji bo me weke gelê kurd bi giştî, em li ser pîvan û pernesîbên ku karîbûn destkeftiyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin, yekîtiya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Pêwîste tevahiya gelên herêmê bi yek helwestê li hemberî dagirkeran bisekinin.”