Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
in JIN
A A
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Nevenda Nûçeyan

Êdî Îran veguheriya wargeha kuştina û binçavkirinê, jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk bê sûc tên qetilkirin û darvekirin. Ji despêka sala 2026’an ve 9 jin hatine darvekirin, zêdetirî 5 hezar hatine girtin û herî kêm 45 jin hatine qetilkirin.

Li Îranê qetilkirin û darvekirina jinê bi hişmendiya tundûtûjiyê û îslama radîkar berdewam dike. Rêjîma Îranê sîstema xwe li ser esasê desthilatdarî, koletiya jinê û binpêkirina pîvanên mirovî girtiye ev jî li ser gel û jinê hatiye ferz kirin. Ji despêka sala 2026’an ve 9 jin hatine darvekirin, zêdetirî 5 hezar hatine girtin û herî kêm 45 jin hatine qetilkirin. Herwiha di pêvajoya şerê Îran û Amerîka-Îsraîl de careke din jin bû qurbaniya berjewendiya kes û dewletan. Di vê şerî de bi sedan jin di encama bombebarankirinê de hatine qetilkirin û windakirin.

Li Îranê hişmendiya îslama radîkar û zextên sîstematîk li beramberî jinê

Li Îranê sîstema ku kuştina jinê mafe tê meşandin, rêjîma Îranê bi hişmendiya xwe ya paşverû jinê dike hedef. Ev salên dirêjin jin li Îranê dibin qurbaniya hişmendiya îslama radîkal û zextên sîstematîk. Sîstema Îslama radîkal ya Îranê li dijî jinan li ser bingeha tundûtûjiya sîstematîk, kontrolkirina zayendî û polîtîkayên cudakarî hatiye avakirin. Ev sîstem bi zihniyeta zayenperest û baviksalar li beramberî nasnameya jinê tê bikaranîn. Li Îranê ji bo bidawîkirina vê sîstemê li ser jinan serhildan Jin Jiyan Azadî di sala 2022’an de hate dest pê kirin, ev serhildar bandoreke mezin li ser rêjîma îranê kir, tevî vê jî zihniyata baviksalar û îslama radîkal a rêjîma Îranê li bermaberî jinê bi dawî nebûye. Lê belê heya vê kêliyê xwe berdewam dike, Îranê rêjîma xwe li ser esasê desthilatdarî, koletiya jinê û binpêkirina pîvanên mirovî girtiye, ev yek jî li ser gelê Îranê û jinan hatiye ferzkirin.

Di 2026’an de rewşa jinan li Îran bi çi rengî ye?

Li gorî raporên ku ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatine weşandin di 6 mehên yekem ên sala 2026’an de herî kêm 9 jin hatine darvekirin, zêdetirî 5 hezar jin hatine girtin ku nasnameya 368 ji wan hatiye eşkerekirin. Çar jinên çalakvan bi cezayê darvekirinê re rûbirû mane, bi dehan jinên çalakvan cezayê girtîgehê ceza xwarine. Herwiha herî kêm 45 jin hatine qetilkirin, du jin bi guleyên rasterast ên hêzên hikûmetê jiyana xwe ji dest dane. Her li gorî vê raporê di 6 mehên yekem ên salê de, 46 jinên çalakvan bi cezayên wekî darvekirin, girtîgeh û girtîgeha taloqkirî re rûbirû mane. Di nav van dosyeyan de, Meryem Hedawend, Erxewan Felahî, Mehnaz Çardolî û Bîta Himmetî bi cezayê darvekirinê hatine mehkûmkirin. Cezayê darvekirinê yê Bîta Himmetî di qonaxa îtîrazê de hatiye betalkirin û dosyeya wê li benda lêkolîna dubare ye. 3 ji van jinan ji girtiyên xwepêşandanên meha Çileyê bûn ku ji aliyê şaxên 15 û 26’an ên Dadgeha Şoreş a Tehranê ve cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Herwiha 44 jinên çalakvan bi giştî 21 sal û 5 meh cezayê girtîgehê xwarine. Cezayên ku ji nêrîna saziyên mafên mirovan nîşan didin ku amûrên dadwerî bi berfirehî ji bo sînordarkirina çalakiya jinan tên bikaranîn. Herwiha herî kêm 250 jin di xwepêşandanên Çileyê de hatine qetilkirin. Tevahiya van daneyan, nîşan didin ku zextên pergalî li ser jinan li Îranê giran bûne û binpêkirina mafên wan ên bingehîn berfirehtir bûye. Li gorî agahiyên hatine weşandin di nav van kesan de 70 jinên Kurd, 50 jinên Lur, 29 jinên Behaî, 19 jinên Gîlek, 12 jinên Belûc, 11 jinên Tirk, 6 xwendekarên zanîngehê û 3 mamoste hene. Her wiha girtina herî kêm 23 keçên ku di bin 18 saliyê re jî hatiye tomarkirin ku nasnameya wan hatiye hînbûn hene.

Gelo piştî şerê Îran û Amerîka-Îsraîl rewşa jinan di astê de ye?

Di 28’ê Sibata 2026’an de şerê Îran û Amerîka-Îsraîl dest pê kir, ev şer li ser bingehê berjewendiyên jîyopolîtîk, îdeolojîk , ewlehî û serweriya li Rojhilata Navîn tê meşandin. Lê wê şerê ku ji bo berjewendî û armanca hin dewletan pêkhatî bi xwe re krîz, êş û zehmetiyên mezin ji gel re û bi taybet bo jinê re anîn. Di der şerê de yê herî zêde ziyanê dibîne jine û niha jî li pêşiya raya giştî ev yek li ser jinê dîsa tê kirin. Di vê şer û êrişa Îran û Amerîka-Îsraîl hejmareke mezin ji jinan hatine kuştin, windakirin û koçberkirin.

Di roja yekem a şer de, moşeke Amerîkî li dibistana seretayî ya keçan a Şecere Teyibe li bajarê Mînabê ket. Di vê êrîşê de herî kêm 168 keçên temen biçûk ji 7 heta 12 salî û mamosteyên wan hatin kuştin. Li gorî raporên fermî yên dabeşkirî û zanyariyên Neteweyên Yekbûyî, herî kêm 204 heta 499 jinên sivîl li Îranê rasterast di encama bombardûmanên esmanî û moşekî yên eniya Amerîka-Îsraîlê de hatine kuştin.

Di êrîşeke din a moşekî de li ser saloneke werzişê ya li bajarê Lamerdê, 21 kes ku piraniya wan keç û jinên ciwan ên tîma voleybolê bûn, di dema lîstikê de hatin kuştin. Saziya UN Women radigihîne ku ji ber bomberdûmanên li ser bajarên mezin mîna Tehranê nêzî 1.6 milyon jin û keçên Îranî neçar mane malên xwe derkevin û ber bi gundan an kampên parastî ve birevin.

Jinên koçber di kampan de rû bi rûyê nebûna xwarin, av û dermanan tên di heman dema barê parastina zarok, pîr û birîndarên şer bi temamî li ser milê wan e. Bombebarkirina binesaziyên neft, gaz û kargehan ji aliyê firokeyên şer ve bûye sedema pîsbûna giran a hewayê û hawirdorê. Saziyên tenduristiyê hişyariyê didin ku ev pîsbûn rasterast bandorê li ser tenduristiya zayînê ya jinan dike.

Hikûmeta Îranê rewşa şer û ewlekariya neteweyî wekî hincet bikar tîne da ku her dengê muxalîf ê jinan bitepisîne. Di bin sîbata şer de, înternet tê birîn, dadgehkirina jinên çalakvan bi awayekî veşartî tê kirin di heman demê de zextên li ser girtiyên siyasî yên jin (mîna qutkirina têkiliya wan bi cîhana derve re) gihîştiye asta herî tund.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.