Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo bîranîna 44‘emîn salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de şêniyên bajêr, endam û rêveberên sazî û tevgeran amade bûn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê ji bo bîranîna 44’emîn salvegera Berxwedana 14’ê Tîrmehê çalakiyek li navenda çand û hunera Dicle li dar xist. Di çalakiyê de şêniyên bajêr, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Di destpêka çalakiyê de hemû hazir xulekeke bêdeng li ser giyanê şehîdan rawestiyan.

Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Piling Mêrdîn axivî û wiha got:” Îro 44‘emîn salvegera çalakiya berxwedanê ya rojiya mirinê ya mezin e. Di hemû dîroka gelan de û di jiyana civakan de hin rojên bi rûmet ji bo me hene ku muhra xwe li dîrokê xistine. Di van sedsalên dawî de li ser çand, dîrok, erdengarî û jiyana gelê Kurd siyaseta qirkirin, tunekirin û îmhakirinê hat meşandin. Wê siyasetê bi xwe re êşeke pir mezin anî. Hemû pêşengên Kurdan hatine darvekirin û kuştin, gelê Kurd bê siyset hiştin û ew berlav kirin. Ev siyaseta sedsalên dawiyê de Rêber Apo nav lê dike bi siyaseta tunekirin û imhakirinê. Berî derketina tevgera PKK‘ê li Rojhilata Navîn rewşa gelê Kurd tehlûke bû.”
Piling Mêrdîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Piştî avakirina partiyê bi 2 salan derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê rû da, ev derbe ji bo gelê kurd kok tefandin û qelandin bû, bi taybet li hemberî Tevgera Azadiyê bû. Vê derbeyê bi qasî serê derziyekî jî hêvî ji mirovan re nehêlişt ji ber ku Kurdistan bi giştî xistin zindanek, çi kesê ku silav, xizmetek, mêvandariyek ji bo tevgera azadiyê kiribê yan jî endam, rêveber û bi hezaran kes girtin û zindan dagirtin. Dema mirov berî 44 salan bîne bîra xwe wê nas bike di zindana amedê de qêrîna şoşgeran çibû, hovîtiya li wê zindanê dihat meşandin çawa bû, ji ber ku gelê kurd nikarîbûn bêjin ku ew hene, ew netewekin, xwedî hizrin, xwedî çandin, lewma zindana amedê gelê kurd di rewşekî re derbas kirin da ku careke din nebêjin em kurd û serî rakin li hember siyaseta wan a qirêj.”
Piling Mêrdîn di dawiya çalakiyê de wiha got: “Berî 44 salan wek îro di 14‘ê Tîrmehê de qehremanên ku serî ji dewletê re netewandin dest bi çalakiyê kirin, ji ber ku dewleta Tirk maf nedida wan ku derkevin dadgehê û rewşa xwe di zindanê de bêjin û zilma ku dewleta ku bang dike bi mafê mirovan li ser wan bi çi rengî işkenceyê dide meşadin. Di 14’ê Tîrmehê de di dadgehê de êdî qehremanên me biryarê didin ku ji îro şûnde, ji ber ku hûn nahêlin em mafê xwe biparêzin, hûn heqaretê li me dikin û li dijî mirovahiyê hûn hemû cûreyê îşkenceyê li ser me feriz dikin, lewma ji vê seatê û şûnve em ketin çalakiya rojiya pirçîbûnê a mezin. Bi vê biryarê parastina xwe jî kirin ku ew kîne, çawa dihizirin û li ser fikrê kîne. Pêwîste em jî bi vî rihî li ber xwe bidin heya ku mafê xwe misoger bikin.”






