Nehîr pale
Jin li benda mêr dimîne, hêviyê jê dike û çarenûsa xwe dixin destê wî de! Em di civakeke zayendperest de dijîn, hişmendiya desthilatdarî û kolekirinê heyanî hestû çûye, mejî û dilê her kesî gemar kiriye. Êdî jin gihandina asta ku aşiqê celadê xwe bibe. Li ser asta cîhanê rojane bi dehan jin têne qetil kirin. Ev rewş her tim berdewam dike. Tişta mêr li ser cîhanê ferz kiriye ne jiyan e, ew bi xwe mirin e. Bi taybet di mijara jinê de zayendperestiyeke gelekî kûr heye, mêr bi hişmendiya xwe re nakeve nava nakokiyan de, şaş jî nabîne û li ser jinê jî ferz dike.
Jin di zaroktiyê de çarenûsa xwe dixin destê bavê xwe, piştî ku mezin dibin û dizewicin êdî radestî hevjînê xwe dikin. Em di sedsalekê de ne ku rojane jin têne kuştin û bûyerên tûndiya li ser jin jî dawî lê nayên. Di vir de mijara ku dibe zû dawî lê were teqlîdkirina jin a ji mêran re ye. Jin hewl didin ku li ser hişmendiya mêr jiyana xwe bihûnînin. Her çiqasî mêr li pêşiya çavên wan tûndiyê li jinê bike jî, wê işkence bike yan jî bikuje, dîse tedbîrên xwe li hemberî mêr nagirin. Jina tûndî lê tê kirin nahizire ku di têkiliya xwe ya bi mêr e divê bi tedbîr be, xwe birêxistin bike û berpirsyartiya xwe rabike.
Em pir rehet di bin navê hezkirinê yan jî kevneşopiyan de xwe dixin nava destê mêr de. Mêr ji xwe her tim jinê lewaz dibîne. Dema bixwaze wê kêfa xwe pê bike, weke xizmetkar bikar bîne, lêbide, wê îhanet bike, li ser bizewicê, dev ji wê berde. Eger em dibînin bi rojane jin dikevin van rewşan de, çima em tedbîrên xwe nagrin? Heyanî niha dema ku buyerek biqewimê jin tê sûcdar kirin. Mêr li ser hevjîna xwe bizewic wê bibêjin jin bi aqilê wî leyîstiye û bûye sedema ku li ser hevjîna xwe bizewicê. Mêr jinê bikuje wê bipirsin gelo wê jinê çi kiriye? Kesek mêr lêpirsîn nake û nabêjin sedema ku jin dighîjê vê rewşê mêr bi xwe ye.
Em çima xwe dixin xefka mêr de? Hêvî jê dikin ku jiyaneke birûmet layiqî me bibîne. Mêrekî 60 salî pir rehet dikare bibêje:`Kargeh sekinî ye, divê ez dîsa bizewicim`. Hevjîna wî 12 zarok anîne, ew bi sala ye ku berpirsyartiya her tiştî rakiriye, piştî nema dikare zarokan bîne li gorî hişmendiya mêr êdî nema bikêrî tiştekî tê. Wextê wê bi dawî bûye, hevjînê wê êdî wê weke xwişk nêzî wê bibe û biçe bi jineke temen biçûk re bizewice. Ew jî wê neviyên xwe xwedî bike heyanî ku bimre.
Bê guman rewşa ku jin dikeve tê de tenê mêr ne berpirsyare, jin jî bi heman awayî berpirsyar e. Gelek sedem hene ku heyanî niha diyardeya tûndiya li ser jinê berdewam dike. Jin, civak, mêr hemû berpirsyar in. Lê belê eger jin li bendê bimîne ku civak û mêr xwe biguherînin û rast nêzî jinê bibin, tucarî pirsgirêka zayendperestiyê nayê çareser kirin. Ji bona ku hişmendiya mêr were guhertin divê jin destpêke biryara têkoşînê bide û bixwe bibe hêza çareseriya pirsgirêkên xwe.