Rojnameya Ronahî

Boko Haram 15 leşker kuşt

Li eyaletta Borno ya Nîjeryayê Boko Haram êrîş bir ser leşkeran û 15 leşker hatin kuştin.
Êrîşên Boko Haram ên li Nîjeryayê didomin. LI Eyaleta Borno ya Nîjeryayê Boko Haram êrîşek bire ser leşkeran û 15 leşker kuştin.
Jêderên Nîjeryayî gotin êrîş bi rengê kemînê hatiye kirin, beriya hilbijartina meha Sibatê ev êriş hatiye kirin.
Nîvê meha Tîrmeha jî li heman herêmê 20 leşkerên Nîjeryayê winda bûbûn.
Li vê herêmê gelak caran Boko Haram êrîşan dike. Ji 2009’an û vir ve 30 hezar kes hatine kuştin.