Birûc Resûl/Qamişlo
Berpirsê Beşê Perwerdê ya Meclisa Civakê ya Ermenan Hena Somî destnîşan kir ku çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn teqez bi felsefeya Rêber Apo pêk were û wiha got: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya doza kurd riya yekem ya çareseriya tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û heya niha ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Dostên kurdan li 74 navendên cîhanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin. Pêngava azadiyê li seranserê cîhanê berfireh bû û bi çalakiyên cur be cur daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin. Rêber Apo bi vê pêngavê re bû Rêber gelan a cîhanî. Çalakiyên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tên li darxsitin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin dibin û bênavber dewam dikin.
Di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ berpirsê beşê perwerdê ya Meclisa Civakî ya Ermenan Hena Somî ji Rojnemeya me re axivî.
Hena somî bal kişand ser tecrîd û zexta giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û wiha got: “Li gel van hemû rewşan em dibînin zexteke mezin li ser Rêber Apo heye. Ji ber ku azadiya Rêber Apo bû şertekî esasî ji bo azadiya gelan û ji bo çareseriyê ye. Hemwextî van zextan tecrîdeke giran jî li ser hatiye ferzkirin. Ji ber ku agahî ji Rêber Apo nayê girtin, hemû hewldan ew e ku Rêber Apo bê azadkirin. Bi vê tecrîd û zextên heyî her çiqas bixwazin berxwedan û baweriya Rêber Apo bişkînin, ew xeyalên vala ne. Ji ber ku ew Rêbereke her pêkhateyek raman û îdeolojiya wî fêm kiriye, çiqasî zextan li ser me bikin, em ê zêdetir li ser azadiya Rêber Abdullah Ocalan û mafê xwe kar bikin.”
‘Ramanên Rêber Apo çareserî ye’
Somî di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo aloziya Rojhilata Navîn çareseriya herî pêkan e û wiha domand: “Ramanên Rêber Apo bû wesîle ku ev hemû pêkhate îro li cihekî kom bibin û nêrînên xwe bi hevre parve bikin. Ev yek ji bo avakirina sîstema demokratîk girîng e. Hêviya me ew e ku projeya avakirina civaka demokratîk li ser esasê ramanên Rêber Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn pêk were, da ku hemû ol, mezheb, netewe û ziman bi awayekî wekhev bijîn. Ramanên Rêber Apo çareserî û xelas bûna ji nakokiyan e. Komkujiyên ku di van salên dawî de li ser hemû pêkhateyan bi hicetên cûda hatin kirin, bi vê rêyê xwestin vê nakokîyê kûr bikin. Lê dema ku van pêkhateyan xwe bi fikira Rêber Ocalan rast kir, dîtin ku hevgirtin çareseriye, ji bo wê xwestin vê fikirê belav bikin û da ku civak dîsa ber bi van planan va neyê kişandin û nekeve bin bandora mejiyê desthilatdaran.”
Bêdengiya hêzên navneteweyî
Hena Somî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hêzên navneteweyî û desthilatdar li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo bêdengiya xwe dewam dikin. Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikir û felsefeyeke ne tenê ji bo gelê Kurd, hemû gelên cîhanê pêwîstiya wan bi vî fikrî heye. Bêdengiya hêzên navneteweyî jî ji ber di bin bandora vê sîstemê de ne, dibe sedem ku bi vî rengî bêdeng bin. Ev hêz li ser wê yekê kar nakin ku ne di berjewendiyên wan de bin. Doza Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî kar li ser berjewendiyên wan nake, dijî berjewendiyên wan in, ji bo wê ye ev bêhelwestî û bêdengiya neexlaqî li ser Rêber Abdullah Ocalan heye. Îro azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo hemû gelan û çareseriya pirsgirêka Kurd bûye şertekî esasî.”