Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heta vegerê berxwedan wê dewam bike

11/08/2018
in Uncategorized
A A
Heta vegerê berxwedan wê dewam bike
Share on FacebookShare on Twitter

Berxwedana gelê Efrînê yê ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li herêma Şehbayê bi cih bûne, berdewam dike. Rêveberên meclîsên herêma Şehbayê yên jin diyar kirin, ew tevî hemû kêmderfetiyan jî xizmeta gel dikin û pêdiviyên wan bi cih tînin. Rayedaran diyar kirin heta ku gel vegerin Efrînê wê berxwedana xwe dewam bikin.

Derbarê kar û xebatên Meclîsa Şehbayê de Hevseroka Meclîsa Navçeya Ehrezê Fîdan Ebdo û Cîgira Hevseroka Meclîsa Şehbayê Fethiye Qasim anîn ziman ku tevî hemû kêmasî û kêm derfetiyan li Şehbayê wê heta dawiyê xebatêx xwe yên xizmeta gel berdewam bikin.
Berxwedana gelê Efrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk neçar man ji Efrînê derkevin li Şahbayê berdewam dike. Piştî gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn meclîsa Efrînê û ya Şehbayê jî ji bo gelê Efrînê dixebitin û li gor derfetên xwe xizmetê dikin. Derbarê van kar û xebatan de Hevseroka Meclîsa Navçeya Ehrezê ya Kantona Şehayê Fîdan Ebdo û Cîgira Hevseroka Meclîsa Şehbayê Fethiye Qasim axivîn.
Fethiye Qasim diyar kir ku piştî êrîşên hovane yên dewleta tirk li ser Efrînê ji bo parastina gel deriyê Şehba ji gelên Efrînê re hat vekirin. Piştî ku gel bi rêxistin bû Meclîsa Şehba bi Meclîsa Herêma Efrînê re li gor derfetên xwe alîkariya gel dikin. Piştî gelê Herêma Efrînê di kampan de bi cih bûn komun hatin avakirin û bi awayekî rêxistinkirî kar û xebat hat meşandin. Her wiha di milê tendirustiyê de jî me xizmeta gelê xwe kir û me ji bo gelê xwe li gorî derfetên xwe nexweşxaneyek jî vekir.”
Fethiyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beşa sereke ya di navbera herdu herêman de beşa rêxistinî bû. Ev xebat jî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo weke xebatek hevbeş tê kirin û ji bo rizgarkirina Efrînê tekoşîn li Kantona Şehba dewam dike.”
BERXWEDAN WÊ
DEWAM BIKE
Hevseroka Meclîsa navçeya Ehrezê Fîdan Ebdo jî li ser kar û xebatên li Şehbayê wiha got: “Piştî Efrîn hat dagirkirin gel berê xwe da Şehbayê. Li Şehbayê ji ber ku em nikarin hemû pêwîstiyên gel pêşwazî bikin di rewşek zehmet de dijîn. Lê dîsa em wek Meclîsa Efrînê û Şehbayê ji bo xizmeta gelê xwe hertim li ser piyan e.”
Fîdanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku tevî ku heta niha tu alîkarî ji gelê Efrînê re nehatiye û dewletên navneteweyî dawî li bêdengiya xwe neanîne jî wan li gorî derfetên di dest xwe de alîkariya gel di hemû waran de kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê vê alîkariya xwe berdewam bikin. Piştî ku komun hatin avakirin êdî gel hêdî hêdî jiyana xwe bi rêxistin dike û berxwedana xwe dewam dikin heta ku vegerin ser axa xwe.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.