Rêvbera têkliyên Diblomasiyê ya Kongreya Star Eliya Ogla diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kilîda aloziya li Rojhilata Navîn e û tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan aloziya Rojhilata navîn kûr dike.
Dewleta tirk tecrîdeke girankirî daniye li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rê nade hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re. Têkildarî vê mijarê Rêvebira Têkliyên Diblomasiyê ya Kongreya Star tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got; “Ji 2011’an ve dewleta tirk tecrîdeke giran li ser rêber Apo pêk tîne. Ev tecrîda ku li ser Rêberê me tê meşandin dibe sedema krîzê li Rojhilata Navîn, ji ber ku rêber Apo Kilîda çareseriya vê krîzê ye.”
TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE
Eliyayê di dewama axftina xwede da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan sûcekî dijî tevahî mirovahiyê ye û wiha pêde çû; “Rêber Apo ji bo azadiya gelan heta vê rojê li ber xwe daye. Ji ber vê jî erka her mirovekî ew e ku xwedî li Rêber Apo derkeve.”
Eliyayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku daxwaza azadiya Rêber Apo daxwaza demokrasî, aşitî û wekheviyê ye û di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Rêberê me ji bo azadiya jinê û civakê her di nava têkoşînê de ye, lewma tecrîda li ser rêbertî tecrîda li dijî tevahiya mirovahiyê ye. Dewleta tirk a ku bi talankirin, tecawizkirin û kuştinê hate naskirin û li gel ku ev yek li Efrînê bi awayekî zelal tê xuyakirin jî dewletên navneteweyî û saziyên mafên mirovan derbarê van êrîşên dewleta tirk de bêdeng in. Em ê li ber xwe bidin heta ku em rêber Apo a azad bikin ,wekehvî û demkokrasiyê pêk bînin. Em ê serokê xwe azad bikin.”…JINNEWS






