Rojnameya Ronahî

 Evîndarê ziman û wêjeya kurdî; Arşek Baravî

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ehmed Elî yê bi nasnavê Arşek Baravî tê naskirin, yek ji zimanzan û wêjevanê kurd yên berz e. Baravî ji salên 1980’î ve mijûlî ziman û wêjeya kurdî dibe, bêhtirî 20 berhemên wî hene. Ew bi 5 zimanan dizanê lê bûye evîndarê ziman û wêjeya kurdî û xebateke giranbuha di vî warî de kiriye û hîna jî xizmetkariya  ziman û wêjeya kurdî dike.

Arşek Baravî

Qada çand û wêjeyê baxeke bedew a civakê ye, bi tayebet çand, wêje û zimanê kurdî, wêjevan û zimanzanên kurd jî, kesayetine ku ji bo parastin û pêşxistina çand, ziman û wêjeyê guh dane wê baxa wêjeya kurdî. Yek ji van kesan Arşek Baravî ye, ew zimanzan û wêjevanê kurd yê ji Rojava ye. Navê wî Ehmed Elî ye, Arşek nasnavê xwe ji şahên kurdan yên dîrokî wergirtiye tê wateya şeka agir û Baravî jî nasnavê eşîreya wî ye.

Jiyana wî û xwendin

Di sala 1963’an de li Amûdê ji dayik bûye, lê dê û bavê Arşek ji Bakurê Kurdistanê bi tena xwe koçberî Amûdê dibin. Tu xuşk û birayên wî tune bûn. Ji ber ku bavê Ehmed ango Arşek ji xwendin û zanînê hez dikir, wî bi temenekî biçûk rê kir dibistanê, rojane ew li kerekê siwar dikir û dibir dibistana Emar Bin Yasir a ku diket nav taxên xirstiyanan. Ji ber ku zimanê perwerdeyî bi zimanê erebî bû, wî gelekî astengî di vî milî de dîtiye. Her wiha heya refa 6’an ji waneyên ku dihatin dayîn fêm nekiriye. Lê wî mijara zimanekî xerîb ji bo xwe nekiriye pirsgirêk û xwendina xwe domandiye. Arşek, serkeftî derbasî qonaxa navîn û amadeyî dibe û di dibistana Ebî Elaa Elmeerî de ya Amûdê xwendiye. Piştî ku bawernameya bekeloriya wêjeyî ya zimanê erebî wergirt, çû Şamê û dest bi xwendina beşa Mafnasiyê kir. Lê di sala yekem ya zanîngehê de ji ber ku li Qasiyûn û Riknedîn waneyên bi zimanê kurdî didan, ji zanîngehê hate dûrxistin. Di sala 1986’an de careke din waneyên zimanê kurdî li Amûdê dane hejmarek mezin ji şagirtên Amûdê. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, derfeteke mezin li pêşiya xebata wî ya di derbarê zimanvanî û wêjeyê de çêbû. Ehmed xebata xwe ya girêdayî ziman û wêjeya kurdî didomand û di heman demê de jî di nav saziyên Rêveberiya Xweser de jî karê rêvebirinê û yên cuda dikir. Weke Rêxistina Orkêş a Mafê Mirovan, Yekîtiya Ragihandinê û hwd… Ji wan saziyan jî Zanîngeha Rojava bû, Baravî sala 2018- 2019’an xwebexş, di beşa Wêjeya Kurdî de bûye mamosteyek. Di roja îro de jî di Yekîtiya Rewşenbîran ya Herêma Cizîrê de weke rêbeberê beşa Amûdê cih digre. Ew ji destpêka ku bîrewer bûye, karê şivantiya pez kiriye û heya niha jî di ber nivîs û xebata rewşenbîrî, şivan e.

Xebata wî ya zimanzanî û wêjevaniyê

Dema ku Baravî ev qonax dixwend di nav re mijûlî wêje û nivîsîna helbestê dibe, lê ji ber ku nivîsîna bi zimanê kurdî qedexe bû, wî bi zimanê erebî helbest nivîsîne. Di rojekê ji rojan de wan helbestên xwe yên bi zimanê erebî li pêşiya şagirt û mamosteyan dixwîne. Ji ber ku nikarîbû hest û helbestên xwe bi zimanê dayikê derbirîn bike, rondikan dibarîne û ji cergê xwe dinale. Lewma di wê demê de wan helbestan li cem xwe dihêle û paşê wan bi kurdî dinivîsîne. Di wê dema ku ji ber êşa helbesta kurdî rondik dibaranad, vîna wî ya ji bo fêrbûna zimanê kurdî gur bû. Di heman demê de carekê ji ber nivîsên siyasî yên ku li ser dîwarê dibistana ku lê dixwend, bê sûnc ji aliyê rêjîma Baais ve tê girtin û bi tundî tê işkencekirin. Sedem ew bû ku Arşek şagirtekî kurd bû, hate cezakirin. Lê ev yek ji zimanzan Arşek Baravî re bû hanedan û hêzek ku bibe têkoşerê pênûs û zanînê, her wiha dest bi xebata zimanzanî û wêjeyê bike. Ew di sala 1981’î de ji bo ku xwe fêrî zimanê kurdî bike, diçe Libnanê û pirtûka Cegerxwîn dikire. Ew bi riya hevrûkirina di navbera tîpên inglîzî û kurdî de fêrî zimanê dayikê dibe. Her wiha di sala 1981’ê de mijûlî aliyê çandî dibe û yekem koma Folklorî ya bi navê Mîdiya li navçeya Amûdê avadike. Di sala 1982’an de jî di nav qada şoreşgerî ya Tevgera Rizgariya Kurdistanê de dibe wergervanê erebî, kurdî û tirkî. Hêjayî gotinê ye ji bilî kurdî, ew bi zimanê tirkî, erebî, farisî û inglîzî jî dizane biaxive û binvîse. Lewma wî ferhengek bi navê Ferhenga Çeleng bi 2 çapan amade kiriye. Ehmed (Arşek) di salên 1980’î de pirtûka rêzman a Celadet Bedirxan û hin pirtûkên din xwendin û di heman demê de jî rexne kirine û nirxandine. Weke ku Arşek dibêje: “Piraniya pirtûkên ziman û rêziman yên ku nivîskarên kurd amade kirin, ne li gorî hizir û zimanê civaka kurdî ne. Nimûne em bêjin, Celadet di bin bandora zimanê tirkî de xebata rêzman û zimanê kurdî kiriye. Lewma min biryar da ku ez bi felsefa kurdî bihizirim û di vî warî de xebatên zimanzaniyê bidomînim. Arşek Baravî bêhtirî xwe guh daye ziman û rêzmana kurdî û yekem pirtûka girêdayî ziman di sala 1988’an de bi navê Rista Hokirina bi awayekî veşartî çap kir. Di sala 2005’an de ew dixwaze pirtûka Zar û Ziman bişîne Şamê û çap bike, lê ji aliyê rejîma Baas a wê demê ve tê girtin, lewma Arşek neçar dimîne ku li Beyrûta Libnanê di heman salê de çap bike. Wî xebata xwe ya zimanvaniyê domandiye û berhemên têkildarî zimanê kurdî de nivîsiye.

Berhemên wî

Ehmed Elî yê ku bi navê Arşek Baravî tê nasîn, xebateke bi nirx ji bo wêje û zimanê kurdî kiriye. Hêjayî gotinê ye ku heya niha 10 berhem çap kirine û bêtirî 10 berhemên din hîna çap nebûne. Yên ku çap bûne ev in; Rista fêrkirina Zimanê Kurdî (1), di sala 1988’an de çap bûye, pirtûka Hokarê Kurd (1) di sala 1989’an de hatiye çapkirin. Her wiha pirtûka Zar û Ziman di sala 2005’an de û Ferhenga Çeleng çapa 0 û 1’ê di sala 2017’an de çap bûne. Romana Jiyan di sala 2020’an de û pirtûka Zarê Zêrîn çapa 1’ê di heman salê de hatine çapkirin. Hem jî pirtûka Zarê Zêrîn çapa 2’yan û ABC ya Kurdî û ola Zerdeştî û Dîroka ABC ya Kurdî di sala 2022’an de hatiye çapkirin. Berhema Arşek ya dawîn ku hatiye çapkirin jî pirtûka Wêjeya Kurdî ye, di sala 2023’an de weke lêkolîn çap bûye. Baravî xebata xwe didomîne û pênûs li gel ked û xwêdanê ranaweste. Pirtûka wî ya ku niha li ber çapê ye; Dîroka Gelê Kurd e. Li aliyekî din jî li gel wî cureyeke wêjeyê taybet ya kurdî afrandiye, cureya kevanên helbestî ango tabloyên helbestî. Wî 6 kevanên helbestî nivîsîne û her kevanek di hundurê xwe de nêzî 60 helbestî dihewîne. Berhema ku niha li ser kar dike jî cureyeke nûjen e, ew jî romana helbestî ye.