Rojnameya Ronahî

Ramanê Rêber Apo îlham da Cîhanê

Amara Baran/Qamişlo

Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Zubeyda Zumrut diyar kir ku heta azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê Pêngava azadiyê berdewam bike û got, “Ramanê Rêber Apo Îlham daye tevahiya cîhanê.”

Kampanyayên ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de hatine destpêkirin, li Welatên Awrupa bê navber tên domandin. Di vê çarçoveyê de  Hevseroka KCDK’ê Zubeyde Zumrut ji rojnameya me re axivî.

Kampanya bi pêşengtiya dostên Rêber Apo destpêkir

Zubeyda diyar kir ku Kampanya Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de ji aliyê dostên gelê kurd ve hatibû destpêkirin ji bo tevahiya mirovahiyê girînge û wiha got: “Ev pêngav ji bo me û ji bo tevahiya mirovahiyê pir girîng e. Azadiya fîzîkî a Rêber Apo ne tênê pirsgirêka gele kurde, lê pirsgirêka hemû cîhanê ye. Di vê pêngavê  gelek dostên kurdan, rewşenbîr, fiylesof, hiqûqnas û siyasetmedar  bi taybet kesayetên ku têne naskirin û sendîqa jî tê de cîh digrin. Pêngav di qonaxa yekemîn de bi kelecan û coşeke pir mezin derbasbû, dema ku standa hemlê hat diyarkirin li 74 welatan hate destpêkirin û niha jî ev hemle ji 100 welatan zêdetir belavbûye û tevlîbûneke mezin ji vê hemleyê re çêbûye, heta azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêk were wê hemle berdewam bike. Berê jî gelek hemle hatin destpêkirin lê dem bi dem bûn û dîrok dihatin diyarkirin. Biryara vê hemlê heta ku Rêber Apo azad bibe wê berdewam bike. Ev meşa Azadiya têkoşîna Rêber Apo ye, ji bo civakê Kurdistaniyên li Awrûpa û hemû dostên Rêber Apo di nav vê xebatê de cihê xwe digrin.

Paraznameyên Rêber Apo ji gelê Rojhilata navîn re bû îlham

Zubeyda da xuyakirin ku xwendina paraznameyên Rêber Apo îlham da hemû cîhanê û wiha domand: “Di qonaxa dûyemîn de çalaki  li ser  asta welat, Awropa û herçar parçeyên KurdIstanê rojane berdewam dikin. Li Awropa her kar û xebatek li ser  bingeha azadiya Rêber Apo tê kirin. Qonaxa dûyemîn coşa xwe di Newrozê, 4’ê Nîsanê û 8’ê Adarê de derxist holê, di paraznameyên Rêber Apo de û bi riya fikir û felsefeya wî ji gel û dostan re parvekirin û girêdayî vê yekê  jî lêkolîn têne kirin. Bi Rêber Apo re diyalog li welatên Awropa bi xwendina pirtûkên Rêber Apo û nivîsên wî tên kirin, her çiqasî Rêber Apo li gireva îmraliyê girtîbe jî, bi rêka diyalogan bi Rêber Apo re jiyan dikin, li ser vê bingehê pirtûkên Rêber Apo û paraznameyên wî di 22’ê Pûşberê bi dawî bûn, lê dem bi dem bi dostan re pilansazî têne kirin ku hertim wê berdewam bike.”

Tevgera Jin a AwrOpa 1300 îmze ji CPT’ê re şandin

Zubeyda balkişand ser nameyên ku ji CPT’ê yê re hatinê şandin û wiha got “1300 nameyên ku hatine îmzekirin, ji CPT’ê re hatin şandin. Li Baselê jinan ji bo azadiya Rêberê Abdullah Ocalan, 1300 name ji CPT’ê re şandin. Kampanyayên ku di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ de hatine destpêkirin, li welatên Awropa  bê navber berdewam dikin. Di çarçoveya pêngavê de Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo ku CPT berpirsyartiya xwe bi cih bîne, kampanyaya nameyan da destpêkirin. Îro jî kampanya li bajarê Baselê yê Swîsreyê hate birêvebirin û bi hezaran nameyên ku li bajarên Lozan, Sîon, Zurîh, Cenevre û Aaraûyê hatine komkirin ji CPT’ê re hatin şandin.”

CPT bi erka xwe ranabe

Zubeyda Zumrut diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan ji bo ku CPT wezîfeya xwe bi cih bîne, bi salane bê navber kampanyayan dimeşînin û wiha got: “Weke Kurdistaniyên ku li Baselê dijîn, em di çarçoveya kampanyayê de îro ji CPT’ê re name dişînin û car din dixwazin wezîfeya CPT’ê li bîr bixin. Îro li dijî Rêbertiya me pêkanîneke dijmirovî heye. CPT mîna duh, îro jî bêdengiya xwe didomîne. Em ji vir careke din bi bîr dixin ku em vê helwesta CPT’qebûl nakin. Heta ku Rêbertiya me azad dibe, weke jinên Kurd em ê çalakiyên xwe li her qadê bidomînin.”