Rojnameya Ronahî

Mêr sûc dike û ya tê ceza kirin jin e

Nehîr pale

Li hemû civakan bûyerên gelekî giran di navbera jin û mêr de diqewim in. Ji destpêka derketina sîstema baviksalarî ev pirsgirêk hene û berdewam dikin. Berê jî di encama rê û rêbazên danûstandina jin û mêr de pirsgirêk derdiketin û eger zîhniyeta mêr, rê û rêbazên wî neyên guhertin ev buyer wê bidomin.

Buyer dema ku diqewimin li ser dezgehên raghandinê û dijîtal mediya têne belav kirin. Li hemberî van buyeran çi erênî yan jî neyînî be bertek ji aliyê kesên dîtin û bihîstin ve derdikeve. Gelek caran bê ku buyerê fêm bikin jinê sûcdar dikin an jî malbata wê tê sûcdar kirin. Mêr jî tu carî nayê lêpirsîn kirin. Mêr dema ku jinê dukjê civak jî an wê gunehê xwe bi wê jinê bîne yan jî wê bibêjin gelo vê jinê çi kiriye heyanî hatiye kuştin. Mêr jinê tecawiz dike; ew jin wê were ceza kirin! Ji xwe di vir de tucarî edalet nîne.

Li gundê Kibaşîn ê girêdayî navçeya Şêrawa ya girêdayî bajarê Efrînê çeteyekî gurûpa Feyleq El-Şam a girêdayî dewleta Tirk a dagirker zarokeke 17 salî ji malbata wê direvîne. Wê zarokê işkence û tecawiz dike û piştî rojekê wê vedigerîne gel malbata wê. Bavê keçikê wê dibe nexweşxanê. Li nexweşxanê fêmdike ku êdî keça wî nema keçike û mîna her bavî dibêje namûsa min gemarî bûye. Bav dixwaze namûsa xwe bi kuştina keça xwe paqij bike. Ji xwe ew zaroka 17 salî dema ku ji aliyê çeteyên Tirk ve hatiye revandin û tecawiz kirin, hate kuştin. Tenê fêzîkî hebûna wê ma ye ew jî bav dixwaze dawî li hebûna wê bîne û şerefa xwe paqij bike. Bavê zaroka 17 salî û hemû xelkên gundê Kibaşîn çima nayê bîra wan an jî fêrnebûne ku li hevdû bicivin û pirsgirêkên xwe nîqaş bikin. Ew xwe birêxistin bikin û xwe biparêzin. Ev ne cara yekeme ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker jin tecawiz kirine. Îro zaroka 17 salî bû, wê sibe wisa li yeke dîtir bikin. Mêr sûc dike û ya tê ceza kirin jin e. Çeteyên Tirkiyê ku niha li xaka Efrînê ne rojane xaka Efrîn tecawiz dikin û ziyanê dighînin şêniyên wê. Ne tenê jina Efrînê tê qirkirin, civaka Efrînê bi giştî ji aliyê fîzîkî û çandî ve tê qirkirin.

Li ber çavên civakê rêbazên hovane li hemberî jin têne bikar anîn. Li bajarê El-Enbar ê Iraqê bira xwişka xwe bi zincîreke ve girêdane. Ew zincîra ku pê girêdane dibe ku 10 metro dirêj bû. Mîna ku heywane ji bo nerevê ew asê girêdane. Yên wê jinê xilas dikin dîse mêr in. Ji xwe li ser dezgehên raghandinê dihat gotin ku polîsan jina ji aliyê birayên xwe ve hatiye girêdan xilas kirin. Yên ew girêdane mêrin û yên wê ji girêdanê xilaskirin, dîse mêr in.

Di encama vê yekê de dema ku buyerên kuştina jin û tecawizkirina wan diqewimin, tê gotin ku kesan kirine. Ew bûyer baş nayên lêkolîn kirin, îdeolojîk li wan nayê nêrtin. Di encama zîhniyeta baviksalarî de ev bûyer diqewimin û tûndiya li ser jin berdewam dike.