Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

MSD rê li ber parçekirinê digire

11/08/2018
in Uncategorized
A A
MSD rê li ber parçekirinê digire
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên li Kampa Serdem a koçberên Efrînê li Şehbayê dimînin derbarê gengeşeya danûstandinên Sûrî-Sûrî de nîrîna xwe ji rojnameya me re anîn ziman. Jinên Efrînê gotin: Ji bo ku rê li ber parçekirina axa Sûriyê bê girtin, pêwîste bi lez û bez aliyên ku nûnertiya civaka Sûriyeyê dikin li hev bicivin. Ji bo peydakirina çareseriyê jî lazime di zîtirîn dem de bi lihevkirina xwe rê li ber nexşeyên parçekirina axa Sûriyê bigirin.

DIYALOGA HUNDIRÎN ÇARESERÎ YE
Derbarê hevdîtinên Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD bi rejîma Sûriyê û lêgerîna MSD ya çareseriya aloziya Sûriyê de, jinên Efrînê yên li Kampa Serdem dimînin ev nirxandin kirin. Jina bi navê Roken Şêxo got: Nêzî heşt salan e li Sûriyê ji bilî xirabî, kuştin û wêrankirinê tune ye. Hemû hêzên derve ji bo parçekirina vî welatî li gorî berjewendiyên xwe destwerdana axa Sûriyê kirine. Talan û wêranî di asta herî jor de ne. Hemû aliyên mudexeleker jî, ji bo çareseriya aloziya Sûriyê ne xwedî proje ne. Di encamê de diyar dibe ku ji bilî gelên Sûriyê kesek nikare pirsgirêka vî welatî çareser bike. Ancax bi îradeyeke hundrîn û projeyeke gelên Sûriyê bi xwe ev alozî ji holê rabe. Ji ber vê jî pêwîste hemû beşên civaka Sûriyê li dora masyekê kom bibin û bi xwe aloziya Sûriyê çareser bikin.

REVA JI DIYALOGÊ
PARÇEKIRIN E
Sîham Abdulrehman ku ew jî nişteciya Kampa Serdem e di vê derbarê de ev tişt anî ziman: Gelekî girîng e diyalogên bi vî rengî bi pêş kevin. Ev diyalog dê rê li ber destwerdana derve û parçekirina axa Sûriyê bigire. Wê dagirkirina axa Sûriyê biqedîne. Di pêvajoya aloziya Sûriyê de isbat bû ku; ancax pirsgirêk bi riya lihevkirineke hundirîn çareser bibe. Sîham di axaftina xwe de got ku; Ya girîng danûstandin û ne cihê wê ye. Li kuderê dibe bila bibe, pêwîste êdî rejîm fêm bike ku bi zihniyeta berê nikare vî welatî bi rê ve bibe. Gereke rêzê ji xwîna ji vî gelî bigire. Êdî ji xwînrijandin, wêrankirin, talanî, destdirêjî û dagirkeriyê re bes e. Sîham dawiyê de got: Ji berê de rêveberiya Şoreşa Rojava gotiye ku ancax aloziya Sûriyê bi îradeya gelên Sûriyê û bi projeyeke xweser a gelên Sûriyê bi xwe çareser bibe. derveyî vê yekê kûrkirin û dirêjkirina aloziyê ye. Ji ber jî em bang li rejîmê dikin ku dest ji wê hişmendiya xwe ya berê berde û destê ku MSD dirêj kiriye li hewa nehêle. Helwesteke wisa dê rejîmê bi xwe têk bibe û wê Sûriyê jî di navbera hêzên destwerdanê de parçe bike…

Şîlan XOCE

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.