Rojnameya Ronahî

Ji serok û ruspiyên eşîrên Kurd dijî dagirkeriyê û xiyanetê banga girîng

Serok û rûspiyên eşîrên Kurd ên li Herêma Cizîr, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û xiyanetê bang kirin. Rûspiyan diyar kirin şerkirina li hemberî gerîla xiyaneta herî mezin û bang li endamên koma bi navê ‘pêşmergeyên roj’ kirin ku vegerin. Ji Partî û hêzên siyasî jî hat xwestin ku berpirsyariya xwe bi cîh bînin.

Serok û rûspiyên eşîrên Kurd ên li Herêma Cizîr a Rojavayê Kurdistanê, derbarê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê tê kirin de, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniya ku li Parka Serdem a li bajarê Hesekê hat dayin de, serok û ruspiyên eşîrên Kurd ên Badîna, Gabara, Mihelmî, Kîka, Saroxana, Rimika, Omera, Dena Êzidiya, Deqorî, Şêxî, Sorkî, Mêrsinî, Ebasa, Mendan, Basiqlî, Hevîrka, Tezat, Koçerî, Mîran, Xelcan, Selxî, Batwa, Dazoran Dodkî, Melan, Teyan, Botî, Morîka, Al Rusem Axa, rûspiyên terîqeya Qadiriyê amade bûn. Daxuyanî li ser navê serok û rûspiyên eşîran  ji aliyê mamosteyê zimanê Kurdî Ezîz Elî yê ji eşîra Sorkî ve hat xwedin.

Daxuyaniya ku bangên girîng hatin kirin wiha ye:

“Em serok û rûspîyên eşîrên Kurd ên Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, bi xemeke mezin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dişopînin. Li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê me lîstokek mezin di meriyetê de ye. Dewleta Tirk di nav hewldanan de ye ku Kurdan bi Kurdan bide şerkirin. Mixabin PDK’ê xizmeta van êrîşên dagirkeriyê dikin û dibin şirîkên lîstoka qirkirina Kurdan bi destê Kurdan. Her şerek navxweyî yê di navbera birayên Kurd de, tenê di xizmeta dijminên me de ye û dibe sedema perçebûna yekrêziya me, lawazkirina bergiriya me li hember pirsgirêkên mezin ên li pêşiya me.

Xiyaneta herî mezin

Li gorî zanyariyên heyî, hêzên Başûr ciwanên Kurd ên Rojavayî yên di nav koma pêşmergeyên roj de dibe herêmên Zap, Metîna û Avaşîn, wan li hemberî gerîla dixe nav şer. Ev rewş mijarek cîdî ye û ji bo me cîhê şermê ye. Gêrîla şeref û rûmeta me ye. Xwedîderketina li gerîla erka herî pêş a hemû Kurdan e. Şerkirina li hember gerîla, xiyaneta herî mezin e li dijî gelê me.

Vegerin

Em li vir bang li ciwanên xwe yên ku li Başûrê Kurdistanê di nav pêşmergeyên roj de ne dikin û dibêjin: ‘Ji bîr nekin hûn ji ku derê hatine û nekevin xizmeta lîstokên dijmin. Dijmin dixwaze Kurdan bi destê Kurdan qetil bike. Dixwaze şerê birakujî derxîne. Her kî bikeve xizmeta vê planê, ew di nav xiyanetek dîrokî de ye. Divê kes nebe perçeyek ji van lîstokan. Em zarokên gelê bi rûmet in. Em her li ku derê bin, divê em xwedî rûmet bin berjewendiyên gelê xwe biparêzin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku vegerin ser axa xwe, li hember êrîşên li ser axa xwe parastina Rojava bikin.’

Bi erka xwe ya dîrokî rabin

Em bang li serokên partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî dikin ku bi erkên xwe yên dîrokî û neteweyî rabin, ji her tiştê ku dibe sedema nakokî û pevçûnan dûr bikevin. Em bi bîr tînin ku yekîtî û biratî, çeka herî bi hêz e ku em pê gelê Kurd li hember metirsî û êrîşkariya dijmin biparêzin.

Di dawiyê de, em ji xwedayê mezin daxwaz dikin ku Kurdistana me ji hemû ziyanan biparêze û me ji rêya silametî û aramiya gelê me û neteweya me dernexe.”