Rojnameya Ronahî

‘Xêzkirin bedewiya jiyana min e‘

Ronaz Silêman/Qamişlo

Wênesaza ciwan a ji bajarê Qamişlo Rojda Xelîl diyar kir ku wênwsazî hebûn û nasnameya wênesaze û got, “Ez êş û berxwedana gelê xwe bi riya xêzkirinê xêz dikim û wênesazî wateya jiyana min e.”

Di jiyanê de, dema mirov bîrwer dibe dilê wî bi taybetiyekê ve tê girêdan ev taybetî jî, ji hizkirina zêde dibe jêhatiya mirov. Gelek mirov jî hene jêhatiya wan wênesazî ye. Wênesazî yek ji hunerên ku girêdayî çav, mejî û hestên mirov e. Wênesazî ne tenê ew hunera ku wênesaz wêneyekî ji bo diyarkirina xweşikbûnê xêz bike, huner ji vê yekê kûrtir û bi watetire.

Huner hebûna mirove

Beriya Şoreşa 19`ê Tîrmehê, civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çavekî biçûk li karê wênesaziyê dinerîn, lê bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re gelek guhertin rûdan, bi taybet di aliyê kar û xebatên huneriyê de. Êdî wênesaz xwe di warê hunerê de li pêş xistin û civak jî kete wê bawereiyê de ku huner hebûna gelek mirov ye, herwiha kûrahiya hunera wênesaziya baş nas kir.

Derbarê jiyan û girîngiya hunera wênesaziyê, wênesaza ciwan a ji bajarê Qamişlo Rojda Xelîl ji rojnameya me re axivî.

Wênesaza ciwan Rojda Xelîl ku bi temenê xwe 16 salî ye, diyar kir ku xêzkirin bedewiya jiyana wê ye û wiha got: “Di jiyan her mirovekî de, bedewiyek heye, bedewiya min jî xêzkirine. Dema ku temenê min 12`e salî bû, min dest bi karê xêzkirinê kir, hizkirin yan hêjahitya min jêr tinebû, lê min didît ku malbat min ji xêkirinê hez dike, lewra min dît cihê min jî di nava wênesaziyê de heye, bi rastî jî dema min dest bi xêzkirinê kir, min dît ku ew kêfxweşiya min e jî ne tenê ya malbat min bû. Her wiha malbat di karê wênesaziyê de yên ku bûn piştgir ji min re, malbata min bû.”

‘Ez êş û berxwedana gelê xwe xêz dikim’

Rojda Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku ew tevlî 5 pêşengehan bûye û wiha got: “Di qonaxê fêrkirin û pêşketina min ji wênesaziyê re ez tevlî 5 pêşengehan jî bûm, ew pêşengeh li ser asta Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn, her wiha li van pêşengehan tebloyên min yên ku behsa êşa civak û welatê me dike, hatin pêşandan, di heman demê de hin tabloyên li ser berxwedaniya jinê jî bûn. Tiştê ku min di tevlîbûna van pêşengehan de kêfxweş kirin ew bû ku tevî temenê min yê biçûk tevlîbûna min ji pêşengehê re hat qebûlkirin û ji ber bedewiya tabloyên min jî, min ker wergirt.”

‘Wênesazî wateya jiyana min e’

Wênesaza ciwan Rojda Xelîl axaftina xwe wiha qedand: “Niha ez bûme refa 10`an û li kêleka xwendina xwe jî karê wênesaziyê dikim, di heman demê de 20 zarokî/ê fêrî xêzkirinê dikim. Armanca min ji fêrkirina zarokan ji xêzkirinê re ew ku her kesê cihê xwe di nava wênesaziyê de dibîne li pêş bikeve, di heman demê de wêneyên wan bikevin xizmeta civaka gelê kurd de. Bi rengê zeytî û fehmî xêz dikim, lê bêtirî wê yên zeytî, her wiha heta niha min 50 tablo xêz kirin e. Di peydakirina alavnan de tenê malbata min bi min re dibin alîkar, lê hemû alavên wênesaziyê li vir nayên peydakirin, di civaka me de jî li wênesaziyê bi çavekî kêm dinerin. Ez bi riya hunerê hest û ramanên xwe derdixim hole, herwiha wênesazî wateya jiyana min e û beyî wê nikarin jiyan bikim.”