Rojnameya Ronahî

Doza Şêx Seîd

Hafiz Ahmet Turhalli

Ji vir û not û neh sal berê, di bin navê dadgeriya Îstîklalê de şanoyekî ji hêla sîstema Turaniyên Tirkve, li ber çavê mirovahiyê hate leyistin. Şêxê kal û çil û şeş hevalên wî, di qada deriyê çiya, ya paytexta Kurdîstanê de hatin sêdare kirin.

Pirsgirêka Tirkên nîjadperest û milletê me jî bi vî rengî, lihev hat eşkere kirin. Biratiya xapandina binavê Ol jî hate pûç kirin. Dibistanên Kurdan hatin kilît kirin û Mizgeftên wan hatin şewitandin. Tirkîtî bi rengekî eşkere li ser milletê me, hate ferz kirin.

Ji ber piştî peymana Lozanê milletê me li rastê hate hiştin û li hêla Turanîyên dewleta Tirkiye, ji piştêve hate xencer kirin.

Zana û Rêberên Kurdan jî ev neyartiya eşkere ji bo milletê Kurd û Kurdîstanê ne pijirandin û ev nêzîkbûn weke îxanetekî dîtin û dest bi doza xwe ya rewa kirin. Ji ber li tamîmên Amasyayê û qanûnên 1921‘an de, welatê Anadolî û Kurdîstanê weke welatê Kurd û Tirkan hatibû pênase kirin.

Bi nêzîkbûnên dewleta xwînmij, bi taybet bi erêkirina peymana Lozanê, Kurdan dît ku Turanîstên Tirk, dek û dolaban li Kurd û Kurdîstanê çêdikin.

Li ser van nêzîkbûnên xayinên dewleta Tirk, Kurdan jî amadebaşî kirin ku mafê xweyê Olî, Netewî û Mirovî bi dest bixin.

Di nava liv û tevgera Kurdan de dewleta Kemalîst, henekî pêşengên tevgerê binçav kirin û provaqasyona Navçeya bajarê Amedê ya Pîranê pêşxist.

Şêx Seyid û hevalên wî neçar man ku, dest bi têkoşîna leşkerî bikin.

Bi hezaran mirov hatin qetil kirin, bajar û navçe hatin tune kirin û xîyaneta navxweyi nehîşt ku bizava Kurd bigîhîje meqseda xwe.

29.06.1925 de di serî de Şêxê kal û hemû hevalên wî hatin şehîd kirin.

Li bakurê Kurdistanê jî dagirkeriya leşkerî hate pêşxistin. Cara yekeme ku Turaniyên Tirk, dagirkeriya xwe ya leşkerî û piralî li Kurdistanê bi cîh kirin.

Serîhildana Kurdan ya despêkê dijî vê dewleta qatil, serîhildana Şêx Seîd û hevalên wî ye. Dewleta Tirkan piştî qiyama Şêx Seîd ser jenosîda Kurdan û tunekirina Kurdistanê, bihevkariya dewletên hevkar xwe cîh bi cîh kirin.

Lê neviyên Şêx Seîd bi taybet bizava PKK’ê ev xeyalên Turaniyan û hevkarên wan têkbirin.

Weke mucîzeyek ji bajarên Pêxemberan Rihayê Abdullah Ocalan derket û tevgerekî hemdem û pêşketî rêxistin kir. Bi rêxistinkirina vê tevgerê hemû desthelatdar mat mayi man. Abdulla Ocalan û tevgera wî heyfa şex û hemû Kurdan ji dagirkeran rakirin. Ji ber wê sedemê Abdulla Ocalan bû hedefê sereke yê dagirkeran. Desthilata cîhanê ji bo wî desteser bikin, ketin nav liv û tevgerê de. Revandina Abdulla Ocalan û dîlgirtina wî di girtîgiha îmraliyê de wek rureşiyekî cîhanê kete nav pelê dîrokê.

Di 29.06.1999 de cezayê sêdarkirina Abdulla Ocalan jî hate erê kirin. Mesaja Turaniyan eşkere û zelale, Abdullah Ocalan nêviyê Şêx Seîde û doza Şêx berdewam dike, di heman rojê de heman cezayê sêdarê li Abdullah Ocalan birîn berdewamiya qirkirina Kurdan e.

Lê wan nikarîbû Abdullah Ocalan sêdare bikin. Lewre Abdulla Ocalan rêxistinekî ava kiribû ku, ev rêxistin milên wî li hemû dinyayê xwe bi cîh kiribû.

Di demekê nêzîk de emê hemû bihevre, bi Rêber Apo û hemû heval û hezkiriyên wî yên cîhanê, li paytexta xwe Amadê ser qebra Şêxê xwe yê şehîd fatîhê bixwînin û duayan bikin. Piştre jî emê dîlana azadiyê li ber kembera derîyê çiya bigerînin.