Rojnameya Ronahî

Dagirkeriya Osmanî Li Ser Ewrûpayê

Volqan Elî

Ji beriya pergala cîhanî ya kapîtalîst-emperyalîst jî li cîhanê hêzên hegemonîk-serwer ên cîhanê hebûne. Qetl û kuştarî, şer û ‘aştiya’ li cîhanê heye ji aliyê wan ve hatiye diyarkirin. Şaristaniya Greko-Romen, împaratoriya Roma, împaratoriyên Emewî-Ebasî, împaratoriyên Osmanî, Moxol, Sasanî, bi hezar salan xwîna gelan rêjandina, keda wan talan kirine û kîjan qewm, ol û etnîsîteyê daye li pey azadiya xwe ji kok ve hatine qelandin.

Ji ber yekê, cîhana me, piştî derketina dewlet û kedxwariyê her timî di nava alozî û ezmeyekê de bûye. bi navê kîjan ol û qewmî dibe bila bibe, her dewlet û împaratoriyê timî xwestiye erd û welatê miletan dagir bike; netew, ol û qewman jî timî xwestiye azad bijîn, îbadet û olên xwe bimeşînin, li cîhana me her wisa timî şer û pevçûnek hebûye.

Di dîrokê de piştî ku hêzên serdest ên hegemonîk tewazineke li gorî xwe çêkirine, li gorî xwe ‘aştiyek’ hakim kirine ji bo tîcaret û bazirganiya xwe, û bi her awayê serweriya xwe hin proje xistine meriyetê; ‘Rêya Qiral’, Rêya Hewreşîmê’ û ‘Rêya Biharatê’ (bi taybetî jî li gorî serdeman vê reyê bergeh û guzergeha xwe guhertiye) yên sereke ne. Ev her sê rê, di serdemên cuda de ji aliyê hêzên cuda yên hegemonîk ve hatine çêkirin. Jixwe her yek ji van di encama li hev kirineke diyar de wekî berjewendiyeke şirîk ketiye meriyetê.

Mînak, Rêya Biharatê Ya Nû ji Hindastanê dest pêkê kiriye, peravên Afrîkayê şopandiye, û di ser Lîsbonê re xwe gihandiye hemû Ewrûpayê . Hêza hakim ku di serdema sed sala 16.  ev proje (‘Rêya Biharatê Ya Nû’) xistiye meriyetê, Ewrûpa ye. Wekî nav jî li ser e, biharat ku di wan sed salan de faktoreke girîng a ekonomîk bû, wekî curekî xwarinê ji bo Erûpayê di asta jiyanî de bû. Wekî tê zanîn biharat tama xwerinê xweşiktir dike. Ev aliyê tê zanîn e. Ya din jî bi taybetî ji bo bakurê Ewrûpayê, di wan serdeman ku kerabe-berade nebuuye de girîngiyeke wê heye. Li Ewrûpaya bakur ji ber ku erdên çandiniyê tinen yan ji ji bo çandiniyê nabin, bi piranî bi goşt debara xwe dikin. Goşt û xwarinên bi goşt tên çêkirin, dema bi biharatan tên veşartin demeke dirêj xira nabe. Vê, girîngiya biharatan ji bo Ewrûpayê zêdetir kiriye. Ya girîngtir jî bazirganiya li ser vê dihate kirin ji bo dewletên serdemê, armanca esasî bûye.

Ji beriya ku ev proje bikeve meriyetê jî, Ewrûpayiyan rêyên bazirganiyê yên qedîm didan şuxulandin, curên biharatê bi kar dianîn. Mînak, ‘Rêya Hewreşîmê’ ku ji Çînê dihat rêyeke girîng a hatina biharatê bû. dewlemendên Ewrûpa bi bihayê zêr dibûn xwediyê van xwarinan. Dîsa hêzeke hegemon ku Rêya Biharatê ya qedîm kontrol dikir (ji beriya sed sala 16.) jî bajarê Venedîk ê Îtalyayê bû.

Ji beriya ku biharat yan jî tîcareta biharatê rasterast ji Hindistanê bi rêya behrê bigihêje Ewûpayê, herî dawî heya bi destpêka sed sala 16. tîcareta biharatê yan di rêya hewreşîmê de dihate kirin yan jî di bin kontrola Venedîkê de di xeta Yemen, Erebîstan, Misir, Filistîn, Îtalya û nava Ewrûpa de dihate kirin. Beşa tîcareta ya Rêya Hewreşîmê di bejahiyê de jî di bin bandora împaratoriyên Osmanî û Rûs de bûn. Bi vî şiklî hêzên hegemon ên Ewrûpî yên ji derveyê bajar-dewletên Îtalî (Venedîk, Napolî, Foleransa, Roma û hwd) ên wekî, Portugal (Portekîz), Îspanya, Fransa, Îngîltere û hwd. ‘Rêya Biharatê Ya Nû’ çêkirin. Di encamê de ji ambargo-hîsara Venedîk, Osmanî-Rûs xwe xelas kirin. Heta ji vê jî pêştir Rêberê Azadiya gelan Abdullah Ocalan gefa împaratoriya Osmanî li ser Ewrupayê, di derketina kapîtalîzmê li Ewrûpayê (Îngîltere-Hollanda) de wekî faktoreke girîng dihesibîne (MANÎFESTOYA ŞARİSTANİYA DEMOKRATÎK-II Kapîtalîzm Ne Aborî Ye Desthilatdarî Ye) Çawa ku Ewrûpayê kapîtalîzm wekî alternatîfê dagirkeriya Osmanî bi pêş xistibe, ‘Rêya Biharatê Ya Nû’ (ya di sed sala 16. de) jî ji ber xetereya qorsanên (terorîstên behrî) Venedîk-Osmanî (li ser Rêya Hewreşîmê kontrola împaratoriya Rûs hebû) hatiye bi pêşxistin.

Di sala 1498’an de kaptan-i deryayekî dewleta Portugalee (Vasco da Gama) di aliyê bakur ve peravên Afrîkayê şopand xwe gihand Hindistanê. Ev rêya nû jî li ser xetê hatiye diyarkirin.

Her çendî sedema pêşketina kapîtalîzmê ne tenê ev be jî, di encamê de dagirkerên Ewrûpî, ji ber gefa Osmanî-Venedîkî jixwe re Rêyeke Biharatê Ya Nû çêkirine tama darçîn, qurnefîl û zencefîlên Rojhilat girtine, kedxwariya xwe ya li ser gelan bi caran zêdetir kirine; û li aliyê din jî bazirganiya ku li Sumerê hatibû keşifkirin gihandine asteke nû ya kedxwariyê. Kapîtalîzm, wekî dojeha li ser rûye erdê li ser mirovahiyê ferz kirine.