Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

DYE, cihê xwe li Iraq û Kurdistanê xweş dike

30/06/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Gelo em, li Imrali dinêrin û xwe dipîvin?
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Li ser derçûna DYEyê ji Rojhilata Navîn, bi taybetî ji Iraqê û Sûriyeyê, gelek gotin û şîrove hatin kirin.

Lê berovajî, DYE’yê bi giştî li Rojhilata Navîn, bingeh û baregehên xwe zêdetir û bi hêztir dike.

Jixwe hatibû ragihandin ku wê li Hewlêrê konsolosxaneya xwe ya li cîhanê herî mezin ava bikin.

Li goreyî daneyên wan ev cih; 200 hezar metreçargoşe ye, wê di sala 2025’an de temam bibe û xercê wê 794 milyon dolar e.

Balyozê Bexdayê jî diguhere û li goreyî daxwiyaniyên rêveberên wan, bi taybetî li Iraqê û Kurdistanê cih û warên xwe yên siyasî û leşkerî, ji berê xurtir dikin.

Bêgûman van amadekariyan li dijî kîjan neyarên xwe dike, ne veşartiye; yên mîna Îranê û Rûsyayê aşkere, yên mîna Çînê û hwd.jî nîv aşkere destnîşan dike.

Helbet li dijî van neyaran, dixwaze kîjan dewletan bixe nava şer û bi wesayeta wan armancên xwe pêk bîne, bi heman şêweyê; hinekan aşkere, hinekan jî niv aşkere destnîşan dike.

Weke mînak dewletên ku pir aşkere dixwaze bixe nava şer, di serî de Tirkiye, Israil û hwd.e

Jixwe Dewleta Tirk, li pir welatan xistiye nava şer û gelek armancên xwe pêkanîye û pêk tîne.

Lê armanca wan a herî kevn û a nuha jî ya herî giring; xistina şerê li dijî Îranê ye.

Hîn di vê derbarê de serkeftî nebû ye, belê dev jê berneda ye û dev jê berna de!

Li aliyê din, paralelî plana bi dewleta Tirk re, bi rêya Îsraîlê re jî, dixwazê armancên xwe yên li Rojhilata Navîn temam bike.

Şerê li xezayê, wisa diyar dibe ku ne serkeftî bûn, lewma nuha bi hinceta ku Hizbullaha Libnanê li gel Îranê ye,  berê xwe dane Libnanê.

Wezîrê Karê Stratejik ê Israilê Dermer, li Washingtonê amadekariyên şerê mezintir dikin!

Ji rexekî ve, hewl didin li Başûr hêzên peşmergeyan jî, li gel hêzên leşkerî yên Iraqê, di Wazerata Pêşmerge de bikin yek.

Jixwe nakokiyên navbera PDK û YNK jî hinek rakirin û wisa diyar dibe ku li ser hilbijartinan lihev anîn.

Her wiha li vira, dixwazin bi navê rolekî aştixwaz Nêçîrvan Berzanî jî payedar bikin.

Karê vê propagandayê jî dane nivîskarê navdar ê Inglistanê Qanta Ehmed ê pisporê Rojhilata Navîn e, ew dibêjî “yê karibe karê navbênkariyê baştir bike Nêçîrvan e, jiber ku li gel pir dewletan, mîna Îran, Iraq, Tirkiye, DYE û hwd.têkiliyên wî xweş e”! Û herwiha dikare bibe aktorê aştiya navbera Israil û Filistinê jî!

Bi vî awayî hez dike Nêçîr, weke serokê Kurdan nîşan bide, bi vê şêwazê hêza gelê Kurdistanê him li dijî Îranê, him li dijî Tevgêra Azadiya Kurdistanê bide xebitandin.

Jixwe di heman demê de wezîrên wan ê Tirkimen Aydin Merûf û ê ‘Kurd’ Piştiwan Sadiq jî dibêjin, “divê bi lez Peymana Şingalê ya 9.10.2020 birêve biçe”, ev tê wateya  ku yekser îradeya rêveberiya heyî ya gelê Şingalê were şikandin û bixe destê Nêçîrvan Berzanî!

Her dewlet ji bo berjewendê xwe dibeze, divê gelê Kurdistanê jî ji bo berjewendê xwe tevbigere!

Post Views: 60
ShareTweetPin

Herî Dawî

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye
NÛÇE

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye

17/05/2025
Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke
NÛÇE

Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke

17/05/2025
Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê
CIVAK Û JIYAN

Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê

17/05/2025
‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.