Rojnameya Ronahî

Serhildana Agirî

Ikram Işler

Serhildanên sedsala 20‘emîn hemû ji bo armancekê ye û xelekên zincîrekê ne. Yek ji yên din cudatir nikare bê xwendin. Bi hev re girêdayîne. Dema ku mirov bixwaze behsa serhildana Agirî bike divê mirov behsa serhildana Şêx Seid û zagona Taqrîrî Skûn bike.  Serhildana Şêx Seid bê Koçgirî ne watedar e.

Di 30’ê Tebaxa 1920’î de peymana Servê hate imzekirin. Li gorî vê peymanê kurdan dikaribûn  xwe birêve binin. Dewleta xwe ava bikin û bibin endamê  Neteveyên Yekbûyî (Peymana Servê xala 62-64).

Zekirina Servê ji aliyê rêvebirên Tirkan ve tu gav nehate avêtin. Piştî sekna şeş mehan li Sêwasê eşîreta Koçgirî peymanek ji Ataturk re şand û waha got: “Ji kerema xwe re êdî karmend û leşgerên xwe  ji welatê me derxin. Em ê mafên ku peymana Servê daye me bi kar bînin. Em ê karmendên xwe û leşgerên xwe daynın şûna wan. Dewleta xwe ava bikin”.

Ev tişt ji aliye Tirkiyeyê ve nehate pejirandin û bi awayekî tundî hate pêşwazî kirin. Wê demê eşîreta Koçgirî serhildan destpê kirin di 6 Adara 1921’î de. Serhildana Koçgirî hate 17’ê Pûşpera 1921’î domiya. Di vê dîrokê de serhildan têk çû û bi komkujiyekê encam bû.

Di dema serhildana Koçgirîyê de kurd ji serhildanekî re ne amade bûn. Serhildan tenê li der û dora koçgirîyê ve sînordar ma. Hetta li gorî gotina Nurî Dersîmê Diyap Axa û çend kesên din di nava ixanetê de bûn. Lewma serhildan bi ser neket (Dersîmî, 1987, r. 117).

Di sala 1924’an de xilafet hate rakirin 3 Adar 1924‘ de û mafên kurdan hê jî nehatibû dayin, Kurdan careke din nerazîbûnên xwe nişan dan.  Serokê rêxistina AZADÎ’yê  Binbaşî Xalit Begê Cibrî ni her du hevlingê xwe Şêx Seid û binbaşî Qaso ji bo serhildaneke din amadekariyê xwe kirin. Binbaşi Qaso ajanê Ataturk bû.  Binbaşî Xalid Beg jî hate girtiın. Giranî ma li ser milên Şêx Seid. Serhidanê di 13’ê Sibata 1925’î de destpêkir. Heta 31ê Avrêla 1925an domiya. Û bi girtina Şêx Seid re serhildan bi dawî bû.

Ji ber ku Alayê hemîdiyê û Dersimê destek nedane şêx Seid. Desteka wan hebûya dê serbiketana.

Bi agahdarkirineke şaş û berevajî, Neteweyên Yekbuyî ji bo jiholêrakirina serhildêrên kurdan alîkarî dane Ataturk. “Wan dixwest xelifetiyê ji holê rakin kurd dibûne asteng”. Bi fêmkirineke bi vî awayî neteweyên yekbuyî alîkarî nedane serhildana Agirî jî. Ji ber vê yeke bandora serhildana Şêx Seid li ser siyaseta kurdan pir neyini bû.

Piştî ku serhildan qediya Ataturk zagona belavkirina malbateyên kurdan derxist.  Bi zagona “Taqrîrî skûn”  1800 malbateyan kurdan hate sirgûn kirin. Di navê de mala Kor Kuseyin paşa û Bediûzzeman jî hebû. Bi rêwîtiyeke pir bi zehmet (İŞLER, 2015, r. 18) derbas bû.

Kesên ku çûne anatolyayê cihê xwe ne pejirandin. Li ser axa welatê xwe axa û paşa bûn çûne Anatolyayê bûne rêncberê axa xwe. Dewletê axeke biçûk dabû wan ku debara xwe pê bikin. Para vegeriyan. Kesên li Stenbolê derbastî Beyrûtê bûn. Ev kes ronakbîr û rewşenbîrên kurdan bûn. Çûn li Beyrûtê rêxistina XWEBÛNÊ avakirin. Helbesta wan helwesteke netewî bû. Xwebûn rêxistineke netewperwer bû.

Hinek kesên ku hatibûne sirgûnkirin ji çûn gihîştin Xwebûnê. Rêxistinê, İhsan Nurî Paşa wekî general peywirdar kir û şande alîkarıya Bro heskê Têlî.

Biro Heskê Têli ji Bazîdê bû. Di dema şerê Uris de Bazît ji destê Uris bi qehremaniyeke zurt derxistibû û pêşkêşê dewleta Osmanî kiribû. Ji xwe  pir bawer bû û digot “dewlet kê bişîne jî min naşîne mefiyê. Ji ber ku ez li hemberên wan nesekinîm. Zirara min negihîştiye wan”. Lê dewletê xwest wê jî bişîne mefiyê. Wî ev tişt ne pejirand û çeka xwe hilda derket sere çiyayê Agirî.  Eşireta wî ya Celalî jî ew li serê çiyê tenê nehişt.

Dema ku Ihsan Nurî Paşa gihîşte serê çiyayê Agirî du sal bû Biro Heskê Têlî şer dikir.  Dewletê pê nikaribû.  Piştî İhsan Nûrî du kurê Kor Huseyin Paşa jî tên xwe digihîne wan.  Qehremanekî wekî Ferzenderê Hesenan jî hat xwe gihande wan.  Li serê çıyayê Agirî rêxistina xwe saz dikin. Al, marş û karbeşî pêkhanîn.  Ji dewletekî re çi pêwist bibe hemî hate pêkhanîn. Ji bo çekan peyayî jêrê dibûn davetine ser leşgeran çekên wan ji wan distandin û dibirin pê şer dikrin. Van  lehengan li serê vî çiyayî bi pênc dewletê mezinên cihanê re şer dikirin. Ev dewlet İngilîstan, Ûris, Îran û Elmanya bûn. Tirkan bi 90 Hezar leşker dora wan girtibûn. Elmanya bi çekên namlûdirêj alikariya Tirkan dikirin, jêrê disekinîn şerker li jorê dikuştin.

Ingilîzan bi balafirên ku wê demê nû çêkirine bi navê “Black Bird” alikarî dane Tirkan. Tiştên zora kurdan dibin ev balafir bûn. Atatürk Musulê bi 500 hezar sterline firotibûn Ingilizan. Ingîlizan jî li hemberên van pereyan balafir dane Tirkan. Blackbird (Çûkên Reş) pir zirar da şervanên Agiriyê.

Dewleta Ûris jî zırareke mezin dane kurdan. Ji ber ku alîkariyê bide Ataturk hê şervan li serê çiyê bûn  Stalin Kurdistana sor belav kir(23 Tîrmeha 1930).  Wekî din Stalîn deryê Rûsyayê li ber kurdan girt ku ji vê derê tu alîkariyê nebinin.  Kurdên Rûsyayê dixwestin alîkarî bidin şervanan, Stalîn bû asteng û nehîşt desten kurdan bigihîje hev. Bi êş û elemeke pir mezin kurd li her derê Ûris belav kir.

Esas dewleta Îranê zerara herî mezin da kurdan. Tirkan leşkerên xwe newêribûn ku di navbera Çiyayê Agirî ê mezin û biçûk de bi cih bikirana. Kurdan ji kurdên Îranê pir alikarî didîtin. Hem çek, hem xwarin û vexwarinên xwe ji aliyê Îranê dihanîn.  Îrânê ev çiya dane Tirkan û erdeke rast ji wan xwestin. Bi hev hate guhartin û çiyayê Agirî yê biçûk kete destê Tirkan. Leşkerên Tirkan çiyayê biçûk jî dorpêç kirin û rê nedan ku destên kurdên Îranê û şervanên Agirî bigihîjin hev û din.

Der û dora wan hate hev û bi civînekî xwestin ku vê rewşa giran hinkî belav bikin.  Biryar hate hildan ku du cihên din jî cephe were vekirin da ku leşkerên Tirk li van deran belav bibe. Xwestin ku dijmin dora wan sist bike. Her du kurên Huseyin paşa ji çiyayê Agirî di tariyekê de derketin û berê xwe dane Geliyê Zîlan û  çiyayê Sipanê.  Nadir Beg Bi hevalên xwe ve çû û li serê çiyayê Sipan cepheyekê veke.

Dewletê pêida agahî hildabûn û derfet nedane wan ku derbasî bajarê Panosê bibin.  Bi alikariya hevalên ku hatine Geliyê Zîlan ew hatin rizgaekirin û hatine Geliyê Zîlanê. Taybatmendiya Geliyê Zîlan jê ev bû. Di dema şerê Ûris de qehremaniyeke bê hempa nişan didin û nahêlin Ûris bikeve nava gêlî. Ji ber vê yekê di gêlî de cephe tê vekirin. Şervan bi têkiliyên eşîrên gêliyê Zilan ve dibin 64 kes. Diavêjine ser Qereqolê di nav gêlî bi piranî dixin destên xwe.  Dest didin ser çekên wan û leşgerên wan dil digrin.

Dema ku qereqolên gelî diqedin şervan diçin bajarê Erdîşê dorpêç dikin. Erdiş ber xwe dide.  Şervan riya leşgerên ku de ji wanê werin nagrin.  Qederekî şer dikin çekên wan diqedin.  Leşgerên ji wanê tên jî xwe digihîne wan û şervan radibin ber bi çiyayê agirî ve vedikişin.  Dema ku ew diçin Geliyê Zîlan bê parastin dimîne.  Dikeve destên leşgerên tirk û komkujiyeke mezin li vê derê tê bi kar anîn. Komkujiya gêlî di 12ehê  Tîrmehê ya 1930î de   destpê dike û heta du mehan bê navber didome. Li gorî rojnameya Cumhuriyetê ku rojnameya Ataturk bû, 15 hezar kes hatin qetilkirin.  Ev komkuji ji aliyê psîkolojî yê ve bandorekî mezin a neyênî li ser şervanan dike. Hemû jin, zar û kal pir kêm ciwan di komkujiyê de tên kuştin.

Rewşa şervanan ji ber biçîbûn, tîbûn û tunebûna çekan xiradibe. Ji aliyekî ve balafirên Îngilizan  derfeta jiyanê li ser wan qut dike. Biryar digrin ku derbasî Îranê bibin. Bi leşkeran re şer dikin wan didin aliyekî û derbasî Îranê dibin. Hinek diçin teslîmê Îranê dibin hinek jî çekên xwe danaynin. Wekî Ferzende Begê Hesenî birîndar dikevin destê Îranê.  Di hundur de ji ber ku serî natewînin bi êşkenceyan têne kuştun.  Serhildana Agirî li gorî rojnameya cumhuriyeta wê demê di dîroka 15’ê Îlona 1930’î de diqede. Dema ku ev serhildan bi ser nakeve pê dewletê erd digre û plana Dersimê amade dike.  Di komkujiyê Koçgirî, Palû û Geliyê Zilan de bi deh hezaran kes dikuje, cîhan bê deng dimîne dixwaze Dersimê jî ji holê rake.

Bi van komkujiyan Ataturk li rojavayê Tirkiyê ji desthiletdariya xwe qedîm dike. Kes nikare serî hilde.  Wê deme di serê wî de çi hebe hemû bi hêsanî pêk tîne. Tu kes nikare êdî tiştekî bibêje. Her helqeyek di ya pişt xwe de mezin dibe. Şaşiyên berê neye kirin em dê bi serkevin.  Hemü şervanên gele kurd re serkeftin…