Rojnameya Ronahî

Serhildana Agirî(2)

Ihsan Nûrî Paşa di bîranînên xwe de pêwîstî bi pêşkêşkirina belgeyan dîtiye û gotiye: “Dema ku ez ji Agiriyê derketim giştî belge û peyamên min min li wir man. Lewma min gelek bîranin ji bîr kirin, nayên bîra min.”

Lê belê nexşeyên rapor û peyamên resen  ku ji van nivîsan  pêk tên, li  aliyê we bi hûrgilî hatine parastin. Ev Heypeyvîna di navbera Dashnaksutyun û dewleta Îranêda di sala 1927 û 1930‘an de li quntarên çîyayê Ararat‘ê pêk hatibu.

Ev salên ku raporên birêkûpêk hatin veguhertin, salên ku nakokiyên di navbera yekîneyên Kurdî yên li Agiriyê û artêşa Tirkiyê bû sedem ku, komkujiyên sivîl ên ji aliyê artêşa Tirk ve  zêde bibin. Eger em bînin bîra xwe ku heta îro dîroknivîsiya Serhildana Agiriyê bi piranî li gorî agahiyên fermî yên ku ji aliyê dewletê ve hatine weşandin‘  Ev gotine yên Ihsan Nurî Paşa yên destpikirina serhildana Agirî bûn. Di rastî yê da berpirsê Awarte yê Xoybunê Îhsan Nûrî serhildana Agirî xistîye çarçoveyeke nûjen.

 

Berxweder ê ku serhildana Şêx Seîd gur kir: Pêşeng Îhsan Nûrî

 

Gava Îhsan Nûrî ji Bedlîsê Akademiya Leşkerî qedand di sala 1910‘de , haya wî ji rêze operasyonên cezakirinê yên hovane li dijî serhildanên bi şîara serxwebûnê yên bermahiyên Osmanî yên wekî Ereb, Bulgar û Arnawut çêbû. Di heta dawiyê li Eniya Kafkasyayê, ku yek ji eniyên herî dijwar ên Şerê Cîhanê yê Yekem bû, şer kir. Ev pêvajo ye hestên wî yên wî ya niştiman perwerîyê xurt dike. Bi dawîbûna şer re vedigere Stenbolê. Bi ronakbîrên Kurd ên weke Memduh Selîm û Kemal Fevzî re peywendîyên xwe xurt dike. Di rojnameya Jîn de nivîsan dinivîse.

Di wê serdemê da Îhsan Nûrî hê xwe efserê Osmanî dihesiband. Bi qasî koma Rojnameya Jin li ser pirsgirêka Kurd xwedî fikrên Kurdewarî nîn e. Her çiqas ev behsa rêgezên Wîlsonê dike jî, lê difikire ku divê Kurd piştgirîya tevgera ku Mustafa Kemal daye destpêkirin bikin. Bi rastî di wan rojan de li Stenbolê serhildaneke leşkerî hat rêxistin kirin, Çolak Kemalettîn Paşa jî di nav de, yê ku piştra jî bibe hevkarê nêzîk ê Mustafa Kemal. Piştî demekê derket hole ku, buyera qeraqolê  da jî cih girtîye. Ihsan Nurî Paşa bajarê Stenbolê bû armancê hêzên dagirker.  Jibona wê buyerê diçe Êlihê, ji wir jî diçe Azerbaycanê û li dijî Îngilîzan leşkerên Azerî rêxistin  dike. Bi sekreterê Partiya Komunîst a Tirkiyê Mistefa Suphî re dicive. Di şûnda, dema ku ji aliyê Bolşevîkan dikeve bin şopandinê, derbasî Kurdistanê dibe û fermandarîya korpa 9‘de dibe leşkerê dewleta Tirk a dagirker.

Derbasbuna li Kurdistanê bû sedema Pakrewantîyê

Îhsan Nûrî ku di destpêka salên 1920’an de koçî Kurdistanê kir, hewl da bi serbazên Kurd re lejneyekê  ava bike. Di wê demê de daxuyanîyên ku bal dikişine ser mijara Kurd û Kurdistanê di alîyê Kazim Karabekîr dihatin ragihandin. Fermandarê korpa 9‘emîn Kazim Karabekîr,  di wê demê da bang Ihsan Nurî dike Îhsan Nurî naçe Sarikamişê. Îhsan Nûrî bi Îhsan Nûrî ser wê yekê demldest vesazî Idirê tê kirin. Dê heman demê li alîyê Cibranlî Xalit Beg ve komaleya Serxwebûna Kurd li Erzirom‘ê tê damezirandin û Ihsan Nurî li gel Cibranli Xalit dikeve peywendîyê. Di sala 1922‘an de bi asta fermandarîya bajarê Bayezîdê yên xeta Sînor hat vesazkirin. Di  Cotmeha 1923‘de, dema ku Komara Tirkiyê hate damezirandin, Îhsan Nûrî fermandarê parastina sînorên Komara Tirk bû. Dema xebat wir da meşandin li alîyê gelek êşîrên herêmê we hate naskirin. Ev demê serhildanê jêra piştgrîyek da avakirin. Ev nêzikbûna Ihsan Nurî ku wî di demê fermandarêya sînor bû, di alîyê rayedarên komara Tirk‘an ve weke ku bi pêşxistina Kurda tê hate nirxandin û encama biryarê da vesazîya wî  li bajarê Sêrtê hat çêkirin.

Ev Biryar li pêşîya Ihsan Nurî nabe asteng

Piştî demeke kurt di bajarê Sêrtê dimîne, bi hinceta destwerdanê serhildana Nestûriyan bike bajarê Şirnexê tê vesazkirin. Dema ku li Şirnexê bû, asta wî bû Major. Di  Van rojan rêxistina Azadî jî lez dide xebatên xwe. Di Îlona 1924‘an de, li gor fermana ku ji Azadî digire, bi Serbaz û hevalên xwe yên zabit Hurşîd, Tevfîk û Rasim Beg re hewl dide serhildanê bike. Serhildana ku ji aliyê serbazên  Azadî ve di nava artêşa Tirk de hat destpêkirin, bandorîyek mezin li ser artêşa Tirk da avakirin. Di wê serdemê Cafer Teyar Paşa jibona fermandarîya leşkerî peyamekê dişîne û matmayîna xwe tîne ser ziman li peyamê da. Di wan rojan rêxistina Azadî jî lezê dide xebatên xwe. Di Îlona 1924an de, li gor fermana ku ji Azadî wergirtiye, bi serbaz û hevalên xwe yên zabit Hurşîd, Tevfîk û Rasim Beg re hewl dide serhildane kê pêş bixe. Ev serhildanê da gelek endamên Tevgera Azadî jî cih digirin. Ev serhildane di nav artêşa dewleta Tirk de bandorîyek mezin dide avakirin.

 

Komelaya Azadî hin danehevên xwe yên fermi dan xuya dike ku ‘Tûglûb Hurşîd û Ahmet Rasim ên ku endamê  berê yên sazîya taybet (Teşkîlat- Mahsusa) ji ber zanîna zimanê Kurdî di komelaya Goyan de kar dikin. Bawerîyek mezin da bû eşîrên herêmê wek Goyan û hwd. Li gel çend serok eşîrên Goyan ve wek Mursel Paşa û Seyît Taha re hevdîtin pêk tîne.. li wir cil û bergên derwêşî, demeke dirêj pê dike. Ev hatîye teqezkirin bi alîyê nivîsan de.

 

Bi gotina Îhsan Nûrî ‘serhildana Agiriyê bendava wê mîna avê şikand’

“Azadî û rûh û ramana neteweyî, weke kaniya avê ye di laşên ku êş û azaran dikişînin.  Her çendî bendavên bihêz li ber vê avê tên çêkirin jî, di dawiyê de ev av kom dibe, diherike û wan bendavan dişkîne û ziyaneke bêserûber dide wan bendavan. Ya baş û bikêr ew e ku pêwîst e rê li ber wê avê bê vekirin. Ji bo ku av bigihije zeviyan, ji bona zevî şîn bibin û zevî mezin bibin, divê were vekirin. Dewleta Tirk girtina Agiriyê weke serkeftineke mezin bi nav kir. Derbarê Agiriyê de dîyarîyek amade kirin.  Serfermandariya Giştî ev dîyarî li hemû saziyên welêt belav kir.  Piştî ku 5 salan derbe li dû hev xwaribûn, piştî ku hêza wan a leşkerî şikest, piştî ku bi sedan leşker dîl hatin girtin, artêşeke mezin a ji 66 hezar leşker-jendirme û 100 balafiran pêk dihat şandin Wan û Bayezîdê.  Li Wanê gel bi temamî hat tepisandin. Tenê Kurdên ku ala Kurdistana serbixwe li beşekî Çiyayê Araratê daliqandine li hember Bayezîdê li ber xwe didin.  Sedema ku ez dibêjim parçeyek ji Çiyayê Araratê ev e: Li quntara bakurê Çiyayê Araratê tenê Emerê Besê û merivên wî yên ji eşîra Gelturî bi berxwedêrên Agiriyê re hevkarî û şer dikirin. Eşîr û eşîrên din ên ku li vê quntara çiyê dijiyan jî bindestê Tirkan bûn.  Di van pênc salan de şervanên Kurd hemû çek û cebilxaneyên xwe ji leşkerên ku kuştin an jî dîl girtin, bi dest xistin. Piştî ku min got, gelo girtina vî çiyayî dikare bibe serkeftinek ji bo artêşekê?’

 

Di encamnameyê de; Dema mirov li dema pêş binere, wê “yêkitîya neteweyî” yê ku Serhildana Araratê afirandiye, wê li welatên herî dûr ên Kurdistanê jî dubare bibe û nikaribin bendavek ji bo girtina vî çemî bê çêkirin. Serhildana Agiriyê ya ku ji aliyê Xoybun û Îhsan Nûrî Paşa ve ku di qadê de hizra wî ya nûjen-neteweperest nunertîya wî dike hatiye polîtîk kirin, di dîroka Kurdan de qonaxeke girîng e. Dikare bê gotin ku rûhê netewperestiya di zincîra serhildana Kurdan de heta serhildana Agiriyê nikare ji eksena netewperestî ya ku zanyar û zanayê Kurd Ahmedê Xanî ku di destpêka sedsala 18-an de wefat kiriye, derbas bike. Lê bi Serhildana Agiriyê re ev rêzefîlm kete berûwajî nûjen-neteweperestiyê.