Rojnameya Ronahî

‘Keça Kurda’ mala xwe ya ji heriyê kir muzexane

Birûc Resûl/Qamişlo

Di her amûr û rûyê peykerekî de çîrokek heye ku ne bi pênûsê, lê bi tiliyên Hizniya Keça Kurda bi modêl û sitîlan bi şêweyekî hunerî hatiye xêzkirin. Hizinya diyar kir ku Ew jineke kurd e, û bi derfetên xwe yên xwezayî karê xwe dike.”

Hizniya Osman ku bi navê Keça Kurda tê naskirin, temenê wê 55 sal e, ji gundê Meşûqê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ye. Hizniya bi tena xwe di mala xwe de jiyan dike. Ji ber ku dayik û bavê wê jiyana xwe ji dest dane, 8 xuşkên wê hene û ew zewcîne û birakî wê tenê heye. 2 xuşk û 9 birayên Hizniya ‘Keça Kurda’ di temenê 13 salî de jiyana xwe ji dest dane, bê sedemên nexweşiyê wefat, dibûn. Ji ber vê yekê malbata wê navê Hizniya lê kirin, ji ber ku navê wê tê wateya xemgîniyê. Hizniya nêzî 6 salan li Siwêdê jiyaye, lê ji ber ku dayika wê nexweş bû, ew vegeriya welat û mala xwe, nexweşiya dayika wê nêzî 25 sal dewam kir û ew bê liv û tevger li erdê mabû, lê Hizniya hem dayika xwe xwedî dikir û hem jî bi karê destan û amûrên kurdî yên kevnar kom dikirin.

Pêşengiha wê

Bihuşteke kurdî di hundurê odeyeke mala Hizniya de ku bûye mîrasekî serdemên kevnar. Li her quncikekê hundirê odeyê de mirov bedewiyê di şiklê gul, dara ku bi salan e, an peykerekî bi heriyê hatiye çêkirin û gelek amûrên bedew û xweşik ku kevneşopiya bav û kalên kurdan têne bîra mirov,  dê bibîne. Her wiha di hindirê wê odeyê de zêdetirî 3 hezar parçeyên kevnar dihewîne, her yek bi nav û çîrokek di bîranîna xwediyê wê de ye. Di her amûr û rûyê peykerekî de çîrokek heye ku ne bi pênûsê, lê bi tiliyên wê bi modêl û sitîlan û bi şêweyekî hunerî hatiye xêzkirin.

Bedewiya pêşangehê ew e ku zêdetirî 150 perçeyên mîrasê yên girêdayî cil û bergên folklorî yên kurdî li ser dîwaran şapikên kurdî bi rengên xwezayî hatine xemilandin û  perçeyên xemilandî yên kurdî jî bi rengê xwe yê taybet hatine danîn. Her wiha parçeyên ku ji temenê Hizniya Osman ‘Keça Kurda’ kevintir in, di pêşengehê de hene. Hin ji wan ji sala 2001’ê ve bi destê xwe çêkiriye, berî ku Hizniya di sala 2006`an de dest bi xebata berhevkirina parçeyên Kevnar û mîrasê kurdî bike, ji bajar û bajarokên herêmê yên weke Qamişlo,Tirbespiyê, Dêrik û beşek ji wan jî derveyê Sûriyê hatine wergirtin.

Wê di sala 2006`an de dest bi berhevkirina berhemên çandî kiriye û di odeya mala xwe de mîna pêşengehekî amedekiriye, di pêşengehê de amûrên hunerî û her amûrên kevneşopî bi cih kirine. Her wiha ramana çêkirina pêşangeheke taybet ji bo mîrateya gelêrî ya kurdî, ji bo parastina wê ji windabûnê, da ku tiştekî bedewreng bi hêz bimîne di bîra nifşên paşerojê de, Hizniya ji mala xwe, gundê xwe û gelê xwe dest bi pêşengihekê kir. Hizniya bi berhevkirina hin alav, nivîsarên taybet û cil û bergên folklorî yên kurdî, gelek alav bi dest xistin. Ji bo ku ew pêşangeha xwe ya piçûk zêde û mezin bike. Hizniya da zanîn ku ji heval û hogiran hin amûrên kevneşop wergirtiye û diyarî wê hatine kirin. Ji bo van amûrên ku çanda kurdan dide nasîn, winde nebe û di hindirê pêşangehê de bimîne û were parastin.

Keça Kurda bi destên xwe hin peyker, firax û alav çêkirine, ji ber ku hinek ji wan tune bûn wê xwest ji nû ve zindî bike, lewra wê piştî ku ramana xwe ji dayika xwe girtiye, ew dest bi çêkirina gelek amûrên çanda kurdî bi heriyê kiriye. Hizniya bi piştgirya dayika xwe û alîkariya wê ku çawa amûrên ku niha winda ne çêbike. Armanca wê ji berhevkirina van berheman ew e ku mîratê kurdî biparêze û di serdema teknolojiya yê de winda nebe û mîrateyên kurdî bi dehê salan bimîne û nifşên siberojê bi mîrate û reseniya bav û kalên xwe bidin nasîn. Hizniya Osman wiha got: “Em kurd bi mîrateya xwe ya kevnar û bi rûmet têne naskirin. Ji ber vê yekê pêwîste her kes xwedî li  çand û kevneşopiya xwe ya kurdî derkeve û biparêze.”

Tevlîbûna Keça Kurda ji pêşengihan re

Hizniya Osman 2 caran tevlî pêşengihên ku li Rojavayê Kurdistanê hatine lidarxistin bûye, lê tenê amûrên xwe yên kevnar yên çanda kurdî dikre û ew amede nebû, ji ber ku rewşa dayika wê ya tendirustî ne baş bû, ji ber vê yekê nikarîbû wekî kesayet tevlî pêşengiha amûrên kevnar bibe. Di vê salê de tevlî pêşnegiha kevneşopiya kurdî li Başurê Kurdistanê (Zaxo) bû.

Astengiyên li pêşiya kar û xebatên keça kurdan

Keça Kurdan balkişand ser astengiyên ku li pêşiya wê de derketin û wiha got: “Dema ku min dest bi pêşengihê kir, gelek gotinên neyinî li ser kesayeta min hatin gotin, hinek ji wan min ji malên xwe derxistin, hinekan jî ji ber lidarxistina pêşangehê, li min heqaret kirin. Da ku ew gotinên neyînî nebin li pêşiya pêşketina min kelem, ez wan gotinan paşguh dikim, ji xwe re nakim asas û xem.”

‘Pêwîste her kes xwedî li çanda xwe derkeve’

Kaca Kurd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêvîdar im her jineke kurd mîrateya xwe biparêze û bi çalakiyên bi vî rengî hemû hêza xwe ji bo xizmeta gelê xwe pêşkêş bike. Ji bo xwe îspat bike û hemû armanc û xeyalên xwe pêkbîne. Wê tu tişt biryardariya min a ji bo parastina mîrata kurdî têk nabe. Ez ê weke jineke kurd bi îmkanên xwe yên kêm û tevî hemû astengiyan jî, kar û xebata xwe berdewam bikim û çand û kelepora kurdî biparêzim.”