Şêniyên başûrê gundewarên Til Hemîsê ji ber tunebûna ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin û neçar man ku avê ji sarîncan bikirrin.
Bi dehan gundên başûrê navçeya Til Hemîsê ji ber tunebûna ava vexwarinê zehmetiyan dikişînin. Qutbûna ceyranê nahêle ku xezanên avê bi temamî tijî bibin, her wiha ava herêmê şor e.
Sedema bingehîn a vê pirsgirêkê, 5 stasyonên avê yên navçeyê xirabe ne. Her stasyonekê av dida çend gundan. Lê niha ew stasyon bi hewcedariya sererastkirinê ne.
Di 2’yê Hezîrana borî de, Meclisa Qamişlo guhdarî giliyên şêniyên navçeyê kiribû û soza çareserkirina pirsgirêkê dabû. Lê beşek mezin ji van pirsgirêkan nehatin çareserkirin.
Ji ber wê û ji bo çareserkirina pisrgirêka ava vexwarinê, Şaredariya Gel a Til Hemîsê bi 28 xwediyên sarîncên avê re ji bo belavkirina avê ji gundên ku av nagihîjê li hev kir. Lê ev proje neçû serî û piştî 15 rojan rawestiya.
Şêniyên gundên başûrê gundewarên navçeya Til Hemîsê diyar kirin ku piştî rawestandina projeya avê, zehmetiyên wan zêde bûn û neçar man avê ji sarîncên taybet bi buhayê 300 lîreyên Sûriyê bikirrin. Şêniyan bang li aliyên têkildar kir ku vê mijarê bişopînin û çareser bikin.
Têkildarî vê mijarê hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê Ebdullrehman El-Hadî wiha got: “Şerdarî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê 28 sarînc, ji bo avê bigihîne gundên miajra gotinê amade kirin. Lê ji ber tevliheviya belavkirina avê ji aliyê xwediyên sarîncan ve, ev xebat piştî ku 15 rojan dewam kir, ji aliyê me ve hat rawestandin.”
El-Hadî diyar kir ku ji bo bicihanîna pêwîstiyên herêmê bi awayekî domdar, hewcedariya şaredariyan bi kirêkirina du sarîncan ji bo her şaredariyekê heye.
Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê Ebdulrehman El-Hadî diyar kir ku ji ber kêmasiya Muduriyeta Avê ya Qamişlo, xebatên sererastkirinê paşde man…ANHA






