Rojnameya Ronahî

Serhildana Agirî… (1)

Argêş Gewda/Qamişlo

Serhildana Agirî di 30 Pûşbera sala  1926’an de di encama yekbûna çend rêxistin û eşîrên kurd an de, bi pêşengiya Îhsan Nûrî Paşa li çiyayê Agirî, derdora wê û Rojhilatê Kurdistanê  hate destpêkirin.

Agîrî yan jî Ararat bajarekê herêma Serhedê ye navê xwe ji çîyayê Ararat digire. Di sala 1927’ de li Lûbnanê,  ew kesên ku komkûjîyê revîyan û derketin derveyî sînorê îyê Tirkiyê,  hinek çûn Sûriyê, hinek jî çûn Lûbnan. Li Lûbnan`ê  di Tebax`a 1927‘an de tevgera bi navê Xoybûn tê avakirin. Wê demê Celadet Bedirxan dibe serokê tevgerê, hin kesên navdar jî di rêveberî û endamtîya tevgerê da cih digirin.  Ev komeleya ku serhildanên li herêmên Zîlan dimeşîne têkiliyên xwe pêş dixin. Heya wê demê Ihsan Nurî, lê Başurê Kurdistan‘ê  bû. Endamê tevgerê têkilî bi Ihsan Nurî ra danîn û ew kirin berpirsê peywendiyên leşkerî.  Di sala 1928‘ an de Ihsan Nurî diçe Agirî.

Serhildana Agirî Serîrakirina li hemberî qirkirina Kurdan bû

Serhildanên Agirî navê çend  rêxistin û eşîrên Kurdan e ku di di salên 1926-1930 de li derdora  û li çîyayê Agirî û Rojhilatê Kurdistanê pêk hatine. Di sala 1924’an de Ihsan Nurî paşe ku li Stenbolê perwerdeya leşkerî dîtibu û di artêşa Komara Tirkiyê de kar dikir, li Elkê (Beytûşebap)  fîrar kir. Di sala 1928‘an de Ihsan Nurî Paşe û Ardeşîr Muradyan (Zîlan Beg) bi piştevaniya tevgera Xoybûn a ku li Rojavayê Kurdistanê xwe tevger kiribû amadekariya planek e nû kirin. Komek piçûk dan avakirin. Kesên ku di komê de cih digirin bi çekên herî bijare hatin rêkû pêkirin. Ev kom dema ku ber bi çiyayê Agirî ve diçûn û serhildana Xoybûn dan destpêkirin. Ev komê destpêkê derdorê bajarê Wanê û Bidlîsê derdorê Gola Wanê bi dest xistin.

Ev bûyer bi dema xelaya  1929’ an de  tevlîhev bûn û pereyê ku serhildanê bi dawî bike hate xerckirin û mezaxtin, lewra bû sedema aloziyê li komara Tirkiyê  yê.  16’ê Gulan a  1926’an de eşîrên SoxanlîCelalî,Heyderî KizilbaşoxlîSorîCîlkanliBîlhanliCinganli; Bi Îbrahîmê Bro û hevalên wî ra civiyan û serhildan kirin. Di salan piştî 1925‘an de di encama zordestiya li dijî kurdan, li Agiriyê eşîreta Celalî rabû raperînê. Ji Îranê jî Hezar siwarên ku hatin tevlî vana bûn. Operasyonên leşkerî ku vê demê ji aliyê Komara Tirkiyeyê hate pêkanîn bi ser neket. Leşkerên Artêşa Komara Tirkiyê vekişya Bazîdê û di meha Hezêranê de cardin erîş kirin. Li ser vê êrîşê serhildêrên Serhildanên Agiriyê çûne Îranê. Komara Tirkan ji Îranê xwest ku sînor xwe girê bide û tevbîrên pêwîst bigre. Ihsan Nurî di sala 1929-1930‘de rojnameya Agirî derxist.

Kurdistana Xeyalê li wir veşarti ye

Serhildana Agirî  di 16’ê Gulana sala 1926‘an de destpêkir. Di vê navbêrê de di encama xebatên ronakbîrên Kurdên bi rêxistinkirinê yên ku di rêxistinên Kurdan de xebatkirine, li navçeya Bihamdum ya Lûbnanê Kongreya Serbixwe ya Xoybûnê hate lidarxistin û vê Kongreyê li gel hemû rêxistinên Kurd, serekeşîrên mûxalîf ên li Kurdistanê jî anîbû cem hev. Li hemberî banga hukumetê ya “Efuya Giştî” Xoybunê li her deverê belavok belavkirin û bang li eşîretan kir ku bi gotinên efuyê neyên xapandin. Di vê navbêrê de Îhsan Nûrî Paşa di ser Îranê re derbasî cîhê ku Eşîreta Celaliyan rabû ser pêyan, yanî derbasî Agiriyê bû. Îhsan Nurî Paşa, li vê derê serekeşîrên ku rabûne serhildanê, di nava tevgereke çekdarî de bi rêxistin kir. Piştî ku berxwedana Agiriyê ji aliyê hêzên artêşa Komara Tirkiyê  ve hatin temirandin, di rojnameyên wê demê de qarîqatorekî qerfî hatibû weşandin û tê de li ser goristanekê wiha hatibû nivîsîn: “Kurdistana Xiyalê li vê derê veşartiye”. Û dixwestin bibêjin ku êdî pirsgirêka Kurdî hatiye bin ax kirin.  Kesên ku çûne anatolyayê cihê xwe ne pejirandin. Li ser axa welatê xwe axa û paşa bûn çûne Anatolyayê bûne rêncberê axa xwe. Dewletê axeke biçûk dabû wan ku debara xwe pê bikin. Para vegeriyan. Kesên li Stenbolê derbastî Beyrûtê bûn. Ev kes ronakbîr û rewşenbîrên Kurd bûn. Çûn li Beyrûtê rêxistina Xwebun avakirin. Helbesta wan helwesteke netewî bû. Xwebûn rêxistineke netewperwer bû.

Hinek kesên ku hatibûne sirgûnkirin ji tevlî rêxistina Xwebun bûn, İhsan Nurî Paşa wekî general peywirdar kir û şande alîkarıya Bro heskê Têlî.

Bro Heskê Têli ji Bazîdê bû. Di dema şerê Uris de Bazît ji destê Uris bi qehremaniyeke zurt derxistibû û pêşkêşê dewleta Osmanî kiribû. Ji xwe  pir bawer bû û digot “dewlet kê bişîne jî min naşîne mefiyê. Ji ber ku ez li hemberên wan nesekinîm. xusara min negihîştiye wan”. Lê dewletê xwest wê jî bişîne mefiyê. Wî ev tişt ne pejirand û çeka xwe hilda derket sere çiyayê Agirî.  Eşireta wî ya Celalî jî ew li serê çiyê tenê nehişt.

Dema ku Îhsan Nurî paşa gihişte serê çiyayê Agirî du sal bû Bro Heskê Têlî şer dikir.  Dewletê pê nikaribû.  Piştî İhsan Nûrî du kurê Kor Huseyin Paşa jî tên xwe digihîne wan.  Pakrewanekî wekî Ferzenderê Hesenan jî alîkari dida wan.

Li serê çıyayê Agirî rêxistina xwe saz dikin. Al, sirûd û karbeşî pêkhanîn.  Ji dewletekî re çi pêwist bibe hemî hate pêkhanîn. Ji bo çekan peyayî jêrê dibûn davetine ser leşkeran çekên wan ji wan distandin û dibirin pê şer dikrin.

Van  lehengan li serê vî çiyayî bi pênc dewletê mezinên cihanê re şer dikirin. Ev dewlet İngilîstan, Ûris, Îran û Elmanya bûn. an bi 90 Hezar leşker dora wan girtibûn. Elmanya bi çekên namlûdirêj alikariya an dikirin, jêrê disekinîn şerker li jorê dikuştin.

İngilîzan bi balafirên ku wê demê nû çêkirine bi navê “Black Bird” alikarî dane an. Tiştên zora Kurdan dibin ev balafir bûn. Atatürk Musulê bi 500 Hezar sterline firotibûn İngilizan. İngilizan jî li hemberên van pereyan balafir dane an. Blackbird (Çûkên Reş) pir xisar da şervanên Agiriyê.

Dewleta Ûris jî zırareke mezin dane Kurdan.   Ji ber ku alîkariyê bide Ataturk hê şervan li serê çiyê bûn  Stalin Kurdistana sor belav kir 23 Tîrmeh 1930‘an de  ber Kurdan girt ku ji vê derê tu alîkariyê nebinin.  Kurdên Rûsyayê dixwestin alîkarî bidin şervanan, Stalîn bû asteng û nehîşt desten Kurdan bigihîje hev. Bi êş û elemeke pir mezin urd li her derê Ûris belav kir.

Bingeha dewleta Îranê zerara herî mezin  da Kurdan.  an leşkerên xwe newêribûn ku di navbera Çiyayê Agirî ê mezin û biçûk de bi cih bikirana. Kurdan ji Kurdên Îranê pir alikarî didîtin. Hem çek, hem xwarin û vexwarinên xwe ji aliyê Îranê dihanîn.  Îranê ev çiya dane wan û erdeke rast ji wan xwestin. Bi hev hate guhartin û çiyayê Agirî yê biçûk kete destê an. Leşkerên an çiyayê biçûk jî dorpêç kirin û rê nedan ku destên Kurdên Îranê û şervanên Agirî bigihîjin hev û din.

Der û dora wan hate hev û bi civînekî xwestin ku vê rewşa giran hinkî belav bikin.  Biryar hate hildan ku du cihên din jî cephe were vekirin da ku leşkerên  liv an deran belav bibe. Xwestin ku dijmin dora wan sist bike. Her du kurên Huseyin paşa ji çiyayê Agirî di tariyeki de derketin û berê xwe dane Geliyê Zîlan û  çıyayê Sîpan.  Nadir Beg Bi hevalên xwe ve çû û li sere çiyayê Sîpan enîyekî veke.

Dewletê piştra agahî hildabûn û derfet nedane wan ku derbastî bajarê Panos’ê bibin.  Bi alikariya hevalên ku hatine Geliyê Zîlan ew hatin rizgarkirin û hatine Geliyê Zîlan.