Rojnameya Ronahî

‘Sucê Silêman Ehmed ragihandina rastiyan bû’

Argêş Gewda/Qamişlo

Hevserokê Yêkîtiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî diyar kir ku PDK’ê bi rtevandiuna Silêman Ehmed xwest ku dengê rastiyê veşêre û dewleta Tirk a dagirker razî bike. Herwiha Cizîrî bang li sazî û komeleyên mafê mirovan û yên hiqûqî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku zextekê li PDK’ê bikin da ku Silêman Ehmed azad bibe.

Silêman Ehmed rojnamevanek bû, li ajansa Rojnews‘ê de edîtorê beşa zimanê Erebî da kar û xebat dimeşandin. Jibona serlidana malbata xwe tê Rojavayê Kurdistanê. Di dîroka 25 Cotmeh a 2024‘an de di wergera xwe ya jibona Başurê Kurdistanê derîyê Sêmalka (Pêşxabur) li alîyên çekdarên PDK‘ê we tê rewandin. Çarenûsa rojnamevan Silêman Ehmed hin jî ne dîyar e.

Derheqê rewandina Silêman Ehmed ya derveyî hiqûqî, hevserokê Yêkitiya Ragihandina Azad (YRA) Dilyar Cizîrî pirsên rojnameya mera  bersivandin. Naveroka

heypeyvînê wiha bû.

-Hûn rewandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK‘ê ve çawa dinirxînin?

Ev kiryara ku di li dijî Silêman Ehmed hatiye pêk anîn, derveyî zagonên nawnetewiyî, zagonên  dewleta Iraq û heman demê de jî derveyî zagonên herêma Kurdistanê ye. Di ti zagonan qebûl nake ku piştî 211 rojan mirovek bê ku sedem bidin xuyakirin, nikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Tevî tê zanîn ku Silêman Ehmed rojnamevane û bi awayekî fermî derbas dibe û vedigere. Beriya wê jî Silêman Ehmed bi dehê caran di heman deriyê re derbasî Rojava bûye û vegeriyaye. Raya giştî jî dizane ku PDK bi van bûyerên wisa hewl dide dewleta Tirk ya dagirker razî bike. Li Bakûrê Kurdistanê jî di heman çarçoveyê de êrîş li ser çapemeniya azad tê pêk anîn. Silêman Ehmed jî, endamê çapemeniya azad bû. Dewleta Tirk ya dagirker û PDK’ê jî naxwazin dengê rastiyê bê bihêstin û jê ditirsin. Girtin û zextên tê meşandin, li ser  Silêman Ehmed û endamên din yên ragihandina azad jî, ji ber wê sedemê ye. Piştî 211 rojan hevdîtîn li gel Silêman Ehmed ji aliyê parêzerên wî ve pêk hat. Ev biryarekî sîyasî ye û nayê qebûl kirin.

Ev demeke dirêje dewleta Tirk ya dagirker li Herêmên Parastinê yên  Medyayê êrîşeke dijwar pêk tîne. Qdeke berfireh yê Başurê Kurdistanê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Ji bo ev êrişên dewleta Tirk neyên şopandin û rasterast ji raya giştî re neyê weşandin, PDK’ê  revandin, girtin û kûştina rojnamevanan plan dike. Siyaseta dewleta Tirk û PDK’ê bi heman şêwazî ye. Ew hewil didin pênûsa Silêman Ehmed û hevalên wî yên din bidin sekinandin. Silêman Ehmed, piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir derbasî Silêmanîyê bû. Ev lêpirsina sîyasî ya ku di destê MÎT‘ê û Îstixbaratê PDK’ê ve hatIye amadekirin ti alIyê wî  hiqûqî tine ye.

Li hemberî Siyaseta PDK’ê ya li dijî Çapemeniya Azad, bi taybet ya li dijî Silêman Ehmed, pêwîste çi were kirin?

PDK’ê dibêje ku Silêman Ehmed sîxure û ser vê bingehê doz hatiye destpêkirin. Ti rastiya vê yekê nîne û Silêman Ehmed rojnamevane. Ger sûceke wî hebe jî, ji ber ku ew dengê rastiyê  dinivîsîne.  Ji ber ku PDK’ê karibe gendeliya di Başûrê Kurdistanê de tê meşandin ji raya giştî  veşêre, dê girtinên endamê Çapemenîya Azad bidomîne. Raste Silêman Ehmed niha dîl hatiye girtin, lê hevalên wî yên Çapemenîya Azad hîn jî dengê rastiyê digehinin gelê cihanê. Ajansa Rojnewsê wê herdem denge rastiyê û gendeliya mala Berzanî û PDK‘ê derxîne hole. Di asta navnetewî û herêmî de, ji bo balkişandina li ser revandina Silêman Ehmed pir çalakî hatin pêk anîn. Zext li ser PDK‘ê hat kirin ku demildest hevdîtîn li gel Silêman Ehmed pêk bê û ew bê berdan. Piştî 211 rojan ji berxwedana gelê welatparêz û daxuyaniyên hevalên Silêman yên endamên ragihandina azad encam da û parezêrên wî hevdîtîn pê re pêk anîn. Wek ragihandina azad li gel komaleya rojnamevanên Kurdistanê hevpeymanek hat imze kirin. Me daxwaz kir ku biryarê wê hevpeymanê bikeve merîyetê. Di rûyê rastî de sazîyên navnetewî jî bûne dûvikê dewletên desthilatar û hegemon. Li gorî biryarên ji wan digirin, dimeşin. Dema ku mijar dibe Kurdên welatparêz bi giştî dibin yêk. Li kîjan cihî li cîhanê be, em li dijî kuştin û girtina rojnamevan û endamê çapemeniya dengê rastiyê û resenin. Piştî şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xebatên ragihandinê de pêşketinek pêk hat. Ev jî bû sedem ku me gelek  çalakî ji bona berdana Silêman Ehmed li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistin. Herwiha wê çalakiyên me dewam bikin.

-Ji bo azadiya Silêman Ehmed, wekî Çapemenîya Azad çi xebat hatin meşandin û ji çalakî xurtir bibin pêwîste çi were kirin?

Me wekî sazî û dezgehên çapemeniya azad çalakî û xebatên ji bo azadiya Silêman Ehmed çalakiyên cûr bi cûr dewam kirine û di bernameyên xwe de herdem bûye rojev. Ji komkirina imzeyan me sitandek avakir. Me peywendî bi gelek sazî  û dezgehên navnetewî re danîn. Dibe asta çalakiyên me kêm jî mabin, lê me hewil da ku em denge Silêman Ehmed li ser asta navnetewî bighînin raya giştî. Endamên ragihandinê yên Başurê Kurdistanê anîn ser ziman ku ti eleqeya girtina Silêman Ehmed bi karê wî yê rojnamevaniyê nîne. Li ser wê bingehê wan ji bo azadiya wî piştgrî dane û teqez kirin ku ji bo azadiya Silêman Ehmed çi pêwîst be ew ê bikin.

– Ji bo azadiya Silêman Ehmed bangewaziya we çi ye?

Bangawazîya me ew e ku sazî, komaleyên mafên mirovan û komeleyên hiqûqî yên Başûrê Kurdistanê zextekê li ser PDK’ê bikinda ku dest ji kiryarên xwe berde. Herwiha em bang rojnamevan û  endamên ragihandinê dikin ku Silêman Ehmed bikin rojeva xwe û dengê wî bighînin tevahiya cîhanê. Ji ber ku bi nûçeyek piçuk jî em dikarin denge pênûsa Silêman Ehmed zêde bikin. Ji bo rayedarên Başurê Kurdistanê u partî û rêxistinên derveyî PDK’ê pêwîste zextek li ser rayaderên PDK bê kirin. Bangawazîya me ji bo raya giştî ya Başurê Kurdistanê, sazî û komaleyên li wir kar û xebat dimeşînin Silêman Ehmed hevalê me yê rojnamevan demldest azad bibe.