Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Artêşa Tirk 426 caran sûcê bikaranîna çekên kîmyewî kir

29/06/2024
in NÛÇE
A A
Artêşa Tirk 426 caran sûcê bikaranîna çekên kîmyewî kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji destpêka 2024’an ve 426 caran li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê gazên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar anîn.

Yekemîn êrişa derveyî sînor a dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Başûrê Kurdistanê, di 25’ê Gulana 1983’yan de bi navê “Operasyona Derveyî Sînor” dest pê kir. Dewleta Tirk bi vê êrişê cara ewilî sînor binpê kir û bi navên “Operasyona Şopandina Nêzîk”, “Operasyona Malaştinê”, “Operasyon Xakûrkê”, “Operasyona Pola”, “Operasyon Başokan”, “Operasyon Sîleyan”, “Operasyona Çekûç”, “Operasyona Berbang”, “Operasyon Murat”, “Operasyona Rojê” û “Operasyona Pençe” bi dehan êrişên dagirkirinê kirin. Herî dawî di 16’ê Nîsana 2024’an de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke nû kir.

Dewleta Tirk di êrişan de bi bikaranîna çekên kîmyewî sûc kir û di êrişa Sibata 2021’an de ku li dijî Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin, 256 êrişên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî yên jehrî kirin. Di sala 2022’yan de bi giştî 3 hezar û 280 caran û di sala 2023’yan de bi giştî hezar û 47 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrişî gerîla kir.

Ji 1’ê Çileya 2024’an heta 26’ê Hezîrana 2024’an, me bîlançoya sûcên bi gazên kîmyewî yên jehrî û teqemeniyên qedexekirî ku hem li dijî gerîla hem jî li hemberî xwezaya Başûra Kurdistanê hatine bikaranîn, di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, her wiha çalakiyên gerîla berhev kirin.

Çile

Dewleta Tirk 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 238 caran bi balafirên şer û 18 caran jî bi dronên tijî teqemenî êriş birin ser çeperên gerîla. Li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker gerîlayên YJA Star û HPG’ê bi giştî 79 çalakî li dar xistin û yek ji van jî operasyoneke şoreşgerî ya berfireh bû. Di wan çalakiyan de 99 dagirker hatin kuştin û 12 leşker jî birîndar bûn.

Sibat

Artêşa Tirk 211 caran bi balafirên şer, 5 caran bi helîkopterên êrişê, carekê bi teqemeniyên qedexekirî û bi 10 dronan êriş kir. Di 18 çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê de yek jê serpel, 41 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Adar

Artêşa Tirk 226 caran bi balafirên şer, 5 caran bi helîkopterên êrişê, 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 15 caran bi dronên teqemenî lê barkirî, êriş kir. Di operasyoneke şoreşgerî û 14 çalakiyên gerîla yên li dijî êrişan de 43 leşker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn.

NÎSAN Dewleta Tirk di meha Nîsanê de 279 caran bi balafirên şer, 30 caran bi helîkopteran, 11 caran bi teqemeniyên qedexe, 9 caran bi balafirên bêmirov û bi çekeke kîmyewî êriş kir.

 

Di 29 çalakiyên gerîlayan de 12 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Gulan

Dewleta Tirk 286 caran bi çekên kîmyewî êrişî gerîla kir û 37 caran teqemeniyên qedexekirî bi kar anîn.

245 caran bi balafirên şer, 43 caran bi helîkoptêrên êrişê û 61 caran jî bi balafirên keşfê yên bêmirov êrişên xwe domandin.

Di 82 çalakiyên gerîla yên li dijî teknolojiya pêşketî de 43 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Hezîran

Ji 1’ê Hezîranê heta 26’ê Hezîranê 73 caran çekên qedexekirî û kîmyewî hatin bikaranîn. 204 caran bi balafirên şer êriş kirin.

Gerîlayan 86 çalakî li dar xistin. Di wan çalakiyan de bi dehan leşker hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Çavkanî: Navenda Ragihandinê ya HPG’ê

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.