Rojnameya Ronahî

4`mîn festîvala şehîd Zîlan hat li darxistin

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi boneya salvegera şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinacî), 4`mîn Festîvala Şehîd Zîlan li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Zîlan xwedawenda azadiyê” hat li dar xistin.

Têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) 30’ê Hezîrana 1996’an çalakiyeke fedaî li dijî merasîma leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker li Dêrsimê pêk anîbû. Di encama çalakiyê de hejmarek leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin. Çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan wekî berisv li hemberî hewldana hedefgirtina Rêber Abdullah Ocalan a 6’ê hezîrana heman salê hatibû kirin.

Bi boneya salvegera şehadeta Zîlan, Yekitiya Jinên Ciwan 4`mîn Festîvala Şehîd Zîlan bi dirûşma “Zîlan xwedawenda azadiyê” li parka Azadî ya bajarê bajarê Qamişlo li dar xist. Her wiha bi tevlîbûne şêniyên bajar û bajarokên kantona Cizîrê beşdarî festîvalê bûn. Festîval bi cil û bergên filokilorî yên dayikan û keçan hatibû xemlandin.

Piştre li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Soryaz Simo diyar kir ku ew şehîd Zîlan ji xwe re nimûneyeke mezin dibînin û ew ê bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Di heman demê de endama Koordînasyona Kongra Star Remziye Mihemed di destpêka axaftina xwe de, di şexsê şehîd Zîlan de hemû şehîdên Hezîranê bi bîr anîn û wiha got: “Şehîd Zîlan ji bo me bû riya azadî û tekoşînê, her wiha bi hemû hêza xwe çalakiya xwe plan û komployên bi armanca lawazkirina gelê Kurd û îradeya jinan têk bir. Bajarê ku şehîd Zîlan lê çalakî kir, şahidê komkujiyên li Kurdan û kolekirina jinan  e, lê çalakiya şehîd Zîlan riya dîrokê guherand.”

Festîval bi çalakiyên hunerî hat dewam kirin. Ji aliyê  Koma Şehîd Zîlan, koma şanoyê û Koma Rubû El Cezîre ,hunermend Axîn, Bêrîvan Botan, koma Şehîd Mizgîn û hunermend Lawîn Yusif, stran û mozîk hat pêşkêşkirin.

Şahî bi govend û coşekî mezin hat bi dawî kirin.