Rojnameya Ronahî

Li Îraq û Başûrê Kurdistanê gel li dijî dagirkeriya Tirk dengê xwe bilind dike

Navenda Nûçeyan

Di nav çend rojên borî de dewleta Tirk bi sedan leşker, wesayîtên zirxî, tank, top, çek û teqemenî derbasî Başûrê Kurdistanê kir. Li dijî dagikerî û tevgera dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê, nerazîbûna gelê Başûr û Îraqê roj bi roj zêdetir dibe.

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê dewam dike, di nav çend rojên borî de dewleta Tirk bi sedan leşker, wesayîtên zirxî, tank, top, çek û teqemenî derbasî Başûrê Kurdistanê kir.

Leşkerên Tirk li nav gundên Dihokê noqteyên kontrolê danîne û nasnameyên welatiyan kontrol dikin. Herwiha tê gotin heya niha 10 welatî ji aliyê leşkerên Tirk ve li nav gundên Dihokê hatine binçavkirin.

Piştî ku wêne û nûçeyên li ser mijarê derketin holê, dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan ti noqteyên kontrolê nedanîne, lê Artêşa Iraqê daniye.

Derewên Tirkiyeyê dîsa bi belgeyan derket holê

Nûçegihanê malpera Dengê Amerîkayê dîmenên noqteya kontrolê ya dewleta Tirk ku li gundên bajarê Dihokê ya Herêma Kurdistanê ava kirî kişand. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku artêşa Tirk li herêma di bin rêveberiya PDK’ê de kontrola nasnameyan kir. Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk 35 km’an bi nav axa başûrê Kurdistanê ve çûye û bandoreke neyînî li ser şêniyên gundên herêmê dike. Heya niha jî tevî vê dagirkeriya berçav, ti daxuyaniyek ji Iraq û Herêma Kurdistanê nehatiye.

Hêjayî gotinê ye duh jî Artêşa Tirk li noqteya kontrolê belavok belavkiribû. Di belavoka bi Kurdî û Tirkî de wiha hatibû gotin: “Di dema rêwîtiya we de em we didin sekinandin û dema we digirin. Lewma lêborînê ji we dixwazin. Em ê bi piştevaniya we vê herêmê biewletir bikin. Ji bo feraseta we spas dikin, em li benda piştgiriya we ne.”

Parlamenterê parlamentoya Herêma Kurdistanê Elî Heme Salih bi daxuyaniyekê da zanîn ku bêdengiya Hikumeta Iraq û Herêmê bi qasî dagirkeriya Tirkiyeyê metirsîdare û got; “Enqere ji bo Hewlêrê jî xwedî plane û tevgera leşkerî wê li bajarokê Çoman û Mêrgesorê yên Hewlêrê jî destpê bikin.”

Elî Heme Salih derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Herêma Kurdistan û bêdengiya hikumeta Iraq û Hewlêrê ya dijî dagirkeriyê daxuyaniyek belav kir.

Elî Heme Salih destpêkê balkêşa ser ambargoya dewleta Tirk ya li ser balafirxaneya Silêmaniyê û got; “Sucdariyên rojnemeyên Tirkiyeyê yên li ser balafirxaneya Silêmaniyê ku dibêjin ‘ji bo veguhestina balafirên bê mirov, moşekên Îranî û Emerîkî ji bo PKK’ê û şervanan’ tê bikaranîn, sucdariyên gelek metirsîdarin. Divê Hikumeta Herêmê van sucdariyan red bike. Herwiha divê Hikumeta Herêmê li ser van sucdariyan karên cidî bike û ji bo çavdêriyê nûnerên welatan vexwendiba balafirxaneyê, lê mixabin hikumet bêdenge.”

Li gorî Elî Heme Salih Dihok di hedefa Tirkiyeyê de û dibêje; “Di nava 12 rojan de Tirkiye leşker û hêzek zêde aniye sînorên Herêma Kurdistanê. Eger ev pêngava Tirkiyeyê bigihi serî, Enqere wê ji bo Hewlêrê jî xwedî plan be. Tevgera leşkerî wê li bajarokên Mêrgesor û Çomanê jî çêbibe, wê bi vê re jî pirsgirêk û metirsiye mezin li ser Hewlêrê çêbibe.”

Elî Heme Salih ragihand ku her kes bêdenge, Hikumeta Iraq û Herêmê, hêzên siyasî jî bêdengin, ev bêdengî bi qasî dagirkerya dewleta Tirk metirsîdare.

Li aliyekî din Çavdêrekê siyasî yê Iraqê bang li Elî Sîstanî kir ku fetwayek bide da ku Iraqî herêmên xwe biparêzin û hêzên Tirk ji xaka dewleta Iraqê derbixin.

 

Çavdêrekî siyasî li Iraqê Mihemed Kazimî jî ku ji ajansa Rojnewsê re axivî, tekezî li metirsiya hebûna artêşa Tirk a dagirker li Iraqê kir û di wê baweriyê de ye ku nebûna biryareke niştimanî û lewaziya performansa hikûmeta Iraqê bûye sedem ku dewleta Tirk a dagirker bi rehetî pêngav bi pêngav Iraqê hemûyê dagir bike. Herwiha got; “Ez bang li Elî Sîstanî dikim ku fetwayek bide ku Iraqî herêmên xwe biparêzin û hêzên Tirk ji xaka me bên derxistin.”

Mihemed Kazimî tekezî li wê yekê kir ku hikûmeta Iraqê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê bêdeng maye, lewra vê yekê hişt ku artêşa Tirk a dagirker bi rihetî tevbigere û pêngav bi pêngav hewl bide tevahiya xaka Iraqê dagir bike.

Çavdêrê siyasî yê Iraqî pirs kir ku çima hikûmet li Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê nake, weke ku li dijî Îranê dema ku Hewlêr bombebaran kir? Herwiha got; “Lewazbûna biryara niştimanî û nebûna roleke rastîn ya hikûmeta Iraqê di parastin û berevanîkirina welatê me de, ji bilî piralî û belavbûna partiyan bû sedem ku Iraq parçe parçe û lewaz bibe.”

Di dawiyê de çavdêrê siyasî yê Iraqî Mihemed Kazimî têkildarî dayîna fetwayekê ji bo derxistina artêşa Tirk ji xaka Herêma Kurdistan û Iraqê wiha got; “Ez bang li Elî Sîstanî dikim ku fetwayek bide ku Iraqî herêmên xwe biparêzin û artêşa Tirk ji xaka me bê derxistin.”