Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li pîşesaziyê çavdêrî tune ye

11/08/2018
in Uncategorized
A A
Li pîşesaziyê çavdêrî tune ye
Share on FacebookShare on Twitter

Piraniya ajokarên Qamişlo ji ber hevnegirtina nirxê parçeyên guhertina wesayîtan û buhayê çêkirina wan bi gazinc in.
Buhayê parçeyên guhertina erebeyan di nav dikanên Herêma Pîşesaziyê de cuda ne. Her çiqas Meclisa Pîşesaziyê nirxê buhayan diyar kiribûn jî di nav bêçavdêriyê de, her firoşkarek bi awayekî keyfî parçeyan difiroşe.
Xwediyên wesayîtan li Qamişlo ji ber vê pirsgirêkê beriya çend mehan ve bi gazinc in û bang li aliyên têkildar dikin ku bi lez li ser vê mijarê rawestin û rê li ber bigirin.
Ajokarê erebeya barkirinê yê bi navê Ehmed Elî yê ji Qamişlo diyar kir ku her xwediyê dikanekê li gorî kêfa xwe parçeyan difiroşe. Nirxê hin dikanan guncaw in lê hinek din jî pir buha ne û got: Dema erebeya min xirab dibe, ez ji ber nedabînkirina buhayê parçeyan û karkeran, ditirsim ku biçim herêma pîşesaziyê.”
Welatiyê bi navê Mihemed El-Erûd ê ji navçeya Çilaxa ye, xwediyê erebeya veguhestinê ye û li ser riya Qamişlo-Dêrîkê dixebite. El-Erûd diyar kir ku xwediyên dikanên pîşesaziyê li Qamişlo bi nirxa parçeyên guhertinê dilîzin. Ew li hember her parçeyekê du qat pere gezenc dikin û got: “Hin caran ji bo peydakirina nirxa parçeyekê xirab bûye, çend rojan dixebitim.”
Serokê Meclisa Pîşesaziyê yê bajarê Qamişlo Mihemed Sadîq destnîşan kir ku meclis li ser dikanên pîşesaziyê geriya û got: “Eger ajokarek gilî bike û nirxê ne li gorî lîsteyê be, meclis hesab ji xwediyê dikanê dixwaze.”
Sadîq bang li ajokaran kir ku kesên vê yekê dikin li meclisê gilî bikin û got: “Tenê bi vê rêyê, rê li ber kesên ku dixwazin bi buhayê parçeyan bilîzin, wê were girtin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.