Rojnameya Ronahî

Şehîd Helmet têkoşer û dilsozê azadiyê

Serdar Star

Di ser şehadeta hevalê pêşeng û şoreşgerê mezin Diyar Xerîb ango heval Helmet re 5 sal derbas bûn. Di 5 salên derbasbûyî de li ser têkoşîn û xebata Şehîd Helmet gelek axaftin hatin nivîsandin û gelek bîranên hatin nivîsandin. Lê belê heta niha me nekariye berhemên wî yên têkoşînê rast binirxînin, ji ber ku heval Helmet li rojek xwe wala derbas nekir, berovajî hemû rojên xwe bi berhemên şoreşgerî tijî dikir. Ji ber ku hêviyên wî di lûtkeyê de bûn, coş û moralê wî ne tenê ji bo wî, ji bo hemû derdorên wî jî têr dikir, ez dixwazim di pêncemîn salvegera şehadeta wî de aliyekî din ê têkoşîna wî vekim. Ev jî serdema xebatê Partiya Çareserya  Demokratik a Kurdistan‘ê ( PÇDK) bû.

Piştî sala 1991‘ê di tevîbûna şoreşa Kurdistan‘ê ya Başûr de hinek cudahî hebûn, ji ber ku piraniya xaka Başûr hatibû rizgarkirin û rejîma Baas hilweşiya bû. Lê bi rayedar û desthildarê Başûr re nakokî hebû, ji ber ku bêpîvan û prensîb destên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re piştgrî didan, bi taybetî jî bi destên dagirkeran êrîşî parçeyên din ên Kurdistanê dikirin. Ji ber ku di berdevam kirina têkoşîna xwe de israr kir, êrişên herî zêde liser PKK bûn. Ev yek bû sedem ku rejîma Başûr di 33 salên hebûna xwe de herî zêde êrîşî PKK’ê bike. Niha jî tenê kadroyên PKK’ê ji aliyê hikûmeta PDK‘ê  tên şehîdkirin, tên girtin û radestî dagirkeran tên kirin, di vî warî de herî zêde PDK’ê sûc kiriye. Li aliyê din dizî û talankirina mal û milkên gelên herêmê û nebûna edaletê jî ne pêkanina stûnên demokrasiyê bû. Ji ber vê yekê diviyabû gelê Başûr li rêyeke din a têkoşînê bigeriyana, rêya herî baş a ku ciwan, rewşenbîr û xwendekar tê de bersivê bibînin, teqez felsefeya Rêber Apo û tevgera Azadîyê PKK’ê bû.

PKK di qada siyasî û çekdarî de weke hêzeke netewî û serxwebûnê derketibû holê, tevî ku birayê wî yê mezin  a heval Helmet di serhildana sala 1991’an de li gundê Çimanî yê Kerkûkê di nav pêşmergeyê YNK’ê de şehîd bû. Lê rêbaza têkoşînê ya YNK’ê êdî ne tirker bu jibona berxwedanîya heval Helmet. Di sala 1995‘an de li Hewêrê li zanîngeh dixwend, Dr. Sîrwan nas kir. Di sala 1995’an de tevlî koma xwendekaran dibe û piştre di nava rêxistina girseyî de weke kadro têkoşîna xwe berdevam dike.

Di havîna sala 1997’an de biryar hatibû girtin ku heval Helmet biçe qada Rêber Apo  li Sûriyeyê. Ji ber operasyona dagirkeriya dewleta Tirk û alîgirên wî  PDK’ê, heta dawiya salê têkoşîna xwe ya gerîla li gel yekîneyên gerîla yên li Badînanê weke fermandarê yekîne berdewam kir. Di dawiya salê de dema ku PDK’ê li herêma Soran derbeke kujer ji destê gerîlayan xwar, heval Helmet bi komek hevalên xwe re firsenda dibînin û derbasê Rojava dibin û bi rêka xelkê welatparêz ya Rojava xwe digehînin qada Rêbertî li Şam. Heta ku Rêber Apo li Sûriyeyê derket Heval Helmet, tevlî devreyên perwerdeyê bû û di kêlekê da jî xebarên arşîv û ragihandinê jî dimeşand. Li aliyekê perwerdeyên Rêber Apo tomar dikir û li aliyê din jî bi kameraya xwe wêneyên Rêber Apo û hevalên wî dikişand û arşîv dikir. Niha jî gelek wêneyên Rêbertiyê di sala 1998’an de ji aliyê heval Helmet ve hatine kişandin.

Heval Helmet piştî ku vegeriya qada gerîla, ji bo perwerdekirina şervanên nû li Qendîlê hat erkdarkirin. Bi girtina Rêbertî û bi dawîbûna Kongreya 6‘mîn a PKK’ê rerêheval Helmet careke din derbasî Başûr‘ê Kurdistanê dibe, , Heta sala 2001 ev kar û xebatên xwe berdewam dike.

Rewşa Başûr Ji ber şerê navxweyî yê PDK û YNKê û nakokiyên li ser desthilatdarî û pereyan, gelê Başûr gelek westiya bû. Ji ber vê yekê ji bo vegerandina bawerî û moralê ji civakê re hêz û îradeyek zêdetir lazim bû. Havîna sala 2000’an de, di Konferansa Rojhilata Navîn de ji bo ku li Başûr bi awayekî nû têkoşîna siyasî û girseyî ji nû ve bê destpêkirin gelek nîqaş hatin kirin. Gehiştin wî encamê de Tevgera Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê de xwe rêxistin bikin , jibona wî di  havîna 2001’ê bi daxuyaniyekê de tevgera Çareseriyê hate damezrandin.

heval Helmet di zivistana 2001’an de rêwîtî ya xwe şoreşgerî dîsa derbasî Qendîlê kir. Lê vê care xebatê civakî û siyasî rêwedibir, li gel  hevalên xwedî zanist û temen ciwan ên wekî Şehîd Arî, Dana, Welat, Sîpan Rêber, Pola û hwd. Mixabin di zivistana sala 2001’an de di dawiya meha Sibat‘ê de 11 heval ketin bin berfê û şehîd ketin. Lê ji bo ku li Başûrê Kurdistanê bigihêje rêxistineke xurt heval Helmet têkoşîna xwe berdevam dike jibona Başûr bibe xwedî rêxistinek xurt û bi hêz.

Guhertinên cîhanî û Herêmî bi lez û bez bûn. Bi taybet, êrîşa El-Qaîde li ser Amerîka û êrîşa Amerîkayê li ser Efxanistanê û herwiha amadekariyên êrişa li ser rêjîma Bees a Iraqê. Li aliyê din tevî dîlgirtina  Rêber Apo, manîfestoya ji dewlet rahîbên Sumer ber bi şaristaniya demokratîk hêz, pespektîfên nû da tevgera azadiya gelan. Firsendek mezin  ji bo tevgera PKK’ê vekir . Tecrûbeya têkoşîna li Başûr, pespektifên Rêber Apo û niqaşên dihatin meşandin, şert û mercên avakirina partiyeke siyasî ya gel li Başûrê Kurdistanê ava kiribûn.

Di destpêka Adar‘a 2002’an de endamên yekemîn kongreya Tevgera Çareseriyê dihatin komkirin, heval Helmet û heval Viyan Jaf amadekarîya wê komêda wek rêveber cîh girtin. Xuya bû di şert û mercên nû de ji bo lidarxistina kongreyeke serkeftî gelek nîqaş kirî bûn. Piştî nîqaşên zêdetirî 10 rojan li salona kongreyê ya li Qendîlê, têkoşîna nû bi Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) re formula xwe girt.Di dema kongreyê de piraniya nîqaşan ji aliyê heval Helmet û heval Viyan ve hatin meşandin, bi taybet arastekirina nîqaşan û komkirin  mijaran daku li Başûrê Kurdistanê rolek nû bêdîtin, li aliyekî kêmasiyên berê neyên dubare kirin, Di heman demê de divê kadroyên ji her çar parçeyan bê cudahî di têkoşînê de rola xwe bilîzin, yanî siyasetên herêmçêtî ya partiyên klasîk bê derbaskirin û ji rûxandina rejîma Baas re amade bin.

Yek ji hevalên ku li dijî tesfiyekar  mîna Ferhad û Botan ku dixwestin PÇDK’ê ji bo armancên xwe bi rê ve bibin, rêheval Helmet bû. Bi taybetî feraseta dayîna pere û kesên bi pere tevlî kirin.  mînak Ferhad dixwest bi 50 mark xelk wek Pêşmerge tevlî bibin, ligel ku heval Helmet bi wî şêwaz bawer nedikir, Di heman demê de bi zimanekî henekwarî digot ku di salekî de tene kesek tevlî buye ji bo pere xebat bike.Ji ber ku heval Helmet di wê baweriyê de bû ku ger mirov, ji aliyê fikrî, siyasî û bîrdozî ve îqna nebe, wê demê tevlîbûna têkoşînê tu feydeyê nade.

Li gel ku Di kongreya yekem de heval Helmet di dîwan rêveberîna kongire  de cihê xwe girt , di heman demê de weke endamê desteya rêveber û weke endamê rêveberiya giştî, mekteba siyasî hate hilbijartin. Di kongreyên duyem û sêyem de roleke mezin di amadekirina kongreyan û serkeftina wan de lîst, ji ber ku wî got pêwîste kongre beriya kongreyê serkeftinê wê diyar be. Li Iraqê piştî rûxandina rejîma Baasê têkoşîna demokratîk meşandin û Damezrandina partiyeke siyasî ku kadroyên wê xwedî ezmûneke siyasî û rêxistinî nebûn Ji aliyê din ve, di nava hegemonî û dijminatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her tim derxistin, girtin, birîna nan û komployê de, ne tesaduf bû.

Piştî kongreya çaremîn, heval Helmet weke serokê PÇDK hate hilbijartin û di kongreya pêncemîn de jî weke hevserokatiyê têkoşîna xwe berdEvam kir. Di gel ku Tecrubeya hevserokatiyê hîn nû bû jî, heval Helmet hevsengiya zayendî parast û fedakariyên herî mezin kir da ku rêhevalên jin bi serdestî û zexta mêraniyê hîs nekin û li kêleka hev bi ruhekî bilind yê rêhevaltiyê têkoşînê bimeşînin. .

 

Di têkoşîna 12 salên PÇDK’ê de heval Helmet ked û fedakarî herî mezin nîşan da, di hemû xebatên  rêxistinî, ragehandin, dîplomatîk û perwerdehiyê de pêşengtî kir. Hewl da ku PÇDK’ê ji Zaxo heta Xaneqînê bike partiya hemû gelê Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku hezkirineke wî ya taybet ji gelê Behdînan re hebû çend caran xwe pêşniyar kir ku li herêma Behdînan kar û xebat rêvebibe.  Hertim daxwaz dikir ku, bi civaka Êzidî, Kaka, HEvramî, Feylî û Şebek re têkiliyan deyne û di nava rêxistinan de cih ji wan re veke. Bi hemû hêza xwe hEvl dida ku peyama Rêber Apo ya li ser şoreşa Başûr ku Şoreşa  başûr şoreşa jin e  bi cih bîne, ev jî bû sedem ku rêhevalên jin bi heval Helmet baweriyeke mezin bi dest bixin.

PÇDK’ê di kongreya xwe ya şeşemîn de di 16-10-2014’an de xebatên xwe bi dawî kir û tevlî rêxistina sîwan a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê bû. Her çiqas PÇDK êdî weke  rêxistin nemaye jî, lê mîrateya wê di nava tevgera azadiyê kombuye. heval Helmet ji bo serkeftina têkoşîna tevgera azadiyê her hewl da, ji ber ku ev yek weke parçeyek têkoşîna xwe dihesiband. Piraniya proje, plan, têbînî û têbîniyên xwe pêşkêşî Serokatiya Tevgera Azadî kir. Weke ku em dizanin heval Helmet stûna sereke ya têkoşîna Başûr bû, dijmin û sîxurên xayîn jî wisa mêze dikirin û şoreşgerîya heval Helmet ditirsîyan. Levma ev kirin armanca êrîşên xwe .Di 26‘ê Pûşber a 2019’an de di encamê êrişên balafirên şer ya dewlet tirk a dagîrker li binarê Qendîl gihişt şehadetê. Helbet îro Başûrê Kurdistanê pêwîstiya xwe  gelek bi hevalekî din  weke rêheval Helmet heye, ji ber kombûna qeyranên ne çareser buyî da ku  bi ruh, moral û riya heval Helmet bi gehijîn çareserîyê.