Şaredariya Gel a navçeya Fafîn a herêma Şehbayê bi hevkariya komîna gundê Xirnata, pêdiviya ceyranê ya şêniyên gund bi cih anî.
Li gundê Xirnata destpêkê şêniyan ji ber kêmxizmetên bingehîn wekî av û kehrebeyê, zehmetî kişandin.
Şaredariya Gel û komînan xebatên xwe yên xizmetguzariyê zêde kirin. ji bo pirsgirêka ceyranê çareser bibe jeneratorek ji şêniyên gund re hat peyda kirin.
Endamê Komîteya Xedemî ya Komîna Xirnata Betal Ebdî wiha got: “Armanca me peydakirina pêdiviyên şêniyan e. Piştî 4 mehan şaredarî bi alîkariya şêniyan jenerator peyda kir.”…ANHA






