Rojnameya Ronahî

Hezkirina Welat

Farûk Sakik

Di sala 1974’an de Rêber Apo di konferansekê de, li ser 2 peyvan bi israr disekinî: Kurdistan Metîngere.

Di sala 1978’an de jî ji bo bîranîna Hakî Kerar broşorek derxistin û di vê broşê de ev herdû peyv waha hatibûn pênasekirin:

Li Kurdistan qetlîam, cînayet, heqaret û koçberiya ku pêkhatine parçeyek metîngeriyê ne.

Li dijî vê metîngeriyê têkoşînekê dest pê kir û hetanî roja me hat. Gelo bi vê têkoşînê ew qetlîam, cînayet, heqaret û koçberî bi dawî bû? Na…

Lê ev tevger nebûya îroj wê Kurdek ku lê heqaret bikirina nemaya. Ango Kurd wê tune bibûna. Êdî wê demê, ew ê gihîştibûna armanca xwe ya sedsala berê ya tunekirina Kurdan.

Tevgera Azadiyê çandek jî di nav Kurdan de belav kir. Hezkirina ji welatê xwe. Hezkirina welat,  Kurd xistin nav tevgerekê ku welatê xwe li dijî metîngeriyê biparêze û azad bike.

Em vegerin roja me, li Kurdistan metîngerî di çi radeyê de ye?

Şewata Çinar û  Şemraxê heye…

Li Mêrdînê destdayîn û dagirkirina ‘şaredariyên gel’ heye.

Li Zapê di 9 rojan de 71 êrişî de çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyê re dewam dike.

Li Çiyayê herêma Mawa 2 gerîla, Axîn Gabar û Şervan Botan şehîd bûn.

Di encama şerê li Kurdistanê diqewime, pêlên koçberiyê destpêkir. Dema xwestin derbasî Ewropa bibin, di rêwitiya penaberiyê de, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Gef û şantaja li ser Rojava bê navber dewam dike.

3  sal û 3 mehe ji Rêber Apo tu xeberek nayê girtin.

Evanan di rojeva Kurdan de hene. Lê li dijî van kiryaran, têkoşînek qels heye. Ka me çanda “hezkirina welat” girtibû. Yên ji welatê xwe hezbikin divê têkoşînek bê navber bidin. Dive newestin. Dive fedakarî bikin.

Dema ku bûyêrek diqewime ji çapameniyê bigire hetanî saziyên hene banga kolanan dikin. Na, ev qîm nake. Dive ji bo ew însan werin qadan, di destpêkê de tu ew rihê hezkirina welat di dil û mêjiyên wan de bicih bikî.

Dive em vegerên 50 sal berê. Çawa Koma Apociyan ev rihê hezkirina welat li Kurdistanê belavkirin, mal bi mal, yek bi yek bi mirovan re têkilî danîn, em vê yek ji xwe re mînak bigirin. 50 sal berê civakek ku tewizî bû, di bin bandora asîmlasyonê de mabû, ji nasnameya xwe dûrketibû, hebû. Heger ewroj ev civak hatibe rêxistinkirin, îroj çima nebe?.

Îro jî dive heman tişt were kirin. Îroj şert û defetên mezin henin. Gelek amûrên ku vî rihî belavbikin henin.

Heger ev rih di nav civakê de belav bibûya, pêdivî tunebû ku ji bo şewata Çinar û Şemraxê tu bang bikî. Mirovên bi xwe li hawarê biçûna.

Heger ev rih hebûya şert û sirûcên şer û jiyanê çidibû bila bibûya wê kesî axa xwe terk nekira, di riya penaberiyê de jiyana xwe ji dest nedaya.

Dijminên Kurd û Kurdistanê jî van yekan dizanin û ji bo pêşî li vê yekê bigirin taktîkên şerê taybet bikartînin. Dive têkoşînek taybet jî li dijî vî şerê taybet were kirin.

Li Rojava rihê ‘hezkirina Welat’ heye. Ev ruh tunebiya li hember evqas gef û êrîşan dikaribûn li ber xwe bidin? Ji bo azadiya Kurdistan çeka herî bi bandor ‘hezkirina Welate’.