Rojnameya Ronahî

Li Sûriyê dagirkeriya Tirk çavkaniya pirsgirêkan e

Zekî Bedran

Tirkiye gef û êrişên xwe yên li ser Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ev êriş rê ji gelek wêranî û karesatan re vedike. Li herêmên weke Efrînê qirkirina nîjadî pêk tîne. Rasterast hebûna gelê Kurd dike armanc. Ji bo vê mayînde bike û nehêle careke din gelê Kurd vegere axa xwe malê Kurdan desteser dike. Çeteyên ku ji wirde wêde kom kiriye li cihê Kurdan bicih dike. Tiştên ayîdî Kurdan talan dike û dewrî çeteyên xwe dike. Bi êrişên berdewamî herêmên dagirnekirine jî di bin zextê de dihêle, zeviyên gel dişewitîne, tiştên girêdayî gel xirab dike û cihê jiyana gel nahêle. Di encamê de gel mehkumî birçîbûnê dike û neçarî koçberiyê dike.

Tiştê ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê pêk tîne jî ne cuda ye. Baregehên leşkerî li qadek berfireh bicih kiriye. Ji bo baregehên xwe çêbike bi awayê hewayî û bejahî êriş dike. Bi sedan gund daye valakirin. Ji ber bombebarana li ser daristanan û erazî agir bi herêmê dikeve û her sal ekolojiya herêmê wêran dibe. Dar tên birîn, daristan tên tunekirin. Di salên 1990’an de zêdetirî 400 gund hatin şewitandin û valakirin, bi milyonan Kurd ji axên xwe derketin. Dewleta Tirk di cewher de dixwaze gelê Kurd di qirkirinê re derbas bike û ji holê rake. Li gorî vê armancê ev sed sale asîmîlasyonê pêk tîne, weke polîtîkayeke dewletê didomîne.

Dixwaze tevahî cîhanê li dijî gelê Kurd bixe tevgerê. Rêveberiya Erdogan ji Çînê heta Rûsyayê, ji DYE’yê heta Ewropayê û Rojhilata Navîn bi tevahî dewlet û hêzan re hevdîtinan çêdike, ji bo wan bike hevkarê şerê li dijî Kurdan seferber bûye. Taybet jî dixwaze bi Îran û Iraqê re operasyonên hevbeş pêk bîne. Niha hewl dide rêveberiya Sûriyê jî, Sûriyeya ku wî bixwe wêran kiriye û nîvê wê dagir kiriye beşdarî vê operasyonê bike. Piştî ku Rêveberiya Xweser hilbijartinên şaredariyan xiste rojevê, gef û êrişên xwe zêdetir kir. Sûriyê nikare van hilbijartinan asteng bike. Dibêje, wê demê ezê asteng bikim.

Dewleta Tirk tevahî êriş û gefên xwe bi PKK’ê ve girêdide. Tu hêncet û agrûmaneke din di destê wî de nemaye. Pirsgirêk ne PKK ye, pir bi awayek zelal hebûna Kurd e. Lê dijminayiya Kurdan di qada navnetewî de dê karê wî zehmet bike. Ji bo raya hindir û derve bixapîne û sûcên xwe yên qirkirinê veşêre, xwe li pişt hênceta teror û PKK’ê vedişêre. PKK’ê pirsgirêka Kurd ava nekiriye. Pirsgirêkeke ku ji ber polîtîkayên qirkirin û îmhayê ya dewleta Tirk derketiye holê.  Ji beriya PKK’ê jî dewleta Tirk hebûna Kurdan înkar dikir, Kurd qir dikir û ji warê wan derdixist. PKK ji bo dawî li vê bîne û hebûna Kurdan biparêze hat avakirin. Niha ji bo polîtîka û kiryarên xwe mafdar derbixe dixwaze di bin navê têkoşîna li dijî PKK’ê de nîşan bide û rewa bike.

Dibêjin, “Em tucaran destûr nadin ku li ber pozê me, di sînorê me yê başûr de hilbijartin pêk bên. Em destûr nadin ku terorîstanek bê avakirin”. Xwe diqetînin û dibêjin, “Hilbijartin tune ye, rewakirina rêxistina terorê heye”. Bi propogandaya dê Tirkiye parçe bibe gelê Tirk dixapînin û dixwazin bikin hevkarê polîtîkayên xwe. Li Tirkiyê jî tevahî derdorên ji çep û rast kirine parêzvanên vê polîtîkaya xwe dispêre xwînê û înkarê. Ev sed sale propogandaya yek dewlet, yek netew dikin û hîna ev nehatiye derbaskirin. Ev hişmendî hertim Tirkiyê dixe nava pevçûn û belayan. Çavkaniyên aborî û lêgerîna demokratîkbûnê tên tunekirin, seqet dibin.

Ev zêdetirî 10 sale Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe bi rêve dibe. Hem jî bi awayek demokratîk ku mînakek wisa li Rojhilata Navîn tune ye. Gelo hilweşandina vê yan jî piştgiriya bi vê re dê sûdê bide gel? Çima çûyîna gel a ser sindoqan weke terorê tê pênasekirin? Li cîhanê tiştek wiha tune ye. Lê mejiyê nîjadperest ê ku dixwaze Kurdan ji dîrokê tune bike, vê jî ji bo êriş û şerê xwe li gelê Kurd û gelê herêmê ferz dike. Zextê li DYE û hêzên din dike ku li dijî hilbijartinê derkevin. Erdogan ji bo astengkirina vê wezîrê karê derve dişîne cem Pûtîn. Halbûkî eger hilbijartinên şaredariyan çêbibin ne Tirkiye hildiweşe ne jî Sûriye. Berovajî dê herêmên asayîtir bibe. Dê vebijêrkên demokratîk derkevin pêş û bi goftogoyê rêya çareseriya Sûriyê vebe. Dê yekîtiya gelê Sûriyê hêsan bibe.

Kurd û gelên bi Kurdan re dijîn pêşeroja xwe ji derveyî Sûriyê nabînin. Lêgerîneke wan a wiha tune ye. Ji derveyî parastina herêmên ku ji DAIŞ’ê rizgar kirine û xwerêvebirinê hesabekî din ê wan tune ye. Berovajî hewl didin bi hikumeta Şamê re hevdîtinan pêk bînin û pirsgirêkan çareser bikin. Ya ku çareseriyê sabote dike, li dijî artêşa Sûriyê “Artêşa Sûriyê ya Netewî” û hikumetên demkurtî ava dike û wan xwedî dike Tirkiye bixwe ye. Tirkiyê Sûriye parçe kiriye û dagir dike, astengkirina çareserî û aştiyê jî didomîne.