Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendina Paraznameyên Rêber Apo pêkanîna siberojeke azad û demokratîk e

26/06/2024
in ROJEV
A A
Xwendina Paraznameyên Rêber Apo pêkanîna siberojeke azad û demokratîk e
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Zindîkirina felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan bi xwendin û piratîkirina pirtûk û pariznameyên ku hatine amedekirin pêkan e. Li herêma Şehbayê Akademiya Zanistî ya Rêber Apo vê yekê armanc dike. Endama Akademiya Zanistî Gulistan Mistafa anî ziman armanc ew e ku xwendina Pareznameyên Rêber APO di nava civakê de mîna çandekê belavbibe.

Akademiya Zanista civakî ya Rêber APO taybet li ser xwendin, rawestandin û xurtkirina kesayetê di Felsefe û parêznameyên Rêbertî de xebat dike. Akademiya Zanisî ya Rêber Apo zêdetirî salekê ye li herêma Şehbayê hatiye vekirin û xebatê wê tenê di çarçoveya xwendin û perwerdekirina gel li ser pareznameyên Rêber APO ye. Xebatê Akademiyê di nava gel, sazî û dezgehên li herêmê hene de tê meşandin. Her wiha hemû temenên ku dixwazin li ser felsefeya Rêbertî xwe perwerde bikin digire nava xwe. Hêjayî bîranînê ye ku beriya avakirina Akedemiya Zanistî ev xebat bi awayê perwerdekirina giropan ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re dihate meşandin.

Têkildarî xebata ku ji aliyê Akademiya Zanistî ya Rêber Apo ve hatiye destpêkirin Endamê Akademiya Zanistî Gulistan Mihemed ji rojnameya me re axivî.

170 kes li ser Paraznameyên Rêber Apo perwerde dibin

Gulistanê anî ziman ku xwendin û xweperwerdekirina li ser Paraznameyên Rêber Apo bi tevlîbûna 170 kesî hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Xebatên Akademiya Zanistî ya Rêber Apo ji salekî ve bi awayekî fermî hatiye destpêkirin. Bi tayebt li herêma Şehbayê ev xebat bi awayekî xurt destpêkiriye. Xebatên Akademiyê tenê bi xwendin û xweperwerdekirin li ser Paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan e, nêzî 170 kes ji hemû pêkhate, sazî, dezgeh, partî û ciwanan cihê xwe di nava xebata Akademiyê de digirin. Ev perwerde bi awayekî lihevkomkirin tê berdewamkirin û bi hev re xwendin û nîqaş li ser Paraznameya ku tê xwendin pêşdixînin. Bê guman pêşxistina xebatekî bi vî awayî cihê rêzdariyê ye û zindîkirina ramanên Rêbertiyê erka me ya sereke ye”.

Sosyolojiya Azadiyê

Gulistanê diyar kir ku ji girîngtirîn pirtûkên Rêbertî Sosyolojiya Azadiyê ye û wiha got: “Yek ji girîngtirîn pirtûkên Rêber Apo pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ye. Me xwest em bi vê pirtûkê destpê bikin, ji ber ev pirtûk zêdetir li ser pirisgirêkên heyî yên sîstem û civakê radiweste. Hemû diyarde û sîstemên navnetewî her wiha çawaniya pêkanîna Paradîgmeya Netewa Demokratîk bi awayekî herî zelal dinirxîne û şîrove dike. Armanca me ew e ku di milê îdeolojî û perwerdê de bi taybet di nava koçberiyê de em xwe û civaka xwe pêşbixînin û ev xebat bibe weke çandekê di nava civakê de. Weke gavên destpêkê ev xebat bi awayekî serkeftî tê berdewamkirin, kêmasî û nebesiyên heyî heyanî astekê tên dîtin, şîrovekirin û altirnatîfa derbaskirina van nebesiyan tên nirxandin.”

`Yek ji armancan pêşxistina ciwan û jinên ciwan e`

Gulistanê di dawiya axaftina xwe de zelal kir ku ew herî zêde perwerdekirina ciwan û jinên ciwan armanc dikin, her wiha wê çalakiyên berfireh bêne pêşxistin û wiha domand:”Avakirina civakeke pêşketî û xwedî bingeheke rast û bi hêz bi perwerdekirina qada ciwanan pêkane. Li ser nirxên ku Rêber Apo ji me re dane avakirin û pêşxistin û çawa ku Rêbertî her tim rola pêşeng di kesayeta ciwanan de teysandiye em jî hewildidin ku herî zêde ciwan û jinên ciwan vexwînin nava vê xebatê. Di berdewamkirina vê xetê de wê zêdetir çalakiyên berfireh û nîtalîk bêne pêşxistin. Bê guman armanca me ya Akademiya Zanistî ya Rêber Apo ne tenê em di herêmê de bimînin, em xebatên xwe li ser esasê ku ev yek derbasî hemû cîhanê bibe û tavahî gelên ku banga azadî û demokrasiyê dikin Pareznameyên Rêber Abdullah Ocalan bixwînin û bighînin wê baweriyê ku rastirîn felsefeya ku ji bo wekhevî û azadiya cîhanî têdikoşe ew felsefeya Rêber Apo ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.