Rojnameya Ronahî

Hêrsa komkujiya Kobanê bû bingehê berxwedan û hêza têkbirina DAIŞ’ê

Birûc Resûl/Qamişlo

Sibeha roja 25`ê Hezîrana 2015`an kolanên bajarê Kobanê û gundê Berxbotanê bibûn gola xwînê. Li tevahiya kolanan cenaze hebûn. Kolan bibûn şahidê bûyerek xemgîn û şûnek sîl nabe di bîra her kesî de hişt.

Kobanê ya bi navê xwe bû kelha berxwedan û serkeftinê yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê ye ku yekemîn car gavên şênber ên têkoşîna azadiya gelê kurd û Kurdistanê lê hat avêtin. Gelê Kobanê bi vê gavê re bîrdoziya tevgera azadiya Kurdistanê nas kir û bi wê gava yekemîn şûnde bû cihê berxwedan û serkeftinê. Lewra ew gava pîroz a ji tevahî gelê Rojhilata Navîn û cîhanê re bû çavkaniya hêvî û baweriyê ji 1979`an ve heta 2011`an rêxistinbûneke xurt xwe weke gel ji xweliyê xwe afirand û bi wê afirandinê gava yekemîn a şoreşa 19`ê Tîrmehê hat avêtin. Ev şoreşa ku bi pêşengiya jinan xwe bi felsefeya û birdoziya azadiyê perwerde kir, hat destpêkirin di roja me ya îro de li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye û ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovahiyê bûye çavkaniya hêvî û berxwedanê.

Çeteyan bi hemû hêza xwe êrîşî warê şoreşê kirin

Şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir û navenda wê Kobanê bû, gelek hêzên desthilatdar ji bo xwe weke xetere dît. Di wê navberê de projeya çeteyên DAIŞ`ê derdikeve holê ku li gelek welatan êrişên hov pêk tîne û bi taybetî li Sûriye û Iraqê xwe bi cih dikin û gelek bajaran desteser dikin. Dewleta tirk ku dijminahiyeke dîrokî bi gelê Kurd re daniye û her wiha hebûna xwe li ser bingehê tunekirina gelê kurd ava kiriye, çeteyên DAIŞ`ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û di 15`ê Îlona 2014`an de berê êrişên wan dide Kobanê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di wê navberê de bangewaziya xwedîderketina li Kobanê û rêgirtina li ber çêbûna komkujiyan dike. Pişt re seferiya xwedîderketina li Kobanê tê ragihandin ku bi hezaran keç û xortên Kurd berê xwe didin Kobanê û li rex şervanên YPJ`ê û YPG`ê li dijî DAIŞ`ê şer dikin. Piştî berxwedana ku 134 rojan berdewam dike, Kobanê di 27`ê Çileya 2015`an de ji çeteyan ve tê rizgarkirin.

Kêfxweşiya vegera welat nîvco ma

Piştî mizgîniya tunekirina DAIŞ’ê ji Kobanê gelê wê ku koçberî Bakurê Kurdistanê bibûn, bi lez û bez vedigerin warê xwe û di nava bermahiyên şer de dijîn. Piştî zayîna nû ya gelê Kobanê, wan roj bi roj malên xwe ji nû ve ava dikirin. Di nava hestên kêfxweşî û metirsiyê de, çeteyên DAIŞ`ê bi alîkariya dewleta Tirk di 25`ê Hezîranê de êrîşî navend û gundewarên Kobanê dikin. Çete komkujiyên hov ku bi çekan, sator û şûran bi sedan kes qetil dikin. Di vê komkujiya ku weke rojeke reş ket dîroka gelê Kobanê de, 233 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Piştî çend mehan ji têkçûna DAIŞ’ê, bi piştgiriya tirkiyê derbasî kobanê bû

Li gorî gotinên gundiyan, saet 04:00’ê seharê komek ji 80 heta bi 100 çeteyên biyanî û sûrî ku cilên YPG’ê li xwe kiribûn tevî 8 erebeyên leşkerî bi dizî ji gundên başûrê Kobanê ber bi bajêr ve çûn. Lê berî wê jî bi çend mehan li heman bajarî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê li kolanên wê hatin kuştin û têk çûn.

Çete  dabeşî du koman bûn, ya yekê yekser ber bi bajêr ve çû, ya din jî li derdora gundê Berx Batan belav bû. Komê ji tariya şevê û cilên YPG’ê ji bo derbasbûna bajêr sûd girt.

Piştî derbasbûna bajêr, çete li ser banê xaniyên bilind û hin herêmên stratejîk; firûna alî, avayiya Rêveberiya Xweser, riya Heleb a başûrê bajêr, derdora benzîxaneya Mistefa Derwêş, taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê bajêr, taxa Cemarik, Qada Azadî ya nava bajêr, Sûka Hal a kevinn û Kolana 48, belav bûn.

6 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundir, 4 ji wan ji gundê Berx Batan li erebeyekê siwar bûn û dan dû karwan û zanîn ku ne şervanên YPG’ê ne, lê di ketina bajêr de hatin gulebarankirin.

Ji 3 eniyan ve DAIŞ`ê hewl da Kobanê kontrol bike

Kolan bû gola xwînê, di encamê de ji zarok û jin û extiyaran 233 kes şehîd bûn.

Di wê navê de şervanên YPG/ YPJ’ê bi desteka asîmanî ya Koalisyona Navneteweyî operasyona rizgarkirina bajarokê Sirînê ji çeteyên DAIŞ’ê dimeşand. Dewleta Tirk deriyê Mûrşid Pinar yê li nêzî Kobanê vekir ku erebeyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ’ê derbasî bakurê bajêr bibin.

6 şervanên Hêzên Ewlekariya Hundir di şerê bi çeteyan re ya li nêzî avayiya rêveberiya kantonê ya bajêr şehîd bûn. Bi vê re şerê li kolanan dest pê kir. Sekvanên DAIŞ’î yên li ser banên dibistan û avayiyên stratejîk bi cih bûyên her kesê didîtin gule berdidanê.

 Komkujî derket asta qirkirinê

Rêbazên herî hovane yên serjêkirin û gulebarankirinê li dijî gelê Kobanê pêk anîn. Bi kurtasî her cûre amûrên ku di asta navdewletî de hatine qedexekirin û her cûre rêbazên dermirovî yên  ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin bikaranîn. Çeteyan bi cil û bergên Yekîneyên Parastina Gel û ‘Artêşa Azad’ êrîşî sivîlên di malên wan de kirin, ketin malên wan û her kesê ku rastî wan dihat şehîd dikirin. Li gorî gelek raporên rêxistinên mirovî, komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye kirin, derketiye asta qirkirina Kurdan.

DAIŞ dîsa li kobanê têk çû

YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundir li gel welatiyan nuqteyên bicihbûna çeteyan li bajêr dorpêç kirin. Di 3 rojên şerê li kolanan de YPG’ê piraniya çeteyan kuştin û hin çeteyên xwe bombe kiribûn jî girtin.

Bîlançoya komkujiyê

Di daxuyaniya Meclisa Rêveber a kantona Kobanê ya 21’ê Tîrmeha 2015’an de hat eşkerakirin ku komîteya lêpirsîna rastiyan diyar kir ku di komkujiyê de 233 sivîl şehîd bûne. Ji wan 27 sivîl ji gundê Berx Botan in. 273 sivîl jî bi guleyên çeteyan birîndar bûn. Di 3 rojên paqijkirina bajêr ji çeteyan de nêzî 30 şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd bûn.