Rojnameya Ronahî

Serpêhatiya Şêx Seîdê Pîran

Navenda Nûçeyan

Şêx Seîd kesekî nîştimanperwer bû wî ji netewa Kurd re mîrateke gelek serbilind û dîrokî hiştiye. Şêx Seîd li Mûş û Melezgirtê dest bi xwendinê kiriye.

Şêx Seîdê Pîranî kesayetiyek bû ku di dîroka netewa Kurd û Kurdistanê de gelek bi nav û deng e. Ji destpêka sedsala 20’an heta îro navekî zindî ye.

Wî li Bakurê Kurdistanê, serokatiya serhildana herî mezin a netewî kiriye. Wî siyaseta dagîrkeran ya înkarkirina Kurdan nepejirandiye.

Dagirkerên Kurdistanê ji wî û serhildana wî ditirsiyan û dizanîn ku wê serhildan berfireh bibe û dê Kurdistana mezin ava bike û dijminan zanîbû ku Kurd dê wî bişopînin û dê di rêya wî de mafê xwe yê çarenivîsê bixwazin. Lewma dijminan bi hemû hêza xwe serhildana wî temirandin û bi awayekî nemirovane ew bi darve kirin.

Şêx Seîd di nav Kurdan de Palûyî û hem Xinisî û hem jî Pîranî tê naskirin. Malbata Şêx Seîd li Kurdistanê xwedanê bandoreke mezin a civakî, olî û netewî ye. Şêx Seîd di sala 1865’an de li Palûyê ji dayîk dibe. Navê bavê wî “Şêx Mehmûd Fewzî Efendî” û dayîka wî jî Merve Xan e.

Şêx Seîd kesekî nîştimanperwer bû wî ji netewa Kurd re mîrateke gelek serbilind û dîrokî hiştiye. Şêx Seîd li Mûş û Melezgirtê dest bi xwendinê kiriye. Piştî ku bavê wî li Xinisê niştecîh dibe li vir zanista Qurana pîroz û fiqihê dixwîne. Bavê wî şêxê dergeha neqişîbendî bûye û di heman demê de seydayê Şêx Seîd bû.

Şêx Seîd li Palûyê jiyana xwe ya zarotiyê derbas kiriye. Di dema şerê yekem ê cîhanê de Rûsyayê Kurdistan dagîr kir; ji ber wê jî, ew koçber dibin û li Pîranê nîştecih dibin. Piştî şerê cîhanî jî, li gel bavê xwe ber bi Xinisê ve diçin û li vir dimînin. Li Xinisê fêrî perwerdeya olî dibe. Lewma bavê wî, wê demê li bajarên Palû, Xinis û Pîranê xwediyê mektebên olî bûye. Şêx Seîd perwerdeya xwe di wan mekteban de li gel seydayên gelek bi nav û deng qedandiye.

Piştî ku bavê Şêx Seîd diçe ser rehma Xwedê, navborî xizmeta mekteban dimeşîne û li gor agahiyan, malbata Şêx Seîd 400 dibistanên olî hebûne û Şêx Seîd serpereştiya wan kiriye. Şêx Seîd xwediyê pirtûkxaneyeke gelek mezin bûye. Hatiye zanîn ku di pirtûkxaneya wî de nêzî 20 heza pirtûk hebûne. Şêx Seîd erdnîgariya Kurdistanê bi başî nas kiriye. li Kurdistanê bi piraniya şêx, serokeşîret, mîr û axayên Kurdistanê re peywendiyekî xurt hebûye.

Şêx Seîd bi zanista xwe û bi seydatiya xwe û bi xêrxwaziya xwe ve jî di nav xelkê de dihate naskirin; şêx û zanayekî xwediyê rûmeteke mezin bûye. Xelkê ew wekî rêveberekî oldar, civakî, karsazî jî gelek ji wî hez dikirin.

Şêx Seîd kesekî bi rehm bûye û rêz ji mafê tak, netewên din û kêmaniyên deverê girtiye. Dema ku qirkirina Ermeniyan ji aliyê dagirkeriya tirkiyê ve tê kirin, li dijî komkujîkirina Ermeniyan derdikeve holê û li hember wê qirkirinê banghêjiyê dike û dibêje: “Qirkirina Ermenan ne wîjdanî û îmanî ye. Li dijî mirovatî, li dijî îslamiyetiyê ye. Ew li dijî mafên her neteweyekê ye jî.”

Şêx seîd çend ziman dizanîn?

Şêx Seîd Efendî, Tirkî, Ermenî, Farsî, Erebî bi başî dizanî û bi wan zimanan hem dipeyivî û hem jî dinivîsî. Ew zimanzanî ji bo Şêx Seîd Efendî derfetek çê kiribû ku li gelek welatan û zanayên cîhanê re danûstandinê bike. Ew diçe welatên Ereban, Îranê, Hindistanê, Ozbekistanê û gelek welatên din yên Rojhelata Navîn û Qafqasyayê.

Destpêkirina xebata şêx seîd

Serîhildana netewî ya Kurdistanê ya sala 1925’an di bin serokatiya Komîteya Serxwebûna Kurdistanê de hate destpêkirin. Ev tevgera netewa Kurd bû û ew xebate di bin pêşengtiya Komîteya Serxwebûna Kurdistanê û serokatiya Şêx Seîd Efendî de hatibû meşandin.

Xebata gelê Kurd piştî peymana Lozanê bi dawî hatibû û piştî wê peymanê jî, çendîn serhildanên berfireh yên Kurdan li Îran, Tirkiye û Iraqê hatine rêxistinkirin.

Pir dem ser de derbas nebû ku Kemalîstan hemû ew soz ji bîra xwe birin ku li “Peymannameya Nîştimanî” a Çileya Paşîn a sala 1920’î de dabûne Kurdan, ku tê de daxwaza rêzgirtina ji mafên kêmnetewan hatibû kirin. Kemalîstan çiqas pêgeha xwe bihêztir dikirin, ewqas jî êrîşî mafên hemwelatiyan û bi taybetî mafên neteweyî yên gelê Kurd û Ermeniyan binpê dikirin. Tevî wê jî hikûmeta Tirkiyê siyaseta şovenîstî ya helandin û asmîlekirin û pişaftina Kurdan girte ber xwe.

Rêxistina Azadiyê, partiya siyasî ya yekemîn ya Kurdistanê bû. Rêxistinek gelek moderin, civakî, netewî û rewşenbîr bû.

Tevgera 1925’an bi beşdariya gel pêkhat û hate meşandin. Tevgerek gelek medenî bû. Serokatiya tevgerê bi serpereştiya kesayetiyên olî û civakî bû û serokê tevgerê jî Şêx Seîdê Pîranî bû. Lewma jî dewletê nedixwest ku tevgera netewî ya 1925’an ku wekî tevgerek netewî û rêkxistinkirî bê naskirin. Di sala 1921’î de dewleta Tirkiyê dest avêt bi binçavkirina hemwelatiyan di Kurdistanê de. Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd di heman salê de hewla damezrandina rêxistineke nû didin. Li gor hin çavkaniyên dîrokî “Rêxistina Azadî” yan jî “Komîteya Serxwebûna Kurdistanê” di sala 1921’an û li gor hin çavkaniyên din jî, di sala 1922’an de û li gor hinekan jî di sala 1923’an de hatiye avakirin. Piraniya dîrokzan li ser sala 1921’an hevnerîn in.

Komîteya Serxwebûna Kurdistanê, ji rêxistinên Kurdistanê yên dema Osmaniyan cudatir bû; Rêxistinek serbixwe bû. Ew Komîte di bin serokatiya Xalid Begê Cibrî yê bûrayê Şêx Seîd Efendî, serokeşîr, şêx, axa, mîr, mamosteyên olî yên Kurdistanê yên bi nav û deng de hate avakirin. Di nav Komîteya Serxwebûna Kurdistanê de leşkerên bi nav û deng jî hebûn. Kesên wek “Mebûsê Bedlîsê û Yûsif Ziya Beg” hebû.

Beşek damezrênerên wê komîtê ev in: “Dr. Fuad, Ekrem Cemîlpaşa, Hecî Mûsa, Husên Paşa, Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Tahir, Seyîd Ebdulqadir, Hecî Axdî naskirî bi (Bavê Tûjo), Hecî Mûsa Beg, Yûsif Ziya, Xalidê Cibrî û Xalidê Hesenan”.

Navenda rêxistinê, Erzêrom bû. Lê Rêxistina Azadiyê di demeke kurt de li gelek bajar û bajarokên Kurdistanê bi awayekî veşartî xebata xwe berfireh dike. Xelk piştevaniyeke mezin jê re nîşan dide û li derdora serokên wê rêxistinê kom dibin.

Xalid Beg û Yûsif Ziya Beg li pey Şêx Seîd Efendî digerin ji bo ku ew xwediyê pêgehek civakî û olî bûye; Ew navborî peyda dikin û diçin cem wî. Li gel Şêx Seîd çendîn demjimêran diaxivin û wî dikin endamê Komîteya Serxwebûna Kurdistanê û serokê Komîteyê.

Piştî ku Xalid Beg û Yûsif Ziya Beg li Bedlîsê dîl têne girtin. Dewlet û Dîwana Bilind ya Bedlîsê daxwaze binçavkirina Şêx Seîd Efendî dikin û biryara girtina wî derdikin. Ew naçe dadgehê û ji Xinisê derdikeve û ber bi Pîranê ve bi rê dikeve. Şêx Seîd Efendî beriya despêkirina serhildana 1925’an tevlî xelkê dibe û bi wan re diaxive; Beşek ji axaftinên wî wiha ye: ‘’Tirkan em xapandin. Tirkan di destpêkê de digotin ku meclîs û hikûmet hevpar e. Kurd û Tirk birayê hev in û wekhev in. Lê belê niha ew Kurdan înkar dikin. Ew dibêjin ku Kurd nînin û hemû Tirk in. Wan zimanê Kurdî û navê welatê Kurdan wate Kurdistan qedexe kirine. Her aliyeke Kurdistanê dagîr kirin. Ji bo ku li Kurdistanê desthilatdariyê bikin, li her deverekê Kurdistanê binkeyên leşkerî ava dikin. Li ser dewlemendiya welatê me mafê me yê ku em biaxivin, nîne. Di dibistanan de zimanê perwerdehiya Kurdî hebû û wir derheq dîroka me, çand û wêjeya me perwerdeyî dihate kirin. Niha dibistan qedexe bûne û hatine daxistin. Di dibistanan de jî Kurdî qedexe ye. Bi zimanê Tirkî zarokên Kurdan perwerde dibin. Di navbera me û Tirkan de dezgeha Xalifetî hebû, lê niha ew jî, ji holê rabûye. Lewma jî di navbera me de ti hêjayiyeke ku me bi hev re girêbide nîne. Êdî avakirina dewleta me wate Kurdistan, li me bûye ferz. Divê em Tirkan ji axa xwe derxînin. Em bibin xwediyê axa xwe. Ji bo wê jî cîhad ferz e”.

Sala 1925’an raperîna Kurdistana Tirkiyê bi rêveberiya Şêx Seîd Pîran hate destpêkirin. Ew serhildan di demeke kin de xurt û berfireh bû. Tevgera 1925’an di demeke kin de gelek serkeftin bi dest xist û bû tevgerek cemawerî. Tevgerê gelek bajarên Kurdistanê xistin bin desthilatdariya xwe. Hêzên Şêx Saîd di demeke kin de Darahên, Maden, Sîwêreg û Erxaniyê bi dest xistin û ber bi Amedê ve meşiyan. Ji aliyekî din ve jî Gimgim bi dest xistin û berê xwe dane bajarê Mûşê.

Hikûmetê di 21’ê Şibatê de li bajarên Kurdan rewşa awarte û mîlîtarîzekirina bajaran ragihand. Lê yekîneyên artêşa Tirkiyê di 23’ê Şibatê de li hemberî serhildana Kurdan bo paş ve kişiya Amedê. Hêzên Kurdan serhildana xwe xurtir kirin û Elezîz ket destê hêzên Kurdan.

Hêzên Şêx Saîd di 7’ê Adara heman salê de Amed dorpêç kirin. Lê belê bê ku dest bi ser bajar de bigirin, neçar man ku paş ve bikişin. Artêşa Tirkiyê di 26’ê Adarê de ji rêya bejayî û hewayî ve êrîşên xwe destpê kir. Hêdî hêdî şervanên Kurdan lawaz dibûn û şer bi qazancê artêşa Tirkiyê diçû pêş.

Piştî çend meh şerkirin, dîsan gelek bajarên Kurdistanê hatine dagîrkirin. Di naverasta meha Nîsana 1925’an de Şêx Saîd li nêzî Gimgimê û yek ji pêşengên din ê Serhildanê Şêx Şerîf jî, li bajarê Palûyê xwe radestê hêzên dijmin kirin.

Mixabin ew serhildan jî temirî û Şêx Saîd, Dr. Fuad û serokên din radestî dadgehê hatine kirin û piştre hatin darvekirin. Ew serdozgerê ku hikmê îdama 53 kes ji rêveberên serhildanê wajo kiribû, roja 28’ê Hezîrana 1925’an di nav dadgehê de got: “Hin kes ji we, reftar û kiryarên xirab li dijî hikûmetê kirine û we xelîfet kiriye hêncet ji bo ku berevaniyê ji serhildana xwe bikin. Lê hûn hemû li ser avakirina Kurdistanek serbixwe hevdeng û hemnerîn bûn”.

Serhildana 1925’an derbeyek mezin li hikûmeta Tirkiyê xist. Her eva mezintirîn belge ye ku Tirkiyê ji bona jinavbirina wê serhildanê, hewcehî bi 35 hezar leşker û 12 balafiran hebû. Ew serhildane ewqas girîng bû ku hebûna Tirkiyê wekî dewlet dixiste metirsiyê. Lewma Tirkiye neçar bû ku 80’î hezar leşkeran di Kurdistanê de bi cih bike. Hêzên Tirkiyê dest avêtin bi kavilkirina Kurdistanê, bi hezaran welatiyên bêguneh hatin kuştin ku gelek ji wan jin û zarok bûn. 206 gund hatine kavilkirin, 8,758 mal hatin şewitandin û 15,200 kes jî hatine kuştin, wê serhildanê 20 milyon lîre zirar gihande Tirkiyê.

Wê demê hovîtiya dijmin gihabû astekê ku rojnameya “Weqt” a ser bi hikûmetê ve bê ku şerm bike nivîsîbû: “Li her cihekê ku zergê sernêzeya Tirk hebe, meseleya Kurd tine”.

Dema ku Şêx Seîd û hevalên wî birine ber darê îdamê wî got: “Ez gihîştime dawiya jiyana xwe ya dinyayê. Ne poşman im ku min xwe bo netewa xwe kir qurbanî. Lê bila neviyên me, tola me hildin û li hember neyaran, me şermezar nekin”.

Piştî Serîhildana netewî ya Kurdistanê ya sala 1925’an, Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî yên pêşeng û şervan di 29’ê Hezîrana 1925’an de li Diyarbekirê hatin darvekirin. Piraniya wan pêşengên olî û şêxên Kurdistanê bûn ku tenê daxwaza wan bidestxistina mafê rewa yê gelê Kurd û serxwebûna Kurdistanê bû.