Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewlet jinê dide bikaranîn

26/06/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dewlet jinê dide bikaranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale 

Dewlet gihîşte asta bibe nûnerê xwedayê li ser erdê, êdî ji her tiştî zêdetir pîroz e. Her kes wê dewletê diparêze û xwe ji bo wê feda dike. Mêr di dewletê de dibe qiral, imprator, bav, efendî, rahib, mele, leşker, serok, û hwd. Ango ji vê yekê sûdwerdigre û xwe kiriye nûnerê dewletê. Ya di vir de bû qurban jin e. Jin di sîstema baviksalarî de her tim tê bikar anîn. Çawa mêr jinê bikar tîne her wiha dewlet jî jinê bikar tîne. Di dewletê de cih nade jinê, lê wê dide bikar anîn. Di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de hemû dewletên Ewrûpa di bin navê hezkirina dewletê û parastina wê de jin mîna ajan û di saziyên xwe yên istixbaratê de dane bikar anîn. Gelek belge hene ku yahûdî, Alman, Ferensî, Ingilîz û dewletên dîtir jin bi rêbazên herî qirêj dane bikaranîn.

Dewlet herî zêde fîzîka jinê dide bikar anîn û destûr nade ku jin weke leşker, an jî aliyê siyasî, aborî û hwd. Parastina welatê xwe bike. Saziyên istixbaratê bi şêweyên herî qirêj jinê didin bikar anîn, dibin sedem ku canê xwe bifroşe, li kolanan parsektî bike û madeyên hişbir belav bike. Ev yek di bin navê xizmeta dewletê de tê kirin. Mêr jî nûnerê dewletê ye û jinê ji bo parastina dewletê dide bikar anîn. Li tevayî dewletan jin bi van rêbazan tê bikar anîn.

Rejîma Sûrî, Îran, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo aramiya civakê xira bikin, şerê taybet li ser civakê bidin meşandin, sîstem neyê rûniştandin, pêşketin çênebin û pirsgirêkên exlaqî derbikevin, destê xwe tavêjin jinê. Jinan li ser ajantiyê perwerde dikin û bikartînin. Ew jinên ji aliyê dewletan ve derbasî bajarên Sûriyê dibin. Herî zêde li xwaringehan dansê dikin, li kolanan parsektî dikin û dixebitin da ku madeyên hişbir di nava civakê de belav bikin.

Rêbazên dewletê yên bikar anîna jin heyanî roja îro berdewam dikin û asayî bûye. Di encama wê de gelek pirsgirêkên bandorê li ser civakê bikin, derdikevin. Eger bikaranîna jin asayî bûye dibe sedema ku tûndiya li ser jin jî asayî bibe. Mêr dîmen dikşînin dema ku jinan işkence dikin û li ser medya dijîtal belav dikin.

Roja 19`ê Hezîranê li gundê Fewa yê Idlibê mêrek ling û destê zarokeke keç girêdaye û bi daran lêdide. Qîrqîr bi wê zarokê ketiye lê bele ji kesên derdora wan tu bertek dernakevin û zêdetirî 50 qamçî lêdide. Dema ku lêdide dîmen jî dikşînin û mîna kêf jê bigrin.

Ji sala 2018`an de kiryarên çeteyên Tirkiyê yên kuştin, işkence, revandin û tecawizkirina jinan li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê gelekî zêde bûne. Li wan herêman li ser destê çeteyên Tirkiyê jin têne qir kirin. Mêr li ser sûc û kiryarên ku dikin nayên lêpirsîn kirin û kesek hesab ji wan naxwaze. Ji ber vê yekê sûcên ku li herêmên dagirkirî dikin, asayî têne dîtin. Işkence, kuştin û tecawizkirina jinê asayî kirin di encama zîhniyeta dewletê de tê kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.