Serokê Desteya Karûbarên Derve ya Efrînê Silêman Cafer diyar kir ku dewleta Tirk ji bo ku armancên xwe bi pêk bîne komên çete bikartîne û got, “Dawiya dagirkeriyê li Efrînê nêzîk dibe, lewra jî kiryarên xwe yên hovane zêde kirine.” Silêman Cafer bang li civaka navnetewî kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin xwedî helwest.
Serokê Desteya Karûbarên Derve ya Efrînê Silêman Cafer anî ziman ku dewleta tirk hewl dide projeya Ataturk a Peyman Milî zindî bike, ji lewre êrîşî başûrê Kurdistanê dike û mudaxeleyê li bakurê Sûriyê dike.
Serokê Desteya Karûbarên Derve ya Efrînê Silêman Cafer li ser zêdegaviyên dewleta tirk a dagirker li bakurê Sûriyê û li başûrê Kurdistanê axivî.
Cafer anî ziman ku ev siyaseta dewleta tirk xwe dispêre serdema Ataturk û wiha got: “Dagirkirina lîwaya Îskenderûnê destpêka pêkanîna Peymana Milî bû. Qonaxa duyemîn jî parçekirina herêmên ji Deryaya Spî heya Kerkûkê da ku bi hesanî dagir bike.”
Silêman Cafer nerazîbûna xwe nîşanî helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê PDK’ê ya têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê da û wiha got: “Daxuyaniya serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku tê de bang li PKK‘ê kiriye ku bila ji başûrê Kurdistanê derkeve, cihê xemnginiyê ye. Kurdistan ne girêdayî partiyekî û ne jî milkê aliyekî ye, Kurdistan milkê hemû kurdan e. Îdeolojiya PKK‘ê dibêje ku kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ne, ji mafê vê partiyê ye ku li her cihê ku kurd lê ne hebe.”
Cafer destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide başûrê Kurdistanê dagir bike da ku serkeftinên xwe yên dîrokî ji nû ve zindî bike û da zanîn gelê kurd li hemberî dagirkeriya Tirkiyê tê dikoşe.
Silêman Cafer destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê ji bo ku armancên xwe bi cih bînin komên çete bikartîne û îşaret bi piştgiriya bi komên çete li Efrînê kir û wiha got: “Komên çete yên li Efrînê hîs dikin ku dawiya wan nêzîk bûye, ji ber vê yekê kriyarên xwe yên talankirin, revandin û xwestina pereyan li beramberî sebestberdana kesên revandine, zêde dikin.”
Serokê Desteya Karûbarên Derve ya Efrînê Silêman Cafer zêdegaviyên dewleta tirk a dagirker ên li bakurê Sûriyê û başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li raya giştî ya cîhanî kir ku dagirkeran ji herêmên ku dagir kirine derxin…ANHA






