Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Avakirina komîteyan ji bo berdewama têkiliyan e

11/08/2018
in Uncategorized
A A
Avakirina komîteyan ji bo  berdewama têkiliyan e
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku armanca wan ji avakirina komîteyên ku di civîna wan a li gel rêjîmê de lihevkirin li ser pêk hat, ji bo berdewama hevdîtinan û têkiliyên di navbera her du aliyan de ye.
Meclisa Sûriya Demoratîk MSD’ê nûnerê sereke ya hêzên siyasî û leşkerî li Bakurê Sûriyê ye. Ji ber vê yekê û li ser xwesteka rêjîma Sûriyê beriya demekê civînek di navbera MSD`ê û rêjîma Sûriyê de li paytexa Sûriyê Şamê hate lidarxistin. Di civînê de lihevkirin li ser avakirina komîteyên di navbera her du aliyan de ji bo berdewamkirina hevdîtinan û şopandina di navbera her du aliyan de, pêk hat.
Endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku komîte wê ji bo şopandina karûbarên rêveberiya herêmê û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê werin avakirin.
Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku di civîna wan li gel rêjîma Sûriyê de li ser avakirina komîteyên taybet ji bo şopandina karûbarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêveberiyên herêmî yên Bakurê Sûriyê lihevkirin pêk hat.
Mihemed Elî diyar kir ku armanca wan ji avakirina komîteyan ew e ku têkiliyên di navbera her du aliyan û nûnerên Bakurê Sûriyê û rêjîma Sûriyê de bidomin. Mihemed Elî diyar kir ku heta niha nav û karê gelek komîteyan nehatiye diyarkirin û wekî ku hatiye payîn wê di nava demên bê de werin diyarkirin.
Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriya Demokratîk Hesen Mihmed Elî destnîşan kir ku wê di pêngava pêş de komîte û karên wan werin diyarkirin da ku aloziya Sûriyê bi dawî bibe…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.