Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen got: “Her kes behsa çareseriya siyasî li Sûriyê dike, lê divê em gavên erênî ber bi çareseriya Sûriyê ve bavêjin. Bêyî rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirkeriyê ji xaka Sûriyê çareseriya siyasî ne pêkane ye.”
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca nirxandina geşedanên siyasî civînek li Akademiya Şehîd Yekta Herekol a li navçeya Tirbespiyê li dar xist.
Di civînê de Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen axivî.
Hesen di destpêka axaftina xwe de îşaret bi siyaseta dewleta tirk û dijberiya wê ya demokratîkbûna li herêmê kir û diyar kir ku dewleta tirk a dagirker dijberiya gelê Kurd û projeya demokrasiya li herêmê dike û got, “Tirkiyê xwedî heman zihniyeta DAIŞ û El Nusra ye.”
Li ser hevdîtinên şandeya MSD‘ê bi rêjîma Sûriyê re Şahoz Hesen got, “Her kes qala çareseriya siyasî ya Sûriyê dike, lê divê em gavên erênî ber bi çareseriya Sûrî-Sûrî ve bavêjin. Wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji berê de û niha jî em ji diyalogan re amade ne, lê divê aliyê din jî xwedî zêhniyet û zemîna diyalogê be.”
Hesen di berdewama axaftina xwe de, diyar kir ku ew hewl didin Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin û got, “projeya me hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê di nav xwe de digire.”
Hevserokê PYD‘ê anî ziman ku rizgarkirina Efrînê ji erkên destpêkê yên QSD û MSD‘ê ne û got, “bêyî rizgarkirina Efrînê û derxisitna dagirkeriya Tirkiyê ji Bakurê Sûriyê çareserî siyasî ne pêkan e.”






