Rojnameya Ronahî

Gelo Çima Kurdan Mûzeyek li Dîyasporayê Nîne?

Sîpan Şînda

Kurd weke netewek ji pêncî milyonî zêdetir, heta niha jî hêj şerê man û nemanê dikine.  Çi di warê netewî de, çi di warê civakî de, çi di warê ziman, çandî û hunerî de ew hewl didine ku xwe li ser piya bigirine. Lê belê di roja me de di warê civaknasîyê de şert û pîvanên netew bûne, civak bûne, pêşketinê gelekin û mixabin Kurdan hê jî gelek ji van şert û pîvanan pêk neanîne.

Pêşketina civakî û netewî ne tenê di warê hizra nijadî de ye. Ew girêdayî hizra yekgirtina civakî, parastin û xweyî lê derketina nirxên netewî, pêşxistin û nûjenkirina çand, huner, zanist, wêje û mûzîk, hwd ya netewî; lêkolîna dîroka netewî, kom kirin û parastina ji ber mayî û alavên dîrokî û hwd hinek ji van pîvananin. Bê goman, mîrateya netewan di dîroka wan de veşartîye û dîroka wan jî di mîrateyê wan de veşartîye. Mîratê netewî, delîlên hebûn û rabirdûya netewî ne û ew jî di nava belge, tablet, alavên bi lêkolînên arkeolojîyê têne derxistin û hwd de diyar dibine. Ji ber wê, di warê netewbûyînê de, zelal kirina rabirdû û dîroka netewî xebateke gelek girîng e. Ji bûna berhevkirin û parastina van delîl û documentan ji mûze rolekî gelek girîng dilehîzine.

Bê goman gelek cureyên mûzeyan hene, lê belê ya ku ez behsê dikime mûzeyek netewî ye. Dîroka Kurdan ya li Ewropa ne ji ya Ereb, Tirk û Firsan kêmtire û herî kêm du milyon Kurd li Ewropayê dijîne. Li gorî Kurdan ew 3-4 milyonin, lê ez bawer nakime, ji ber ku çi dane di destê tu kesê de nîne. Lê mixabin di warê pêşketin û sazîbûyînê de Kurd li gorî netewên din pir qels in. Gelek kêmasî hene, lê belê bi ya min divê Kurd mûzeyekê li Ewropa vekine û hewl bidine ku him ji Kurdistanê û him jî ji hemû deverên cîhanê alav û belgeyên di derheqê Kurdan de di wê mûzeyê de kom bikine û biparêzine. Çima ez dibêjime ji Kurdistanê jî, ji ber ku dokument û alavên li Kurdistanê jî ne di ewlehiyê de ne. Neyar û xêrnexwazên Kurdan dikarine hergav zirerê bidine wan û ji holê rakine. Jixwe ew dema keysê xwe bibînin vê dikine û heroj dikine jî. Ji ber ku Kurdistan hêj di bin destê talankeran de ye. Ji ber wê, Kurd çi bikine bila bikin, divê ew rojeke zû mûzeyeke netewî li Ewropayê vekine û him dîroka xwe, him jî wehşet û qirkirinên bi taybetî di vê sedsala dawî de li Kurdan hatîne kirin, bidine nîşanî dinyayê. Navê mûzê jî bibe Mûzeya Kurdistanê.

Gelek mînakê mûzeyên netewên din hene. Mînak tu diçî kîjan welatî mûzeyên Cihûyan hene û him dîroka xwe didine nîşandan û him jî tişta bi serê wan hatî. Gelek mûzeyên wan yên modern jî hene û mirov dikare sûdê jê wergire. Hûnê bêjine ew Cihû ne, derfetên wan hene. Erê ew 10 milyon jî tê nînine lê belê bi kêrî xwe hatine û evqas derfet ji xwe re afirandine. Kurd jî dibêjine em ji 50 milyonî zêdetirin. Ewan li her dewletek ya Ewropa herî kêm mûzeyek lê vekirine û mîratê xwe, janên xwe, dîroka xwe û hwd di têde diparêzine. Ez ji dibêjime li hemî Ewropayê bila mûzeyek ya Kurdan hebe ha.

Belê ez dizanime ev hêvîyek û daxwazek ne zehmet e, lê ji bo Kurdan gelek zehmet e. Lê belê divê Kurd vê bikine. Divê Kurdên li ewropa, yên li welêt û yên li welatên din yên cîhanê destê xwe bidine yêk û vê projeyê pêk bînine. Ev ji bo pêşeroja Kurda ye. Hêvîdarim dengê min bigihê hewe.