Rojnameya Ronahî

Têkoşîna gelan ya ji bo azadiya Rêber Apo berdewam e

Ayşa Silêman/Qamişlo

Gelê kurd û azadîxwazên cîhanê bi beşdarbûna xwe ya girseyî di pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de careke din tekez kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo û belavkirina fikirê wî, ew ê têkoşînê berdewam bikin.

 Di 10’ê Cotmeha 2023’an de li 74 welatên cîhanê ji bo azadiya rêber Apo pêngavek bi diruşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Roj bi roj jî ev pêngav berfireh dibe, li tevahiya cîhanê belav dibe û dighêje asta gerdûnî.

Qonaxa yekem ji pêngavê; li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek meş, çalakî û mîting ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Di heman demê de konên çalakiyan jî hatin danîn û pêngava komkirina îmzeyan di hemû tax, gund û bajaran de jî dest pê kir û bi komkirina zêdeyî 3 milyon û 669 hezar û 90 îmzeyî bidawî bû. Her wiha şandina kartpostelan ji bo Rêber Ebdullah Ocalan û çalakiyên xwendina pirtûkan jî hatin lidarxistin.

Komîteya parêzeran jî roleke xwe ya girîng di vê pêngavê de leyîstin, bi riya amadekirina wan ji dosiyaya mafgerî û zagonî re, ya ku ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan di komeleya dewletan de. Di heman demê de daxwaza vekirina dîl li gorî rapirsînên mercên zagon û maf, ji bo raya giştî û rêxistinê navdewletî ku tu rawebûna zagoniya wan tune ye. Êdî gelê kurd qebûl nake ku Rêber Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de bê. Di 8’ê Adarê û Newrozê de jî li dijî tecrîdê ast hate bilindkirin, Bi Konseya Ewropayê re hin hevdîtin hatin kirin. Hin dosya hatibûn amadekirine hatin dayîn.

Li gel meş û çalakiyan di çarçoveya kampaniya ‘Şandina 100 hezar qertî’, li her derê ji Îmraliyê re qert hatin şandin. Li Kolnê di çarçoveya heman pêngavê de meşeke mezin hat lidarxistin. Bi heman daxwazî li girtîgehan girava birçîbûnê û xizmên girtiyan jî çalakiyên Nobeda Edaletê pêk anîn.

Qonaxa 2’yemîn de ji pêngavê ya ku di 1’ê Adarê de dest pê kir, bi çalakiyên girseyî dewam kir. Piştî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî Jinan li qadan got ku ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya me ye’. Di Newrozê de jî gel ji bo rakirina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo da ku ji xwe re esas bigirin daketin qadan. Di navbera 15 heya 19’ê Nîsanê de li ber Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê û Konseya Ewropayê (KE) yên li bajarê Strasbourg a Fransayê bi 3 hezar kesan çalakiya rûniştinê ya ku 5 rojan berdewam kir li darxistin.

Asta çalakiyê di qonaxa duyemîn de ji pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ girtiyên di girtîgehan de cara yekem bû ku di vê astê de bi dirûşma ‘Jiyana di nava şert û mercên Rêbertî de ji xwe re dikin esas’ pêvajoyeke radîkal dane destpêkirin ku ev yek gelekî girîng bû. Tevî zexteke giran û şert û mercên tecrîdê jî û qutkirina têkiliyên bi derve re. Her wiha netevlîbûna li serdanên malbatan, bikar neanîna mafê axaftina bi telefonê, neçûna dadgehê sekneke xurt e, ev yek  dibe nêzîkatiyeke şoreşgerî ya bi îrade .

 Kopinhagin

Li paytexta Danîmarka Kopinhaginê di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” serdanên malan hatin kirin û qertpostal hatin belavkirin. Qertên ku Kurdistaniyan li ser peyamên xwe nivîsandin hatin komkirin û bi awayekî komî şandin ji Rêber Abdullah Ocalan re.

Basel

Li bajarê Basel ê Siwîsra bi rayedarên Partiya Basta re civînek hat lidarxistin. Şandeya “Komîteya Rêbertî” bi hevserokê Partiya BastA Nîcola Goepfert re hevdîtin kir û dosyaya ku têkildarî tecrîdê amade kiribû pêşkêşî rayedaran kirin.

Di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî çalakiyên hevpar bên lidarxistin.

Di heman demê de li Şengalê jî Çalakiya konvedanê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin. Ev çalakî sê rojan berdewam kir.

 Di çalakiyê de bang li CPT’î hat kirin ku bi erkê xwe rabe

Girtiyên azadiyê yên ku di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de ne, di çarçoveya Kampaniya Navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi girava birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê Sibatê roja komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan neyên qebûlkirin, dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên PKK û PAJK’î di 3’yê Nîsanê de daxuyaniyek weşandin û ragihandin ku ew ê bi boneya 4’ê Nîsanê Roja jidayikbûna Rêber Ocalan, wê çalakiya xwe ya girava birçîbûnê bi dawî bikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin.

Her wiha girtiyan ragihand ku wê çalakiya xwe ya girava birçîbûnê ya dorveger a ku heta niha didan meşand wê berdewam bikin. Di heman demê de pêngava ” Ji Abdulla Ocelan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî ” ji 4’ê Nîsanê û pê ve bi dirûşma ‘Jiyana bi Rêberê xwe re ya di heman şertî de’ bi boykotkirina dadgeh, serdana malbatê û axaftina bi telefonê bimeşînin.

Çalakiya girtiyên azadiyê ya bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka ku di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi girava birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin, di roja 183’yan de bi qonaxeke nû, bi çalakiya boykotkirina hevdîtinên ser telefonê, malbatan û dadgehê berdewam bû.