Rojnameya Ronahî

Mekanîzmaya dewletê hişt ku karesat mezin bibe

Navenda Nûçeyan

Jimara kesên ku di şewata di navbera navçeya Çinar a Amedê û naçîeya şernexê ya Mêrdînê de derketibû, gihişt 13 kesan. Hevşaredarê Şemrexê Kûdret Ûçûk diyar kir ku mekanîzmaya dewletê hişt ku karesat mezin bibe.

Di şewata ku di navbera navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê de derket bandor li ser 19 taxan kir û her ku diçe hejmara miriyan zêde dibe. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan gihîşt 13 kesan. Fadil Demîr ê ji gundê Kelekê ya Şemrexê ku li nexweşxaneyek Amedê dihat tedawîkirin, duh bi şev jiyana xwe ji dest da. 12 kesên di şewatê de miribûn duh hatibûn veşartin.

Navên kesên ji ber şewatê jiyana  xwe ji dest dane wiha ne: “Li gundê Kelekê Rezan Yilmaz, Azat Yilmaz, Mazher Demîr, Nûrî Demîr, Taliha Demîr, Hasan Demîr, Şeyhmûs Demîr, Resûl Yilmaz, Sînan Devîren hatin definkirin li gundê Helberê İsmil Yardim û li gundê Tobiniyê jî Ubeydullah Bugdayci û Abdurrahman Bugdayci hatin definkirin.”

Hevşaredarê Şemrexê Kûdret Ûçûk di derbarê şewatê de ji ajansa ANF’ê re axivîbû.

Kûdret Ûçûk diyar kir ku derketina şewatê, belavbûna wê û windakirina jiyanê, tevî hemû bangan jî mekanîzmaya dewletê nekete nav tevgerê û ev rewş hişt ku karesat mezin bibe.

Ûçûk destnîşan kir ku kapasîteya nexweşxaneyan ji bo dermankirina birîndaran têrê nake û wiha got: “Ji şevê ve em bang dikin. Şaredariyên me yên Wan, Şirnex û Amedê hemû derfetên xwe seferber dikin, lê wezaret bêçalak in. Gelek birîndarên rewşa wan giran hene. Divê di bin hin mercan de bên dermankirin. Hem personel û hem jî alav li nexweşxaneyên herêmê têrê nakin. Destpêka şewatê, belavbûna wê û windakirina jiyanê li ber çavan e.”

Bi dezenformasyonê hewl dan berpirsyariya dewletê veşêrin

Hevşaredarê Şemrexê Kûdret Ûçûk diyar kir ku şewat di bin kontrolê de ye, lê li hin deveran di nava zozan û mêrgan de hê jî cîhên dişewitin hene hene û ji bo van deran jî pêvajoya sarkirinê didome. Ûçûk destnîşan kir ku daxuyaniyên wezaret û rayedaran ên der barê şewatê de rastiyê nîşan nadin û destnîşan kir ku bi manîpulasyon û dezenformasyonê hewl didin mezinahiya karesata veşêrin.

Kûdret Ûçûk got, “Ji duh bi şev û vir ve bi sedan kes seferber bûne. Gundiyan bi derfetên xwe hewl dan agir vemirînin. Heta sibehê me gelek caran telefon kir. Me got şewat derketiye. Divê helîkopterek bê şandin, agirkuj û ambulans bişînin herêmê , lê wezaret neçalak in Li vir wêraniyeke hovane pêk hat, bi kîlometreyan erd şewitî û bû xwelî.”