Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêkhateyên Cizîrê; Azadiya Rêber Apo mafekî rewa ye

02/07/2024
in NÛÇE
A A
Pêkhateyên Cizîrê; Azadiya Rêber Apo mafekî rewa ye
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Endamê Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, Fûad Çolî destnîşan kir ku armanc ji serdana Insiyatîfê ji pêkhateyan re azadiya Rêber Apo ye. Herwiha Çolî anî ziman ku daxwaza sereke ya pêkhateyên herêmê azadiya Rêbertî dikin.  

Di 10’ê Gulanê de Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê dest bi serdana tevahiya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê kir û di 28’ê heman mehê jî serdan bi dawî bûn.

Piştî van serdanan jî, Insiyatîfê di  29’ê Pûşberê de dest bi serdana eşîr, oldar û pêkhateyên cihêreng yên kantona Cizîrê kir û hîna jî ev serdan tên domandin.

Di serdanên ku tên kirin de felsefe, nêrîn û ramanên Rêber Apo tên nîqaşkirin û şîrovekirin. Di heman demê de jî mijara binpêkirinên ku di derheqê Rêber Apo de li Îmraliyê tê kirin û şert, merc û cezayên ku li ser wî têne ferzkirin, tê nîqaşkirin.

Têkildarî serlêdanên Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê ya ji bo eşîr, oldar û pêkhateyên cihêreng yên kantona Cizîrê,  endamê Insiyatêfê  Fûad Çolî ji rojnameya me re axivî.

‘Armanca sereke ji serdanan, azadiya Rêber Apo ye’

Çolî diyar kir ku armanc ji serdanên insiyatîfê pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha got: “Wekî em dizanin ku ji Cotmeha sala borî ve pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî hate destpêkirin, niha jî di qonaxa 2’yan de tê domandin. Me jî xwest ku xebatekê din ji bo azadiya Rêber Apo bidin meşandin, lewma me dest bi serdana zêdeyî 32 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Serdanên di wê demê de me serdana partiyên kurdî, erebî, siryanî û hwd… kir. Piştî wê jî me dest bi pêngava duyem a serdanan kir, di asta yekê de em çûn li gel pêkhateya erebî û me serdana sê şêxên eşîreyên ereban kir weke eşîreya Şemer, Tey û Cibûr. Herwiha me serdana dêreke siriyaniyan kir û hem jî em çûn Mala Êzîdiyan. Di pilana pêngava me de ye ku em serdana eşîreyên kurd û aşûriyan jî bikin. Ev pêngava ku em niha didin meşandin, li ser asta kantona Cizîrê ye, lê di rojên pêş de em ê hewl bidin ku serdana eşîre û oldarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Armanc ji serdanan ew e ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya di derbarê tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin de xwedî çi helwestin? û hem jî pêkhate bêtir tevlî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo bibin. ”

‘Xwesteka pêkhateyan, azadiya Rêber Apo ye’

Fûad Çolî dest nîşan kir ku daxwaza pêkhate û partiyan azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ye û wiha domand: “ Ji xwe destpêkê me serdana partiyên siyasî kir, di wan serdanan de, sekretêr, serok, hevserok û endamên partiyên siyasî di derbarê pêkanîna serdanan de xwedî helwesteke erênî bûn. Partiyên siyasî dan xuyakirin ku tecrîd siyasteke derqanûnî û bêexlaqî ye. Ji ber wê jî, partiyan diyar kirin ku ew ê bi cidî tevlî pêngava azadiya Rêber Apo bibin û xebateke diblomasî di vê derbarê de bidin meşandin. Herwiha pêkhate jî di derbarê tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin de xwedî nerîneke girîng in.Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tînin ser ziman ku tecrîda li ser Rêber Ocalan dermirovî ye û azadiya wî ya fîzîkî, mafekî rewa ye. ”

‘Ji bo bidawîkirina tecrîdê name hatin şandin’

Endamê Insiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, Fûad Çolî anî ser ziman ku ji bo azadiya Rêber Apo heta niha 13 name ji aliyên eleqedar li ser asta Rojhilata Navîn hatine şandin û wiha axivî: “Pêkhateyên herêmê û cîhan bi giştî ketine wê baweriyê ku ramanên Rêber Apo riya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi giştî ne. Bi rastî niha gel li ser asta cîhanê vê pêngavê didin meşandin. Xebat û peywendî bi dewletên ereban û kesayetên curbecur û rêxistin ereban re tên kirin. Hem jî me weke Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Abdulah Ocalan 13 name ji sazî, rêxistin û aliyên xwedî nêrînên bi bandor li ser asta Rojhilat Rojhilata Navîn re rê kirin weke Komkara Erebî û hine din. Li aliyekî din jî wê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo li vir û li cîhanê bi giştî werin domandin. ”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.