Rojnameya Ronahî

‘Gerîlayên Azadîya Kurdistanê bi Vîna ji pola li berxwe didin’

Argêş Gewda/Qamişlo

Rojnamevan Kawa Tolhildan da diyar kirin ku ‘Dewleta Tirk hêza wê nemaye, leşkerên wê nikare şer bike û li hemberî Gerîlayên Azadîya Kurdistanê bê çare mane.’

Di derheqê êrişên dagirkeriya tirk û bi hevkariya PDK’ê li qadên berxwedanê û êrîşên li ser herêmê rojnamevan Kawa Tolhildan bi rojnameya me re gelek agahiyên girin parvekirin.

Dagirkeriya tirk li hemberî gerîlayên azadiyê bê çare maye

Rojnamevanê herêma Behdînan Kawa Tolhildan da dîyar kirin ku armanca dewleta Tirk ya Dagirker dagirkirina axa Başurê Kurdistanê ye û wiha berdewam kir. ‘Salên dirêj di ser pêkanînên qirêj yên dewleta Tirk a dagirker ên li Kurdistanê re derbas bûn. Dewleta Tirk ku xwedî artêşekî ya ji aliyê hijmarê ve zêdeye, xwedî teknîk û derfetên herî pêşketî li hemberî berxwedana hêzên Gerîla neçar û ji hevketî maye. Ev li hemberî hevsengiya şerê gerîlayan a şerê tûnêlan û bejahiyê neçar maye. Ev berxwedana ku di dîrokê de ne xwedî mînakên hevşibin, bi tarz û taktîkên afrîner, bi mejiyekî Kurdistanî ya modern, bi hêza bîrdozî ya qewîm û bi rihê fedaîtiyê di sengerên bin’erd de di alîyê vê artêşê de prestîja tevahî artêşên netewe dewletan xistiye di bin erdê. Nikare hemberî têkoşîna Gerîlayên Azadîya Kurdistanê pêngavekê jî bavêje. Hemû derfet û teknîka di destê dewleta Tirk ya dagirker de vala derket.  Nikarê li hemberî vîn û Îrada ji pola hatiye nîşandayîn. ’

Wê tu hêz nikaribe vîna Gerîlayên azadîya Kurdistanê bişkîne

Rojnamevan Kawa Tolhildan axiftina xwe wisa domand ‘ Bi salên dirêj hêzên Gerîla bi kedekê pir mezin û bêhempa ev tûnêl û sengerên bin erd amade kirin. Van tûnêlan ne tenê weke wargehên jiyanî, pergalekê hevgirtî yê parastin û qadeke ku tu dikarê di nav de şer bi awayekî pir zirav û bi bandor bimeşîne. Bi awayekî xwezayî ev çeperên bin erd, vegûherîne biryargehên şer û pêşxistina taktîkê. Ji bo wê di roja me de em şahidî ji berxwedanên ku di sala xwe ya 4’emîn de ne dikin. Bê guman ev tûnêl di heman demê de ji şerê tîmên nîv bi tevger re dibe mînakên afrînerî û yekîtiya baskên berxwedanê ava dike. Li vir rol û misyona tîmên pispor yên nîv bi tevger pir zêde û diyarkere.‘ û Kawa Tolhildan wisa got‘ Ev sengerên ku niha Gerîlayên Azadîya Kurdistanê li berxwe didin, tevî ev qas êrîşên dewleta Tirk ya Dagirker, teknîk û derfetên destê xwe de ya herî mezin jî hewl dide kar bîne, lê nikare hêza zarokên agir û rojê têk bibe.

Dagirkeriya tirk gelek caran çekên kimyewî li hemberî gêrîla bikaranîne

Li ser şixulandina çekên kîmyewî û qedexekirî Rojnamevan Tolhildan wiha anî ser ziman‘Berxwedana tûnêlên şer ji gelek aliyan ve dewleta Tirk ya dagirker matmayî hiştiye. Ji derveyî tevgera azadiyê çi hêz yan jî dewlet, di serî de dewleta Tirk a qirker, dagirker û hov bawer nedikirin ku astekî berxwedan û êrîşên bilind pêşbikeve. Ji bo wê tevahî derfetên xwe xistin xizmeta şer û hewildan hêza gerîla ya şer bişkînin û tevahî heremên Parastina Medya dagir bikin. Lê meh û sal derbas bûn ev armanca wan pêknehat. Ev yek pir zelal di şerê Siyanê yê ku li Garê de bi pêşengtiya fermandar Şoreş Beytuşebab de pêşketî derket holê. Jê û şûnde karta dawî ango bijara dawî ya dewleta Tirk çekên Kîmyewî bûn ku di demekî pir kin ya êrîşên xwe yên dagirkerîyê de dest bi bikaranîna wan kir.’

Armanca dagirkeriya tirk qirkirina gelê Kurd e

Zehmetiya xwe gihandina nava tûnêlan û rûxandina wan. Wek tê zanîn senger û çeperên bin erd ji bo hêzên berxwedanê mijarekî stratejîke ku derfet dide bi awayekî ji nişkava derbên giran li hêzên dagirker bixe. Ji bo wê rûxandina van tûnêlan bi rêbazên kilasîk encam nade.

Hewildana avabûna tirs û xofê. Bandora derûnî ya çekên kîmyewî dibe ku li ser mirovan rûxîner be. Ev yek dibe ku bandorê li asta moral de, wan bike û derî ji radestbûyînê re veke. Lê berxwedana ku li Herêmên Parastina Medya didome, ev teorî vala derxist. Şervanan bi hêz û baweriya ku ji felsefeya Rêber Apo girtî, ji girêdana şehîdan û hevaltiyê hemû texmînên zanist û şerê derûnî, taybet pûç kirin.

Armanceke din ewe ku gelek cûreyên çekên kîmyewî bi dîwar û kevirên tûnêlan digrin û dem bi dem dikeve tevgerê.’

 

Bîlançoya sala 2024‘an li Herêmên Parastina Medya

 

Di sala 2024’an de û di nava 6 mehan de 112 car bi çekên qedexekirî û 128 caran bi dronên teqemenî êrîş pêk hatine. Herî kêm 361 car çekên kîmyewî bi gelek cûreyan hatine bikar anîn. Her êrîşekî ji van çekan di nava xwe de jehir û teqemeniyên mezin yên bi tonan digre.

Di 6 mehan de 1454 caran êrîşên bi balafirên şer hatine kirin.

Di 2 mehên dawî de êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi giranî li herêma Şehîd Delîl a rojavayê Zapê pêk hatin.

Di meha Çileyê de şervanên azadiyê li dijî dagirkeran 79 çalakî pêkanîn û di van çalakîyan de 99 dagirker hatin cezakirin.

Di meha Sibatê de 211 caran bi balafirên şer, 5 caran bi helîkopteran, carekê bi çekên qedexekirî û 10 caran jî bi dronên bombebarkirî êrişî gerîlayan hat kirin.

Di meha Adarê de 43 dagirker hatin cezakirin û 2 Gerîla şehîd bûn

Di meha Nîsanê 279 caran êrîşên bi balafirên şer çêbû

Her wiha 30 carî êrîşên bi helîkopteran çêbû

11caran jî êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî çêbû

9 caran jî êrîşên bi dronên bombebarkirî çêbû

Zêdeyî carekî êrîşên bi çekên kîmyewî çêbû

Gerîlayên azadiyê 29 çalakî li ser dagirkeriya tirk pêkanîn

Di meha Gulanê de 286 caran bi çekên kîmyewî û 37 caran jî teqemeniyên qedexekirî ji milên dagikerên tirk ve li ser qadên berxwedanê hatin pêkanîn. Herêmên Parastinê yên Medyayê 245 caran bi balafirên şer, 43 caran bi helîkopterên êrîşê û bi hezaran caran jî bi hewan, obus, tank û çekên giran hatine bombebarankirin.

Di meha Pûşberê de 127 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopteran êriş pêk hat û 2148 caran bi obus, tank û çekên giran bombebaran çêbû. Her wiha hat gotin ku dewleta tirk 26 caran jî bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne. Her wiha di meha Pûşberê de 185 çalakî li ser hêzên dagirkerên tirk pêkanî û di encamê de 46 leşkerên dagirker hatin tesfiyekirin.

Hezar û 61 car  jî êrîşên hewayî hatine pêkanîn. Êrîşên teqemenî û çekên  qedexe kirî 49 caran hatîye kirin. Bi dronên bombe barkirî; 90 êrîş hatine pêkanîn. Gêrîlayên azadiyê li beramberî dagirkeriya tirk 200 çalakîyên tolhildanê pêk anîn. Her wiha 260 caran êrîşên ser çeperên  berxwedanê û êrîşên bi çekên qedexekirî û kimyawî pêkhatin.