Rojnameya Ronahî

Rastiya Rojê li Rojhilatê Asyayê… Beşa (3)

Mistefa Rêzan

Bê guman hemû şaristaniyên mirovatiyê ji hev bi bandor dibe. Ango di şaristiyên destpêkê hata roja me ya îro de dan û stendin di navbera şaristanî û medernînteyên cîhanê ji hev qût nebûne. Lê li parzmîna Asyayê aliyê rûhî yê baweriyan ji gelek deverên cîhanê zêdetir li pêş e.

Baweriya Mîtrayî bi qasî bandora xwe li gelek baweriyên Rojhilata Navîn, Çîn, Hindîstan, heta li Grek û Romayê li parzemîna Ewropayê kiriye. Taybetiya hiştiya ku ev baweriyê bêtir li herêma di navbera çemê Dicle û Firatê de pêş bikeve, her çar werzên sale pir xuya tên dîtin. Bandora rojê li zindîbûna jiyan û li çandiniya ku jêdera sereke a debarê ye heye. Lê belê dema li gelek şûnewarê  dîrok lêkolînkirin, derkeve hole bê çiqas mirovên li  Rojhllatê cîhanê çiqas daye şopa riya rastî û ronahiyê. Ji lewra roj wek jêdera ronahî û riya heqîqetê tê dîtine.

Ji bo ku ev rastî were fêmkiirn, girîng e mirov  çav li çend baweriyên parzemîna Asyayê bigerîne.

1-Bweriya Bodîzmê:

Piştî Kirîstiyan, Îslam û Îndosî baweriya bodîz çaremîn baweriya mezin li cîhanê ye. Hata nêzî 520 miliyon kes baweriya xwe bi bodîzmê tînin. Ev baweriya ji î hêla Gotama Bûda (560-480 BZ) hate avakiirn. Destpêkê li Hindîstan paşê li gelek deverên rojhilatê Asyayê hate belavkirin. Bi tayabetî li Çîn, Japon, Koriya  û tîbet belav buye. Gotina Bûda bi zimanê Hindîstanê yê kevin, tê wateya Mirov hişiyar an ronakî. Ji berk u ronahî û enerjiya rojê di vê baweriyê de pir girîng e. Yek ji adetê naskirî di vê baweriyê de, gihiştin lûtkeya konsetrasoyên, ango ponijandina herî bilind, bi nave Nîrvana hatiye naskirin. Mirov ji cîhana madî xwe rizgarkir dike, diponije enerjiya negatîv ji bedena xwe derdixe û enerjiya pozotîv ango erenî ber bi rohaniya bilind ve kom dike. Bi latînî jê re tê gotin Meditation. Paşê werzişa ruh Yoga ji gelek aliyan ve xwe dispêre vê regezê. Li vir ponajindan mirov digihêje lûtkeyê, ji enerjiya dîtina rastiyê di hundirê xwe de hêzeke mezin kom dike, çawa ku roniştiya vê hêzê ji lingê xwe hata serê xwe kom dike vediguheze.

Çawa roj ronahiyê û germahiyê dide derdora xwe, gihiştina Nîrvanayê jî yek ji rêwîtiyê herî zor ên mirovê ku xwe ber bi gihşitina rastiyê ve dibe. Bi wateyek  din hevsengiya di navbera dil û mejiyê de ava dibe, wekî rojê, ronahî û germahiyê di ruhê xwe de diafrîne. Ev bi xwe jî di nava xwe de gihiştiya rastiya  hebûn û jiyanê dihewîne. Eger mirov li perestgehên Budîst li Hîndîstan û Çînê binêre, dibîne ku Bûda bi çarpkî roniştîye, mîna ronahiyê ji bedena wî ber bi rojê ve diçe xuya dike. Ev bawerî bi qasî li ser rêûresmên olî radiweste, ewqasî jî li ser lêgerîna heqîqeta hebûn û enerjiya jê derdikeve radwest e.

2- Baweriya Îndosî:

Ev ol an bawerî bi Brahmayî jî tê naskirin. Siyemîn olên herî mezin ên  cîhanê ye. Nêzî 1 milyar û 350 miliyon kes pê bawer dike. Ev ol piranî li Hindîstan, Nêpal û beşekî Indinoziyayê hatiye belavkirin. Li gorî agaiyan ev bawerî ji beriya 1500 B.Z hatiye destpêkirin.

Bawermendên Îndosî bawer dikim ku ruhê mirovan her dimînin û nave Atman lê dikin. Hata ev gotina Avatar ku di medya dijîtal û sektorên sînemayê de hatiye bikaranîn ji gotina Hindî hatiye. Ev gotin tê wateya ku ruhê mirovekî çawa xwe bi rengê cesed an hebûnekê dide temsîl kirine. Îdonsî ji Mîtra û Zeredeştiyê bibandor buye. Ew jî ronahî û enerjiya ruh ya  nûnertiya ronahiyê dike pîroz dibînin. Ev ronahî ku wek enerjiya ruh xwe îfade dike, lêgerîna mirovan ya ji bo naskirin bingeha hebûna gerdûn û jiyuanê ye. Bê guman ev baweriyê di sedsalên dawî, ji bo asteke cîhanî bidest bixe hin guhertinan di xwe de afirandiye.

Li perestgeha Modorayê xwedayê Rojê Adîtiya heye. Ew di Îndosiyê de xwedayê mezin yê ku derdora xwe 12 xwedayan kom dike. Ev her 12 xweda gerê sale ya rojê temsîl dikin. Navên wan navên rojê ne û parzvanên mehên salê nin. Adîtiya mirovan ji nexweşiyan diparêze. Di nava xwedayên Îndosî xwedayê bi nave Mîtra jî heye.

Her weha Îndosiyan dibîne ku têkiliya di navbera mirov û xweda de, mîna têkiliya di navbera çirûska agir û agir, tov û dare de ye. Li hin pir tên bala her kesekî çima miriyan dişewitînin?  Li gorî baweriya Indosî beden ruhê asteng dike piştî mirin, ji lewra dive ruh ji beden azad bibe û ber bi hebûna bilind a li jor ve birêveke. Wê gavê hebûna ruh digihêje lûtkeya bilind ber bi ronahiyê ve. Li vir ev rastî derdikeve hole, ku hemû baweriyên parzemîna Asya derbarê pîroziya rojê de ji hev bi bandor bûne.  Heqîqeta ezelî ya ruh bi lêgerîna mirovan ji bo naskirina jiyan û gerdûnê ve girêdayî ye.

3- Baweriya Sîx:

Ev ol wek oleke yekxwedayî xwe dide naskirin. Di sedsala 15’an de li herêma Pencab ya başûrê HIndîstanê destpêdike û li Hindîstanê belav dibe. Li gorî zaravayê Pencabî, gotina Sîx tê wateya Mûrîd, şopdar an şagirt. Rahibên Sîxî şaşik piraniya wan bi rengê reş girêdidin, dive rihê û simbêlên xwe dirêj bikin, pore xwe nequsînin û li binê şaşkê veşêrin. Sofîtî di nava wan de wek rengekî rêûresm û baweriyê tê qebûl kirin. Hin şîrove hene dibêjin bandora tevgerên sofitî ango derwêşî yên li dijî xilafeta Abasî ya Îslamî derketine, li ser baweriya Sîxî hene. Di endaziyariya mîmarî ya Sîxî de, bandor pîroziya rojê tê dîtin. Avaiyên xwe yên pîroz bi qûbeyên bi rengê zêrîn hatine boyaxkirin. Ev qûbe mîna rojê tê diyarkirin. Ji lewra bawermendên Sîx di rêûresmên olî diponijin, li rastiya jiyan, jidayikbûn û mirinê digerin.